HPG: Şehîdên Avaşînê nîşan dan ku gerîlatiya Apoyî têk naçe

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Bi şerê ku meşandin derbên giran li artêşa Tirk a qirker xistin û di nava şert û mercên herî giran de nîşanî dost û dijminan dan ku gerîlatiya Apoyî têk naçe."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"8'ê Cotmeha 2021'ê li herêma Avaşînê di bombardûmana giran a dewleta Tirk a dagirker de li qadên Dola Konferansê û Tabûra Ereban milîtanên pêşengê Pêngava Bazên Zagrosê Hozan, Hebûn, Çiya, Hogir û Mizgîn ên derbên giran li dagirkeran xistin, şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Hozan Kato
Nav paşnav: Agît Biro
Cihê jidayikbûnê: Dirbesiyê
Dayik-Bav: Fatma-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Hebûn Kato
Nav paşnav: Sumeyye Ataman
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Rahîme-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Çiya Tendurek
Nav paşnav: Mesût Salazer
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Kamîle-Mehmût
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Hogir Deravî
Nav paşnav: Ahmet Dûman
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Asya-Omer
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Mizgîn Dilbirîn
Nav paşnav: Fatma Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Vahîde-Azîz
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

HOZAN KATO

Hevrêyê me Hozan li bajarê Dirbesiyê yê Rojava li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata wî dema ku Rêberê me li Sûriyeyê bû partiya me PKK nas kir û bi rengekî çalak tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, şehîd da. Hevrêyê me Hozan li nava malbateke wiha welatparêz ji dayik bû, mezin bû û bi vê avantajê partiya me û Rêber Apo nas kir. Hevrêyê me Hozan di temenê ciwantiyê de partiya me nas kir û gihîşt asta fêhmkirina partiya me. Bi rengekî çalak tevlî karên tevgera me bû. Lê belê baweriya xwe bi wê yekê anî ku azadiya gelê me tenê bi şerê gerîla dibe û sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû.

Demekê piştî tevlî nava refên gerîla bû, bi kedkariya xwe bala hevrêyên xwe kişand û bû milîtanekî cihê hurmetê. Li her qada ku lê ma bi tevlîbûneke bi fedakarî hewl da mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih bîne, di heman demê de bi kesayetiya xwe ya dilnizm jî bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Hozan li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê kar kir, erkên girîng bi cih anî û hewl da berpirsyariya xwe ya wijdanî li pêşberî şehîdan û gelê me pêk bîne. Di vê çarçoveyê de dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Rojava kirin, bi berpirsyariya şoreşgerî tevlî berxwedana li Rojava bû û di têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê de ku belayê serê mirovahiyê bûn, roleke girîng bi cih anî. Hevrêyê me Hozan wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi tecrûbeyeke mezin a şer û serketinê temam kir û careke din berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Karên perwerdeyê û li ser vê bingehê jî pêşvebirina kesayetiya xwe ya li ser xeta Rêbertî gelekî girîng didît û ji bo bibe milîtanekî pêşeng ê Apoyî gelekî hewl da. Her wiha tecrûbeya xwe ya şer jî bi rêbaz û taktîkên gerîla re kir yek û bi vî rengî gaveke mezin avêt, bi wezîfeya fermandariyê rabû. Ji sala 2016'an û pê ve li herêma Avaşînê di nava 5 salan de tevlî bi dehan çalakiyên li dijî dewleta Tirk a mêtinger bû û gelek caran nîşanî dijmin da ku gerîla têk naçe. Di pêvajoya operasyonê de ku dewleta Tirk a mêtinger ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê meha nîsanê da destpêkirin, hevrêyê me Hozan taktîkên gerîla yên serdema nû bi hostatiyeke mezin bi kar anî û li gelek nuqteyên Avaşînê ku fermandarî ji hevrêyên xwe re dikir bi dehan çalakî pêk anî û bû tirsa dilê leşkerên dijmin. Hevrêyê me Hozan ku yek ji fermandarên pêşeng ê Pêngava Bazên Zagrosê bû hem bi hostatiya xwe ya di şer de hem jî bi sekna xwe ya bi pîvan a di jiyanê de bû hevrêyekî mînak û li Avaşînê bû yek ji fermandarên efsanewî.

