HPG: 8 dagirker hatin cezakirin

Gerîla bi pêngavan bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di çalakiyên gerîla dle 8 dagirker hatin cezakirin. Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal jî li Girê Zendûrayê 3 caran çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Bi çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' hêzên me bi ruhê êrişê yê Apoyî ji bejahî û hewayî ve çalakiyan dewam dikin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên ku hêzên me li dar xistine wiha ne:

ÇALAKIYÊN HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL

Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 9'ê Gulanê saet di 07:30, 08:15 û 09:40'î de li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûrayê 3 çalakî li dar xistin. Di encama her sê çalakiyê hewayî de bi rengekî serketî derb li dagirkeran hate xistin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ

Di çarçoveya 'Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê' de;

7'ê Gulanê saet di 12:40'î de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Dilgeş bi sûîqestê çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

7'ê Gulanê saet di 18:30'ê de li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan li dijî dagirkeran çalakiyek êrişê hate kirin. Destpêkê kozikek ku 2 dagirker tê de bûn hate hedefkirin, ev kozik bi temamî hate îmhakirin û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Piştre jî li kozikeke din hate xistin û kozika li vir jî bi temamî hate îmhakirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 4 dagirker hatin cezakirin. Her wiha derb li dagirkerên din ên li ser vî girî hate xistin û di encamê de radara li ser girt hate îmhakirin.

Di vê çalakiya êrişê de ku ji bo hilanîna tola Şehîdên Mamreşo hate lidarxistin bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û radarek hatin îmhakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bombe li derdorê barandin. Êvarê saet di 20:00 de jî dagirkerên hatin cezakirin û birîndarkirin bi helîkopteran ji herêmê hatin birin.

8'ê Gulanê saet di 08:30'î de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl didan li Girê Şehîd Ekîn bi pêş ve biçin bi sabotajê çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker saet di 09:30'î de dagirkerê h ate cezakirin ji qadê bir û bi qedemeyekê xwe vekişand.

ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser van êriş û bombardûmanê wiha ne;

7'ê Gulanê saet di navbera 19:30 û 22:00 de li herêma Avaşînê li qadên Şehîd Mûnzûr, Qela Mamreşo, Aris Faris, Mervanos û Şukê liv û tevgera helîkopteran hebû.

8'ê Gulanê saet di navbera 12:35 û 13:15'an de li herêma Metînayê balafirên şer bombe li Girê Zendûrayê barandin.

8'ê Gulanê saet di 16:30'î de derdora gundê Girê yê li qada Meyrokê ya herêma Garê hate bombekirin.

8'ê Gulanê saet di 17:05'an de zeviyên gundê Kêste yê herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

8'ê Gulanê saet di navbera 21:30 û 01:30'î de helîkopter li ser Girên Şehîd Serhed, Koordîne û Dilber ên herêma Metînayê geriyan.

8'ê Gulanê saet di 00:20'î de derdora Çemê Lolanê yê li herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye."