HPG: Şehîdên me yên Operasyona Şoreşgerî temînata serketinê ne

HPG'ê 4 gerîlayên li Xakurkê û Zapê di operasyonên şoreşgerî de şehîd bûn bi bîr anî û got, "Gerîlayên Azadiyê yên kurdistanê ku fedaîtî û îradeya Apoyî ji xwe re kirin rêbaza jiyanê, hêviya azadiyê ya gel e."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 23 û 24'ê Kanûna 2023'an de me ji gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re ragihandibûn ku li herêmên Xakurkê û Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di Operasyonên Şoreşgerî de hevrêyên me Memyan, Welat, Helmet û Huseyîn bi ruhê fedaî yê Apoyî û wêrekiyeke bilind bi ser dijmin ve çûn, şehîd bûn.

Hevrêyê me Memyan di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ahmed Rûbar de xwe berda nava çeperên dijmin, hunera herî zirav a profesyoneliya gerîlayên Apoyî bi cih anî û bi derbên ku li dijmin xist, dijmin hejand. Hevrêyê me Memyan fedaîtiya ku weke şêweyeke jiyanê hilbijart di asta herî bilind de jiya û şehîd bû.

Hevrêyên me Helmet, Welat û Huseyîn jî pêşengî ji Operasyona Şoreşgerî ya 23'ê Kanûna 2023'an a li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê re pêşengî kirin û derbên eciqandinê li dijmin xistin, ala berxwedanê ya ji Ciwan, Andok û Botanan wergirtî bi rengekî hêja bilind kirin, heta fîşeka dawî şer kirin û şehîd bûn.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku fedaîtî û îradeya Apoyî ji xwe re kirin rêbazeke jiyanê û di taktîkên gerîlatiya dema nû de bûn profesyonel, careke din nîşanî dost û dijminan dan ku gerîla têk naçin. Careke din ispat kirin ku ew hêviya azadiyê ya gelê me ne. Hevrêyên me Memyan, Helmet, Welat û Huseyîn bi şerekî fedaî yên li dijî her cûre êrîşên dijmin şêweyê serketinê nîşan dan, weke milîtanên pêşeng cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girtin.

Meşaleya azadiyê ya hevrêyên me Rojhat û Erdal a li Enqereyê pê xistin, li çiyayên Kurdistanê bilind kirin û yek ji derbên herî mezin ên dîrokê li dijmin xistin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Memyan, Helmet, Welat û Huseyîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Memyan Armanc
Nav paşnav: Hakîm Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Begî-Alî
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Kanûna 2023 / Xakurkê

Nasnav: Helmet Şahîn
Nav paşnav: Kawa Takor
Cihê jidayikbûnê: Dêrelok
Dayik-Bav: Leyla-Kazim Şukrî
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Kanûna 2023 / Zap

Nasnav: Welat Serhed
Nav paşnav: Welat Sonmez
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Mîhrîban-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Kanûna 2023 / Zap

Nasnav: Huseyîn Azad
Nav paşnav: Elyasa Çîftçî
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Nûran-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Kanûna 2023 / Zap