HEBÛN KATO

Hevrêya me Hebûn li navçeya Elkê ya Şirnexê li nav malbateke welatparêz û di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl dayî çêbûye. Ji ber sedema ku malbat welatparêz e ji zaroktî ve partiya me nas kiriye. Hê dema ciwan di hişmendî de bûye xwe astekê, lê geriyaya ku Rêbertiya me û Partiya me fêhm bike. Xasma jî bi jinbûna xwe nakokiyên kûr ên li jiyana têdeyî dîtiye û neerîna pegalê ya li jinê, rola ku lê hatî fesilandiye red kiriye, hatiye çiyayên Kurdistanê, mekanê jiyana azad û tevlî nav refên gerîla bûye.

Hevrêyê me Hebûn ku piştî tevlî nav refên gerîla bûye li Bakurê Kurdistanê têkoşiyayî di vê pêvajoyê de rêgezên sereke yên gerîlatiyê hîn dibe, her wiha Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêbertiya me fêhm dike û ber bi jina azad ve gavên pêşî davêje. Hevrêya me Hebûn piştre derbasî Başûrê Kurdistanê dibe, li gelek qadan dimîne û dibe xwedî pratîkeke serkeftî.  Xasma jî bi gerîlabûna xwe ya YJA Starê, hay ji berpirsyariya xwe ya dîrokî ya serdemê li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bar kirî çêbûye û bûye xwedî jiyan û pratîkeke layiqî vê berpirsyarî hêviya ku jê dihate kirin. Hevrêya me Hebûn ku hay ji rola jinê ya li nav tevgera me ya azadiyê û terisîna vê rolê ya li jiyan û şer hebû, tevlî berxwedana bêhempa ya li Avaşînê bûye û bi pêşengî li berxwedana heyî kiriye. Bi zîrketiya xwe ya di şerê tîmên mobîl de tevlî gelek çalakiyan bûye, her wiha di têkiliyên xwe yên hevrêtiyê de, bi nêzîkatiya xwe ya sade û dirûst li her gav û qada jiyanê pêşengî kiriye.

ÇIYA TENDUREK

Hevrêyê me Çiya li bajarê berxwedanê yê Serhedê Wanê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber ku malbat welatparêz bû û ji derdora malbatê tevlêbûna li nav gerîla hebû, ev dibe sedem ku hevrêyê me Çiya partiya me PKK'ê nas bike. Dema ku zanîngehê dixwîne li nav xebatên ciwanan dibe û wiha deset bi xebatên xwe yên pêşî yên şoreşger dike. Lê sala 2014'an piştî ku çeteyên DAÎ'ê êrîşê tîne ser Rojava û Şengalê ji bo ku gelê me biparêze tevlî nav refên gerîla dibe.

Piştî ku tevlî nav refên gerîla dibe tekiliyên hevrêtiyê yên partiya me û jiyana çiyê tesîrê li ser dike û bi hemû enerjiya xwe, xwe di ber jiyanê re dike û ev li hemû qadên jiyanê bi rengekî beloq xuya dike, li dijî têsîrên pergla kapîtalîst a li ser kesayata mirov têdikoşe. Bi vî rengî bandorên pergalê ji ser xwe davêje û digihije rastiya xwe .Hevrêyê me Çiya di şerê dijî DAÎŞ'ê de dibe xwedî tecrûbeyeke mezin. Di vî şerî de yê ji bo mirovahiyê hatî kirin gelek caran birîndar dibe û ev rewş dibe sedema ku zêdetîr bi îdeala azadiyê û xeyala xwe ve were girêdan. Hevrêyê me Çiya ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de peywira xwe ya diî DAÎŞ'ê bi serkeftî bi cih tîne piştre berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên ku dildarê wan e.  Jiyana çiyê ji divêtiyê derxistiye, weke rengê jiyanê dîtiye û bi rengê azaweriyê dil daye vî rengê jiyanê. Bi vê girêdayinê pêşengî li her qada jiyanê jiyanê kiriye. Li gel berpirsyariyên sirûştî, bi bîreweriya berpirsyarî û peywira fermandarbûnê, ji bo ku hewcehiyê pêvajoya dîrokî bi cih bîne pir hûr û kûr bûye û kêfaret kiriye. Dema ku li Avaşînê bû, weke milîtanekî Apoyî bi fedakarî û dilnizmî tevlê bûye, bi van xasetên xwe kiriye ku hemû hevrêyên wî, wî teqdîr bikin. Her wiha dîsa bi helwesta tûh a di şêwaza fermandariyê de û bi tevlêbûna xwe ya li her xebata ku kirî, bi pêşengiya xwe bi hemû hevrêyên xwe re yekerebûneke rihî pêk aniye.  Di pêvajoya şer de jî bi vê tevlêbûna xwe, peywira xwe ya fermandarî û pêşengiyê bi hesasiyeteke mezin bi cih aniye, bûye pêşengê şerê tîmên mobîl ku yek ji taktîka şer a Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk e. Bi şerê tîmên mobîl ku hevrêyê me Çiya pêşengiya wê kiriye mudahele li her qadê hatiye kirin ku dewleta TC'ê ya mêtinger êrîş aniye ser û derbên giran li dijmin hatine xistin.

