HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, wesayiteke leşkerî hate îmhakirin

Gerîlayên Azadiyê yên kurdistanê li Wan û Zapê çalakî kirin. Di çalakiyan de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Wanê;

4'ê Mijdarê saet di 10:30'î de li navçeya Elbakê li ser rêya qereqola Xwelînkê, li hemberî wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo çalakiya sabotajê hate kirin. Di encama çalakiyê de wesayit bi temamî îmha bû û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve ji bo hilanîna tola hevrêyên me Yûsûf Pîrosî, Şoreş û Deyndar hate kirin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

2'ê Mijdarê saet di 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran dest li helîkopteran werdan.

4'ê Mijdarê saet di 07:30, 09:00 û 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku di nava liv û tevgerê de bûn. Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê pêk anîn derb li çeperekê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

4'ê Mijdarê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek birîndar bû.

4'ê Mijdarê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

3'ê Mijdarê saet di 13:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

4'ê Mijdarê saet di 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4'ê Mijdarê saet di 14:00 de li Qada Berxwdanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.

4'ê Mijdarê saet di 14:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

4'ê Mijdarê saet di 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

4 û 5'ê Mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 28 caran bi gazên kîmyewî û 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

4 û 5'ê Mijdarê li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 2 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf, Sinînê û Kolîtê 6 caran bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

4 û 5'ê Mijdarê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê, Metîna û Barzanê bi helîkopteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."