MEMYAN ARMANC

Hevrêyê me Memyan li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku bi sekna xwe ya welatparêziyê herêmeke mînake ji gelê Kurdistanê re. Ji ber ku ji nava xizmên xwe yên nêz tevlîbûn li nava refên gerîla hebû û hin jê şehîd ketin, hevrêyê me Memyan partiya me PKK zû nas kir. Di heman demê de mîna her Kurdekî li Kurdistanê rastiya dijmin bi xwe dît û neçar ma ku di nava sîstema qirkirinê ya dijmin de bijî. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Memyan li dijî dijmin bibe xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me li dijî vê rastiya dijmin, hebûna gerîla ku di xeta fedaîtiyê de têdikoşin, weke şertê hebûnê yê gelê me dît, ji ber vê yekê jî têkoşîna gerîla her tim weke têkoşîneke pîroz dît. Weke ciwanekî Kurd gihîşt wê baweriyê ku divê bersivê bide pirsgirêka azadiyê ya gelê me û pê bawer kir ku bi tevlîbûna li nava têkoşînê dikare berpirsyarî û wezîfeya xwe pêk bîne. Li ser vê bingehê destpêkê weke welatparêzekî tevlî nava karên ciwanên şoreşger bû. Hevrêyê me bi tevlîbûna li nava vî karî hîn bêhtir têgihiştina xwe zêde kir, rastiya dijmin hîn zêdetir fêhm kir. Hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku gelê me tenê bi derxistina dijmin a ji Kurdistanê dikare azad bibe û li ser vê bingehê biryardarî li ser mezinkirina têkoşînê da. Hevrêyê me demeke dirêj karên ciwanan kir, di sala 2015'an de li Geverê beşdarî nava Berxwedana Xwerêveberiyê bû, ji bo bigihêje armanca xwe nîşan da ku wê bi rengê herî xurt li dijî dijmin şer bike. Hevrêyê me Memyan di vê pêvajoya berxwedanê de tevî gelek hevrêyên xwe yên hêja di heman çeperê de şer kir û di serî de Şehîd Îslam Cîlo (Talîp Bartin) û Şehîd Memyan Jiyanda (Îsmaîl Încî) di kesayetiya hevrêyên me de partiya me PKK hîn bi kûrahî nas kir. Bi taybetî kete bin bandora nirxên ku ev hevrêyên me qîmetê dide hevrêtiyê û di sala 2015'an de piştî ku hevrê Memyan Jiyanda (Îsmaîl Încî) şehîd bû, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû navê Memyan li xwe kir, li ser bingeha dilsoziya bi şehîdan re tevlî nava têkoşînê bû û di jiyana xwe ya şoreşgerî de bi dilsoziya bi vê armancê re têkoşiya. Li nava refên gerîla destpêkê li Qendîlê tevlî nava perwerdeyê bû, bi vê perwerdeyê re rastiya têkoşîna me hîn baştir fêhm kir. Hevrêyê me ji xwe re ki armanceke bingehîn ku di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bike, li ser vê bingehê bi kûrbûnên xwe hewl da têkoşîna xwe hîn bi wate bike. Bi rêya perwerdeyê derfet dît ku xwe roj bi roj bi pêş ve bibe, bi kesayetiya xwe ya sade û durust bû milîtanek ku ji hevrêyên xwe re bibe mînak. Her ku di felsefeya Rêber Apo de kûr bû, di asta dilxwaziyê de bi jiyana azad ve hate girêdan, ji bo karibe vê jiyanê biparêze û bigihîne tevahiya mirovahiyê gihîşt wê baweriyê ku divê hîn bi bandor têbikoşe. Pê zanîbû ku ev yek jî tenê bi şerekî çalak ê parastina hebûnê yê li dijî dewleta Tirk ku dijminê mirovahiyê ye, dibe. Di pêvajoya şer de ji bo bersivê bide bendewariyên gelê me, xwe ji aliyê leşkerî ve bi pêş ve bir û taktîk û rêbaza gerîlatiya serdema nû ji bo karibe di kesayetiya xwe de temsîl bike kete nava kûrbûnên mezin. Li ser vê bingehê girîngiyeke mezin da perwerdeyên branşê û baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi gerîlatiyeke profesyonel dikare di şer de bi ser bikeve.