HOGIR DERAVÎ

Hevrê Hogir di nav malbateke welatparêz a eşîra Ertûşî ji dayik bûye. Bi bandora derdor û malbatê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kiriye û bûye sempatîzanê wê. Hevrê Hogir wekî ciwanên Kurd ên xwedî wijdan dema ku partiya me nas kiriye, tevlî nav xebatên şoreşê bûye. Wî asta xwe ya tevlêbûnê tu carî wekî asteke baş nedîtiye,biryar daye ji bo azadiya gelê me zêdetir têbikoşe û li ser vî esasî tevlî nav refên gerîla bûye. 

Hevrê Hogir li Avaşînê tevlî nav refên gerîlayan bûye, wî jiyana xwe ya şoreşger li Avaşînê derbas kiriye û bi Avaşînê re bûye yek. Wî li her qada Avaşînê xebat meşandiye û tecrubeyeke xurt stendiye. Bi serweriya xwe ya li ser eraziyê di dema pêvajoya şer de roleke mezin lîstiye û di berxwedana dîrokî de bi coşa ciwanî û tecrubeya şer pêşengtî kiriye. Hevrê Hogir bi kesayetiya xwe ya xwezayî û enerjîk ji bo hevalên xwe bûye çavkaniya moral û di heman demê de bi helwesta xwe ya li qada şer û bi hêrsa li hemberî dijmin bawerî daye hevrêyên xwe. 

MIZGÎN DILBIRÎN

Hevrê Mizgîn li Kobanê ji dayik bûye û di nav derdora azadiyê ya Şoreşa Rojava de mezin bûye. Bi bandora şoreşê re, hevrê Mizgîn PKK û Rêber Apo nas kiriye û piştî demekê biryar daye ku tevlî nav refên gerîla bibe û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. 

Piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye di hunera şer de xwe kûr kiriye û wekî gerîlayeke xurt tevlî nav xebatên şoreşê bûye. Hevrê Mizgîn ji bo ko îdeolojiya Rizgariya Jinan a Rêbertiya me fêm bike û jiyaneke li gorî vê çarçoveya îdeolojîk bijî gelekî hewl daye. Di pêvajoyên perwerdehiyê de nakokiyên li ser jinan dîtiye û xwestiya van nakokiyan pûç bike.  Hevrê Mizgîn perwerdehiya pisporiya leşkerî stendiye û bûye gerîlayeke profesyonel. Li Başûrê Kurdistanê li gelek qadan xebatên şoreşê meşandiye û piştre çûye qada Avaşînê ya ku şerekî gur lê heye. Hevrê Mizgîn li vê derê jî bi bîrbûna pêşengtiyeke jin tevgeriyaye û ji bo ku rengê jinê di şer de xuya bike, kedeke mezin daye. Hevrê Mizgîn bûye yek jî pratîkvana pêşîn a şerê tîma gerok a ku taktîka me ya nû ya şer e. Hevrê Mizgîn bûye yek ji milîtana pêşeng a Pêngava Bazên Zagrosê. 

Malbatên hêja yên hevrêyên me Hozan, Hebûn, Çiya, Hogir û Mizgîn ên ku bi berxwedana xwe derbên giran li artêşa Tirk xistine, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.”