Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
"Operasyona dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a dagirker li qadên Werxelê û Tabûra Ereban ên herêma Avaşînê dane destpêkirin, ji aliyê hêzên me ve bi berxwedaneke dîrokî hate pêşwazîkirin. Dagirkerên ku nekarîn li ber vê berxwedanê bisekinin û fêhm kirin ku wê derbên hîn girantir bixwin, ji qadên Werxelê û Tabûra Ereban vekişiyan.
16'ê Mijdarê saet di 09:30'î de li nehiya Çemankê ya Duhokê, gundê Nişarê û li Kanîmasî jî gundê Şiyê bi balafirên şer hatin bombekirin.
16'ê Mijdarê saet di navbera 19:00-21:15'an de li herêma Zapê, li ser qadên Cîlo yê Biçûk û Girê Şehîd Serxwebûn helîkopter geriyan.
17'ê Mijdarê saet di navbera 14:40-15:20'î de li herêma Zapê qada Sacayê bi balafirên şer hate bombekirin."