Piştî ku dijmin li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşan kir, hevrêyê me Memyan bi israr xwest biçe herêmên şerê giran. Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me û bîranîna hevrêyên me yên şehîd, hevrêyê me diyar kir ku tenê bi şerê li dijî rastiya dijminê qirker dikare bibe bersiv, li ser vê bingehê derbasî herêma Xakurkê bû. Hevrêyê me bi coş û kelecaneke mezin li herêma Xakurkê tevlî nva kar bû, cudahî nexist navbera ti karî û her kar weke xizmetek ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me dît. Di çêkirina tunelên şer de bi eşqeke mezin cih girt, ji dil bawer kir ku li van tunelên şer wê dijmin bê têkbirin. Hevrêyê me Memyan ji bo vê jî bêrawestan kar kir, di heman demê de êrîşên dijmin ên dagirkeriyê jî şopand. Hevrêyê me Memyan ku kûrbûna xwe hemû li ser şer bû, her tim li benda wê kêliyê sekinî û derba giran li dijmin bixe. Ji bo vê jî li ser detayên şer kûr bû, li ser taktîkên leşkerî yê serketinê kûr bû û gihîşt wê baweriyê û biryardariya li ser rêbaza lêdanê û îradeya Apoyî ev yek dikare pêk were. Li ser vê bingehê li herêma Xakurkê beşdarî gelek çalakiyan bû, ev wezîfe bi rengekî serketî bi cih anî. Lê belê armanca wî ya herî mezin ew bû ku çalakiyên hîn mezin bike ji bo karibe Kurdistanê ji dijmin paqij bike. Lewma baweriya xwe bi tevlîbûneke di rêbaza fedaîtiyê de anî, bi vê armancê xwe ji her alî ve amade kir.

22'ê Kanûna 2023'an li herêma Xakurkê beşdarî Operasyona Şoreşgeî ya Şehîd Ahmed Rûbar bû ku li qadên Girê Şehîd Kamûran û Girê Şehîd Heqî bû, bi vî rengî xwest bigihêje armanca xwe. Bi rêbaza fedaîtiyê xwe berda nava çeperên dijmin û di cezakirina gelek leşkerên dijmin de bi rola xwe rabû. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi vê çalakiya bi bandor gihand asta herî bilind, ji bo hilanîna sedan salan û tola bi deh hezaran şehîdên me bi ser dijmin ve meşiya. Di kêliyeke welê de ku dijmin ne li bendê bû li dijmin xist, dijmin ji bingehê ve hesand û careke din nîşan da ku fedaiyên Apoyî ji bo azadiya gelê me û Rêbertî xwe ji ti fedaîtiyê nadin alî. Hevrêyê me Memyan li Xakurkê bi fedaîtî şer kir û şehîd bû. Bi têkoşîn û sekna xwe ya li nava jiyanê bû mînak ji me re. Her wiha bi şehadeta xwe bû hinceta me ya serketinê.

HELMET ŞAHÎN

Dewleta Tirk a mêtinger bi êrîşên xwe yên asîmîlasyon, înkar û îmhayê yên bêrehm ji xwe re kir armanca bingehîn ku gelê me ji dîrokê ji holê rake. Di demekê de ku ev êrîş zêde bûn, Rêber Apo bi rêya PKK'ê dest li dîrokê werda û meşa azadiyê ya efsanewî da destpêkirin. Gelê me ku li ber înkarê bû, bi rêya PKK'ê ji nû ve rabû ser piya û çanda berxwedanê li her bihosta Kurdistanê belav kir.

Hevrêyê me Helmet li nehiya Dêrelokê ya bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Hevrêyê me Helmet ku li quntara çiyayê Zapê ji dayik bû, li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû. Welatparêziya malbatê, dilsoziya bi Kurdistana azad re û sekna li ser têkoşîna di rêya şehîdan de kir ku kesayetiya hevrêyê me Helmet jî bi vî rengî ava bibe. Hevrêyê me Helmet hîn biçûkanî bû xwedî hişmendiyeke neteeyî ya xurt, hezkirina gel û welat. Dît ku welatê me Kurdistan bi berdêlên mezin tê parastin, bi xwîna bi deh hezaran şehîdan û êşên giran ên gelê me her bihosta welatê me tê azadkirin û bi vê têgihiştinê bala xwe çû ser têkoşîna azadiyê. Hevrêyê me Helmet ku ciwanekî Kurd ê jêhatî û bi huner bû, li gel zaravayê Soranî her wiha zaravayê Kurmancî yê Kurdî û zimanê Farisî hîn bû. Ji ber bala xwe ya li ser sporê, weke ciwanekî sportmend xwe bi pêş ve bir. Dema ku pêwîstî pê hebû ji aliyê aborî ve alîkarî bi malbata xwe re kir û ji bo li ser lingê xwe bisekine di karên cuda de xebitî.

