HPG: Artêşa Tirk 54 caran bi teqemeniyên qedexekirî êriş kir

HPG'ê ragihand ku çeperên şer ên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê carekê bi bombeyên taktîk nukleer, 53 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatine bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yên navbera 15-17'ê Kanûnê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Xakurkê

15'ê Kanûnê sat di 20:00 de dest li helîkopterên êrîşê hate werdan ku bombe li qada Lolanê barandin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

16'ê Kanûnê saet di 14:00 de li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

16'ê Kanûnê saet di 20:30'î de dest li helîkopterên êrîşê hate werdan ku bombe li qada Lolanê dibarandin. Helîkopter piştî destwerdana hêzên me neçar man ji qadê biçin.

17'ê Kanûnê saet di 17:40'î de dest li helîkopterên êrîşê hate werdan ku bombe li qada Lolanê barandin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

14, 15 û 16'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 41 caran bi teqemeniyan û gazên kîmyewî hatin bombekirin. Her wiha carekê bi bombeya taktîk nukleer hate bombekirin.

17'ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

15, 16 û 17'ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên me yên şer ên Şehîd Diyar 11 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker

14, 15, 16 û 17'ê Kanûnê li herêma Xakurkê qadên Girê Berbizina, Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Hawar, Ava Lolanê, Girê Rostê, Xinêra Jor 8 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 2 caran, li herêma Garê qadên Hefttebax, Gundê Şiyê, Girê Zengil 3 caran, li herêma Metînayê Gundê Dergelê, qada Golka 3 caran, bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

14, 15 û 16'ê Kanûnê herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."