HPG: Çavrê Gelhat şehîd bû

HPG’ê nasnameya gerîlaya şehîd eşkere kir û got: "Ji bo ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikeve, kedeke mezin da."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêya me Çavrê Gelhat 4’ê Cotmeha 2023’an li herêma Metînayê di encama qezayekê de şehîd bû. Hevrêya me Çavrê ku jina serhildêr a Botanê û hezkiriya azadiyê bû, di jiyana xwe ya 9 salan a şoreşgeriyê de bi sekna xwe ya li ser xeta azadiya jinê, bû şervaneke mînak a YJA Starê û mîlîtana PAJK’ê. Baweriya xwe ya ji serkeftinê re her roja ku derbas bûyî mezin kir û xwe pêş xist. Ji bo ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikeve, kedeke mezin da. Hevrêya me Çavrê ji hevrêyên xwe pir hez dikir û li her qada ku lê ye bal dikişand; bi samîmiyet, dirûstî û kesayeta xwe ye bi cewher û hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrêya me Çavrê di encama qezayekê de tevlî karwanên şehîdan bû û vê yekê em pir xemgîn kirin. Weke hevrêyên wê em diyar dikin ku em ê bibin şopdarê xeyalên wê. Em ji malbata hêja ya hevrê Çavrê û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Çavrê Gelhat bi vî rengî ne:

Nasnav: Çavrê Gelhat
Nav û Paşnav: Şîlan Bakşî
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Nazenîn – Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Cotmeha 2023’an / Metîna

Hevrêya me Çavrê di nava malbateke welatparêz a Botanê û ji eşîra Spêrtî ji dayik bû. Eşîra Spêrtî ji roja avabûna Partiya me û heta roja me ya îro têkoşîna me parastiye û xwedî lê derketiye. Zarokên xwe yên herî hêja beşdarî têkoşîna me kiriye û wezîfeyên xwe yên welatparêziyê di asta herî bilind de bi cih aniye. Ji vê eşîra me ya berxwedêr fermandar û mîlîtanên pir hêja derketine. Di heman demê de xwedî bi dehan şehîdan e. Her tim bîranînên şehîdan dide jiyîn, li pey şopa wan dimeşe û vê yekê weke deynekê dizanin. Lewma ji bo hîn zêdetir têkoşîna me mezin bikin, xwe ji fedakariyên mezin nadin paş. Ji ber ku hevrêya me Çavrê di nava eşîr û malbateke bi vî rengî hêja de mezin bûye, ji temenê biçûkahiyê ve têkoşîna me nas kir. Hevrêya me Çavrê bi guhdarkirina çîrokên lehengiyên fermandarê me yê hêja şehîd Şerîf Spêrtî (Huseyîn Şengul) û fermandarê efsanewî yê Garzanê şehîd Kemal Spêrtî mezin dibe. Xeyala roja ku li pey şopa van fermandarên egîd bimeşe dike û bi vê xeyalê mezin dibe. Hevrêya me girêdayî çanda Kurd û exlaqê civakî mezin dibe. Li dijî polîtîkayên bişaftinê û pêkanînên şerê taybet ku dijmin dixwaze li Kurdistanê belav bike, bi hestiyar bû. Hevrêya me nasnameya xwe ya Kurdîtiyê û zimanê xwe parast. Bi vî rengî bersiva polîtîkayên dijmin da. Hevalên xwe jî li ser vî bingehî rêxistin kir û bû sedem ku polîtîkayên dijmin bêyî encam bimînin.

Hevrêya me Çavrê mîna her Kurdekê şahidî ji komkujî û zextên ku dewleta Tirk li Kurdistanê li ser bingehê siyaseta qirkirinê li dijî gelê me pêk tîne re kir. Lewma li dijî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêya me fêm dikir ku ji bo li dijî dijmin bibe bersiv divê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê û bi vî rengî ket nava lêgerînan. Hevrêya me fêm kir ku êdî dibistanên dijmin ku hêlînên bişaftinê ne, tiştek nîne bide wê û piştî refa 11’an dest ji dibistanê berda. Bi vî rengî li dijî statuya koletiyê ya ku dijmin li gelê me ferz kirî, ket nava têkoşînê. Hevrêya me Çavrê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku bi alîkariya dewleta Tirk li Rojava û Şengalê êrîşî gelê me kirin û bi hezaran mirovên me qetil kirin, bû xwedî hêrseke mezin. Bi taybetî li hemberî kolekirin û firotina jinên Êzidî pir bandor bû. Hevrêya me ev êrîşên çeteyan kir sedemê têkoşînê û ji bo ku xeyala xwe ya zarokatiyê pêk bîne, sala 2014’an berê xwe da Cûdî û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Çavrê demekî kurt li herêma Cûdî dimîne û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Li vir bi perwerdeyên ku dibîne, bi lez fêrî jiyana çiya û gerîla dibe. Di jiyana gerîla de destpêkê ji têkîliyên hevrêtiyê bandor dibe. Her wiha ji ber ku Partiya me nirx dide mirovan û tevgereke gerdûnî ye ku xîtabî hemû mirovahiya ji bo sosyalîzm û azadiyê têdikoşe dike, ev yek jî dibe sedem ku hevrêya me bandor bibe. Perspektîf û nirxandinên Rêbertî yên derbarê azadiya jinê bû sedem ku hevrêya me Çavrê bi hemû heyîna xwe beşdarî têkoşînê bibe û xwe feda bike. Armanca destpêkê ya hevrêya me Çavrê ew bû ku bibe mîlîtaneke baş a PKK-PAJK’ê û şervaneke YJA Starê. Li ser vî bingehî bi baldariyeke mezin perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk guhdar kir. Hevrêya me her tim girêdayî armanca azadkirina gelê me bû û ji bo vê yekê her tim esas digirt ku xwe pêş bixe. Hevrêya me di vî warî de bû xwedî hewldan û kedeke mezin. Bi vê sekna xwe ji hevrêyên xwe re jî bû mînak. Hevrêya me Çavrê xwest ku xeta azadiya jinê hîn baştir fêm bike û bibe xwediyê jiyaneke li gorî esasên vê xetê û fêm kir ku ev yek encex bi têkoşînê pêkan e. Hevrêya me dizanî ku têkoşîn wê bi sekna kadroyî bi ser bikeve û lêhêrbûnên xwe yên di vî warî de her roja ku derbas dibe hîn kûrtir kir. Bi taybetî fikrên Rêbertiya me ya derbarê azadiya jinê, bû çavkaniya sereke ya zanebûna hevrêya me Çavrê. Hevrêya me hingî ku Rêbertiya me dixwend hîn zêdetir lêhêrbûn dikir û her roja ku derbas dibe hîn zêdetir nêzî azadiyê bû. Hevrêya me weke mîlîtaneke jin xwest bibe xwedî jiyaneke li gorî mîsyona pêşengiyê û ji bo ku xwe di vê çarçoveyê de hîn baştir perwerde bike, beşdarî perwerdeya Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan bû. Hevrêya me Çavrê li gel bi dehan hevrêyên xwe yên jin, li ser hêza cewherî jiyan afirandin û bû xwedî baweriyeke bêhempa ya ji xwe. Hevrêya me di pêvajoya perwerdeyê de derfet dît ku taybetmendiyên xwe hîn baştir analîz bike, texrîbatên ku sîstemê di kesayeta wê de ava kirî yek bi yek derbas kir û hîn zêdetir nêzî nasnameya jina azad bû.

Hevrêya me Çavrê bi hêza ku ji perwerdeyê girtî, derbasî Bakurê Kurdistanê bû û xwest ji daxwaza azadiyê ya gelê me re bibe bersiv. Ji bo ku li dijî dijmin têkoşîneke bê eman bimeşîne, xwe di her warî de amade kir. Bi taybetî xwest derbasî qada Botanê bibe ku lê ji dayik bûye û mezin bûye. Lê ji ber hin pêdiviyan hevrêya me derbasî qad û xebateke cuda bû. Hevrêya me Çavrê pêdiviyên rêxistina me li ser her tiştî re digirt û bi têgihiştineke bê hempa tevlî vê xebatê bû. Hevrêya me Çavrê ku xwedî kesayeke dirûst, dilsoz, xebatkar û ji xwe bawer bû, bi sekn û tevlîbûna xwe ya di vê xebatê de bû mîlîtaneke mînak. Hevrêya me xebatên xwe pir bi bandor dimeşand û bi rengî hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc kir. Bi sekna xwe dilnizm derket pêş û parastina nirxên dewrî li ser her tiştî re digirt.

Hevrêya me piştî demekê diyar beşdarî van xebatan dibe, derbasî herêma Heftanînê dibe. Li vir xebatên xwe didomîne. Hevrêya me li vir dibe xwedî pratîkeke serkeftî û di heman demê de lêhêrbûnên xwe hîn kûrtir dike. Bi vî rengî weke gerîlayeke YJA Starê dibe xwedî tevlîbûneke li gorî mîsyona xwe. Hevrêya me Çavrê dixwest di gerîlatiya demê nû de kûr bibe û bi vî rengî bibe gerîlayeke profesyonel a YJA Starê. Bawer kir ku encex bi vî rengî dikare li dijî siyaseta qirkirinê ya ku dijmin li ser gelê me pêk tîne bibe bersiv, azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk bîne û tola şehîdên me hilîne. Bi vê lêhêrbûna kûr derbasî herêma Metînayê bû ku dijmin bi dijwarî êrîş dibir ser. Li vir tevlî berxwedana ku bi lehengên destanî yên Hêjar, Rêber, Nûrî, Berfîn û Semayan hatîn afirandin, dibe û armanc dike ku berxwedana şehîdên me bigihîne serkeftinê. Ji bo vê yekê bi tempoyeke bilind têdikoşe û her kêliya xwe bi lêhêrbûnê derbas dike ku derbe li dijmin bixe. Heta kêliya ku şehîd bûyî bi baweriya ji bîrdoziya Rêbertî û meşa li ser xeta jina azad, bû mîlîtaneke mînak a PKK-PAJK’ê. Weke hevrêyên wê em soza xwe dubare dikin ku xeyalên hevrêya xwe Çavrê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”