Hevrêyê me Helmet ku hestên hesteweyî di dilê wî de û hişmendiya civakî di mejiyê wî de bû, di temenê ciwantiyê de ji pêşengên sembol ên partiya me PKK'ê û şoreşgerê mezin ê neteweyî hevrêyê me Helmet (Diyar Xerîb) nas kir. Bi naskirina hevrêyê me Diyar Xerîb re di heman demê de bi naskirina îdeolojiya Apoyî ya di şexsê wî de, jiyana derwêşane, uslûb, nêzîkatiya Apoyiyan ji nêz ve nas kir. Jiyan û sekna Apoyiyan bandoreke mezin li hevrêyê me Helmet jî kir û bû sedem ku biryarê bide ji bo bibe şoreşgerekî Apoyî.

Hevrêyê me Helmet destpêkê tevlî nava karên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû, piştre jî beşdarî karên çand û hunerê bû. Li vê derê ji bo zanekirina ciwanên Kurd, ji bo birêxistinkirina li ser bingeha nirxên cewherî û têkoşînê, kar kir. Ji ber ku bavê hevrêyê me Helmet fermandarekî leşkerî bû, ev yek bû sedem ku bala hevrêyê me jî biçe ser qada leşkerî, li ser têkoşîna çekdarî bifikire û berê xwe bide gerîla. Hevrêyê me Helmet li ser vê bingehî di sala 2019'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Helmet ku xwedî kesayetiyeke cewherî, ji dil û durust bû, piştî perwerdeya destpêkê ya li nava gerîla bi lez tevlî nava pratîkê bû. Hewl da ku danheviya têkoşîna 40 salî ya artêşa me ya gerîla, rêbaza tevgerê û taktîkên wê zû hîn bibe, di kesayetiya xwe de bi cih bike û xwe bigihîne kesayetiyeke xurt a gerîla. Li ser vê bingehê ji aliyê teorîk û pratîkî ve xwe perwerde kir. Hevrêyê me Helmet piştî ku tevlî nava refên PKK'ê bû, bi şehadeta hevrêyê me Helmet (Diyar Xerîb) re ji bo bibe şopdarê wî, têkoşîna wî dewam bike, xwedî li bîranîna wî derkeve û tola wî hilîne navê Helmet li xwe kir. Hevrêyê me piştî ku navê Helmet li xwe kir, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de hewl da bibe hêjayî vî navî û ev yek ji xwe re kir esas.

Hevrêyê me Helmet di jiyana gerîlatiyê de hewl da ku berpirsyariyên xwe bi eşqeke mezin bi cih bîne. Tevî ku rêxistina me xwest wî di karên cuda de binirxîne jî hevrêyê me Helmet ji xwe re kir esas ku her tim bibe gerîlayekî şareza û di vê yekê de israr kir. Bi hişmendiya wezîfe û eşqê ya mezin, ji karên çêkirina çeperên şer de heta karên binesaziyê di gelek karên gerîla de ked da. Hevrêyê me Helmet bi jêhatîbûna xwe ya pratîkî, eleqe û bala xwe ya bilind ji bo karibe di qada leşkerî de bibe pispor, di akademiya leşkerî de tevlî perwerdeyê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de xwe bi rengekî xurt tevlî kir, gihand asteke pisporiyê û bû gerîlayekî dema nû.

Êrışên artêşa Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, hewldana ji bo dagirkirina tevahiya Başûrêw Kurdistanê bi hevrêyê me Helmet re hêrseke mezin afirand. Bi taybetî êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêm, gund û çiyayên Zapê yên ku hevrêyê me Helmet lê ji dayik bû û eşîr û malbata wî bi hezaran sal in lê ye, hêrsa wî hîn mezin kir. Gihîşt wê baweriyê ku divê artêşa dagirker û êrîşên wan bêne rawestandin û ji bo vê jî bi israr xwest ku tevlî pêvajoya berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe. Li ser vê bingehê beşdarî nava tîmên gerîla yên profesyonel bû û ji Metîna heta Zapê beşdarî nava berxwedana li dijî dagirkeran bû. Tevlî nava gelek çalakî û operasyonên şoreşgerî bû, weke milîtanekî fedaî yê Apoyî yê pêşeng derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist. Di rewşeke welê de ku PDK hevkariyê ji artêşa Tirk a dagirker re dike, heta qirika xwe di nava xiyaneta neteweyî de çikiya ye, bi temamî bûye cerdevanekî dewleta Tirk a dagirker û Başûrê Kurdistanê pêşkêş dike; hevrêyê me Helmet weke ewladê cewherî yê vê xakê beriya hre tiştî ev hevkarî û xiyanet qebûl nekir, ti carî qebûl nekir ku dagirkerî bê xaka Kurdistanê. Ji bo hebûna Kurdistanê biparêze û azadiyê misoger bike, bi hemû hebûna xwe bi fedaîtî têkoşiya. Hevrêyê me Helmet di nava şert û mercên herî giran ê qadê de bi fedaîtî û îradeyeke mezin ji bo azadiya welatê me Kurdistanê şer kir. Di 23'ê Kanûna 2023'an de li Operasyona Şoreşgerî ya Girê Amediyê weke fedaiyekî pêşeng bi ser dijmin ve meşiya û gihîşt asta şehadetê. Hevrêyê me Helmet derba herî giran li dagirkeran û xayinên hevkarê wan xist. Weke şoreşgerekî neteweyî yê mezin, ewladê leheng ê gelê Kurd ê ku Kurdistan li hemberî dagirkeran parast, weke yek ji milîtanên fedaî û pêşeng ê têkoşîna me ya azadiyê navê xwe li dîrokê nivîsand.

WELAT SERHED

Di tevahiya dîrokê de bajarê me Erzirom ji berxwedana li dijî mêtingeriyê re pêşengî kiriye, xwedî li têkoşîna Rêber Apo derketiye û bi çanda xwe ya welatparêziyê di refê herî pêş de cih girt. Gelê me yê Erziromê bi hezaran zarokên xwe şandiye nava refên berxwedanê, bi serhildanan xwedî li şehîdên xwe derketiye û bi têkoşîna li qadê bersiva pêwîst daye mêtingeran. Çanda berxwedanê ya PKK’ê kir kevneşopî û ji nifşan ragihand nifşan. Hevrêyê me Welat di nava malbateke dilsozê vê kevneşopiya xurt de hat dinê. Destana PKK’ê ya azadiyê di temenekî pir biçûk de nas kir. Malbata wî di nava zehmetiyên madî de jiyana xwe didomand. Hevrêyê me di kar û xebatên cuda de kar kir û alîkarî da malbata xwe. Kedkarî bû yek ji taybetmendiyên wî yên bingehîn. Sala 2004’an tevlî merasîma cenazeyê ya Şehîd Denîz bû ku yek ji xizmên wî bû û vê yekê bandoreke mezin li ser çêkir. Zextên dewleta Tirk a mêtinger lêgerînên têkoşînê yên hevrêyê me hîn zêdetir kir û rastiya dijmin hîn nêztir nas kir. Ji ber pirsgirêkên madî sala 2008’an derbasî metropolên Tirkiyeyê bû û di aliyê madî de alîkarî da malbata xwe. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de Partiya me hîn nêztir nas kir. Hevrêyê me bi xeyala tevlîbûna nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê mezin bû, xwest di vî demê de tevlî bibe lê ji ber ku temenê wî biçûk bû, nekarî beşdar bibe. Biryardariya têkoşînê û xwesteka tolhildanê ya ji mêtingeran, bû sedem ku hevrêyê me Welat hemû astengiyên li pêşiya xwe yek bi yek derbas bike.

Hevrêyê me tevlî xebatên ciwanan bû û di xebatên xwe de hewl da ciwanên Kurd û gelê me ji êrîşên dagirkeran biparêze. Bi tempoyeke bilind li her qadê xebateke bi bandor meşand. Hevrêyê me gelek caran ji aliyê dagirkeran ve hate binçavkirin, lê ti carî li hemberî mêtingeran tawîz neda. Berxwedana xwe bilind kir û bersiva pêwîst da. Hevrêyê me di nava pratîkê de timî pêş diket û di nava gel de bû mîlîtanekî pêşeng. Ji bo ku bibe mîlîtanekî layiqê Rêber Apo ku di sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de berxwedaneke dîrokî dimeşîne, azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk bîne û gelê me bibe xwedî siberojeke azad, sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû ku xeyalê wî yê zarokatiyê bû. Hevrêyê me Welat li Botanê ku li Kurdistanê navenda gerîlatiyê ye û Fermandar Egîd li wir derbeyên mezin li mêtingeran xistiye, tevlî nava refên gerîla bû. Di roja 21’ê Adarê de tevlî bû û bû Newroz. Bi Newrozan xwe afirand û bi tevlîbûna xwe ya mîlîtanî berxwedana gelê me silav kir. Hevrêyê me Welat ku di nava xwezaya Kurdistanê û çêkera wê ya xurt a civakî de mezin bûye, bi kesayeta xwe ya kedkar û dilsozê çandê pir bi lez fêrî şert û mercên zehmet ên gerîlatiyê bû. Bi kesayeta xwe ya bi enerjî û rûken hezkirina hevrêtiyê nîşanî her hevrêyekê kir. Di karên herî zehmet de armanc kir ku li pêş be.

Hevrêyê me li Cûdiyê perwerdeya gerîlatiyê ya esas qedand û li Bakurê Kurdistanê dest bi pratîka xwe ya yekem a gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Welat di nava pratîkê de xwe perwerde kir û pijiya. Bi kesayeta xwe ya kedkar û îradeya xwe ya xurt, bû pêşeng. Bi hevrêyên xwe re bû yek û gelek wezîfeyên krîtîk bi serkeftî qedand. Tevî ku bi giranî birîndar bû, bi îradeya Apoyî bi lez baş bû. Hevrêyê me di demekî kurt de vegerî çeperên berxwedanê. Hevrêyê me ku li gelek deverên Botanê pratîk meşand, ji bo ku li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê gelê me biparêze, bû yek ji hevrêyên me yên destpêkê ku derbasî Rojava bûyî. Di têkçûna dîrokî ya çeteyên DAÎŞ’ê û piştevanên wê de, bû xwedî kedeke mezin. Piştî Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku bi îradeya azad a gelê me hate afirandin, car din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Weke mîlîtanekî bi tecrube û pêşengekî xwedî ruhê demê, têkoşîna xwe bê navber meşand. Hevrêyê me Welat bi perwerdeyên ku dîtî hem agahiya xwe ya bîrdozî û hem jî leşkerî kûr kir, ji Metînayê heta Zapê li kuderê pêwîst kiriba di çeperê herî pêş de cih girt û pêşengî kir ku derbeyên giran li dagirkeran were xistin. Hevrêyê me Welat di her çalakiya ku tevlî bûyî de, tirsekî mezin xistiye dilê dagirkeran. Hevrêyê me Welat Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk di şexsê xwe de şênber kir û di pratîkê de nîşan da. Her kêliya ku nefesê distîne, fedayî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Ji ber ku ji malbat û derdora wî gelek tevlîbûn û şehadet hebûn, hevrêyê me Welat pir zû bû dilsozê rastiya şehîdan û têkoşînê.

Hevrêyê me Welat ji bo ala berxwedanê ya şehîdên me hîn bilindtir bike, her kêlî di nava lêhêrbûnê de bû. Parêznameyên Rêber Apo ji xwe re kir rehber û pir kûr bû. Hevrêyê me bêyî bibêje biçûk yan mezin, bi cidiyeteke mezin nêzî hemû wezîfeyên şoreşê bû. Ti carî bi ya heyî têr nebû û her tim hîn zêdetir tevlîbûn esas girt. Dema ku êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger li ser Başûrê Kurdistanê çêbûn, hevrêyê me ji bo ku tevlî berxwedana dîrokî ya li qadên Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bibe pir israr kir. Di çeperê herî pêş de cihê xwe girt. Di gelek çalakiyan de bi timî cara ewilî bi ser dagirkeran de diçû û çeper hildiweşand. Hevrêyê me li hemberî dagirkerî û dagirkeran xwedî hêrseke mezin bû. Bi kesayeta xwe bi cesaret bersiva pêwîst da mêtingeran. Di şexsê hevrêyên me şehîd Ciwan Welat, şehîd Andok Adil û şehîd Botan Raperîn de, xwedî li berxwedana hemû şehîdên me derket. Ala berxwedanê ya ku hevrêyên me bi canên xwe bilind kirî, hîn zêdetir bilind kir û bêyî dudil li pey şopa pêşengan meşiya.

Hevrêyê me Welat di xeta têkoşînê ya fedayiyên me yên nemir de, bêyî dudil ber bi pêş ve çû, bi mîlîtanî jiyan kir û şer kir. Bû layiqê xeta berxwedanê ya ku ji şehîdên me mîras maye. Li pey xwe mîrateyeke têkoşînê hişt ku wê ti carî neyê jibîrkirin. Wê bîranîna hevrêyê me Welat her tim pêşiya me ronî bike û em ê bîranîna wî teqez bigihînin serketinê.

HUSEYÎN AZAD

Hevrêyê me Huseyîn Mûş, li Kopê di nava malbateke welatparêz ku bi nasname û nirxên xwe yên çandî ve girêdayî bû de, ji dayik bû. Ji bo vê jî hevrêyê me Huseyîn li ser esasê cewherê Kurdbûnê hate mezinkirin. Hevrêyê me yê ku li gund di hewîrdorek xwezayî de mezin bû, bi taybetmendiya xwe ya cewherî û xwezayî derket pêş. Ji ber ku têkoşîna partiya me PKK’ê ya li dijî dewleta Tirk a qirker mîna li tevahiya Kurdistanê li herêma Serhedê jî bi bandor bû, hevrêyê me Huseyîn ji biçûkatiya xwe ve gerîla û partiya me nas kir. Hevrêyê me ku gerîla herî zêde ji bername, rojname û pirtûkên dixwend nas dikir, bi bandora ku jiya, gerîla wekî qehremanê zarokan didît. Xeyala xwe ya herî mezin weke tevlîbûna li nava gerîla û bûyîna şervanekî azadiyê yê gelê me diyar kir. Hevrêyê me ya ku heta emrê xwe yê ciwantiyê tevî malbata xwe li gund jiya, piştre ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike berê xwe da metropolên Tirkiyeyê. Hevrê Huseyîn ku li vir dest bi xebatên ciwanan jî kir, di van xebatan de derfet dît ku rastiya partiya me ji nêz ve nas bike. Dîsa hevrêyê me Huseyîn ku ji nêzîkatî û têkiliyên hevrêtiyê yên hevrêyên xwe di xebatên ku di nav de cih girtiye bandor bûye, her roja ku derbas dibû girêdana wî bi têkoşînê zêdetir dibû. Her ku felsefeya Rêber Apo fêm kir, girêdana wî ya jiyana azad re jî xurttir bû û derxist zanabûnê ku ji bo bibe parçeyek ji vê jiyanê divê xwe di felsefeya Rêber Apo de kûrtir bike.

Hevrêyê me yê ku derfet dît rastiya dijmin li derdora ku lê dijî ji nêz ve nas bike, polîtîka û pêkanînên qirkirinê yên sed sal in ku ji aliyê dijmin ve tê meşandin, bi kûrahî analîz kir. Hevrêyê me Huseyîn ku ketibû ferqa divê li dijî rastiya dijmin hê bêhtir têbikoşe, lêgerîna wî di vî alî de zêdetir bûn. Êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya bi desteka dewleta Tirk a li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava û berxwedana destanî ya gelê me bi taybetî li Kobanê, hevrêyê me Huseyîn gelekî bandor kir. Hevrêyê me ku weke ciwanekî Kurd biryar da ku tevlî vê berxwedana destanî ya gelê me bibe, biryar da bi xwişka xwe Roza re tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me ku perwerdehiya xwe ya destpêkê li herêma Zapê dît, bi perwerdehiya wergirtî re yekser adapteyî jiyana çiyê û gerîlatiyê bûye. Hevrêyê me Huseyîn ku bi coş, kelecan û moraleke mezin tevlî jiyanê bû, bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wî bi saya van taybetmendiyan, ew ji xwe re mînak bigirin. Di her hawîrdora xwe de karîbû bibe navenda hêz û cazîbeyê û bi sekn û tevlîbûna xwe ya jiyanê di demeke kurt de hurmet û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê li Kerkûk û Maxmûrê li dijî gelê me êrîşek pêk anîn, hevrêyê me Huseyîn ku di nava komên destpêkê de derbasî herêmê bû, bû yek ji hevrêyên me ku bi şerê li dijî çeteyan ê li vê derê re pêşî li komkujiyên nû yên li ser gelê me girt. Hevrêyê me Huseyîn ku di dema şerê giran de li dijî çeteyan di gelek çalakiyan de cih girt, her wiha gelek xebatên cuda meşand, erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî layiqî bi cih anî.

Piştî ku erka xwe ya li Kerkûk û Maxmûrê bi rengekî serketî bi dawî kir, hevrêyê me vegeriya çiyayên Kurdistanê û di serdema nû de xwe li ser prensîbên gerîlatiyê perwerde kir. Hevrêyê me ku weke milîtanekî Apoyî yê profesyonel xwe ji pratîkeke zehmet re amade kiribû, di serdemeke êrîşên dijmin ên herî giran de berê xwe da herêma Cîlo. Li vir jî hevrêyê me ku pratîkeke serkeftî meşand, piştî ku demekê li qada Zapê jî ma, ji bo xwe di felsefeya Rêbertî de kûr bike û xwe ji bo pêvajoya şer amade bike pêşniyar kir ku derbasî perwerdehiya bîrdozî bibe. Hevrêyê me ku pêşniyara wî hate qebûlkirin û li akademiyê dest bi dîtina perwerdehiyê kir, bi perwerdehiya wergirtî re di felsefeya Apoyî de kûrtir bû. Hevrêyê me ku hê bi watetir tevlî jiyanê bû, ji bo bibe layiqî keda hevrêyên xwe yên di vê pêvajoya perwerdehiyê de alîkarî dan wî, bû xwedî biryardarî û kedeke mezin. Hevrêyê me Huseyîn ku dizane bi kûrkirina rêgezên partiya me re dikare bibe bersiva pêvajoyê, bi lêhûrbûna ku di pêvajoya akademiyê de jiyaye û hêza ku ji hevrêyên xwe standî, gava xwe ya pêşî bi pratîkeke serkeftî avêt.

Hevrêyê me Huseyîn ku bi tevlîbûna li nava tîmên gerîla yên bi tevger tevlî pêvajoya şer bû, li dijî dijmin tevlî gelek çalakiyan bû û hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi pratîka xwe nîşan da. Hevrêyê me Huseyîn ku fedaîbûnê veguherand rêbazeke jiyanê, bi çalakiyên xwe re ev yek bi zelalî raxist pêş çavan. Hevrêyê me Huseyîn ku kêliyekê jî tehemûlî hebûna dijmin a li Kurdistanê nekir, armanca xwe ya herî mezin derxistina dijmin ji Kurdistanê bû. Ji bo vê jî roj bi roj di aliyê leşkerî de xwe perwerde kir û bi pêş xist. Hevrêyê me Huseyîn ku di her çalakiya xwe de bi şêwaz û taktîkên dewlemend lêhûrbûnên xwe yên kûr nîşan da, di gelek çalakiyên li dijî dijmin de encamên serketî bi dest xist. 

Hevrêyê me yê ku herî dawî bi awayekî fedaî tevlî operasyona şoreşgerî ya li Girê Şehîd Pîrdogan bû, li vir derbeyek dîrokî li dijmin xist. Hevrêyê me Huseyîn ku bi îrade û xwînsariyek mezin derbeke têk birinê li dijmin xist, tevî ku bi giranî birîndar bû jî bêyî ku ji sekna xwe ya fedaî tawîzê bide, heta nefesa xwe ya dawî şer kir û gihîşt şehadetê."