HPG: 5 leşker û 3 endamên îstîxbaratê hatin kuştin

HPG'ê diyar kir ku li Çelê di çalakiyê de 5 leşker, li Wanê jî di çalakiya gerîlayên YJA Starê de 3 endamên îstîxbaratê hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hêzên gerîla yên vê dawiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

LI ÇELÊ 5 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 25'ê Hezîranê saet 12:30'î li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li ser girê Merganişê çalakiyek kirine.

Li gorî daxuyaniyê, derbên giran li çeperên leşkerên Tirk hatine xistin û di encamê de çeperek hatiye rûxandin û 5 leşker hatine kuştin.

3 PERSONELÊN ÎSTÎXBARATÊ HATIN KUŞTIN

Di dewama daxuyaniyê de li ser rewşa dawî ya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê ev agahî hate dayin: "Hêzên me yên YJA Starê êvara 21'ê Hezîranê saet 22'an, li navçeya Saray a Wanê li nêzî gundê Panemêrê li wesayitekê xistin ku personelên îstîxbaratê û çawişên pispor tê de bûn. Ji nêz ve derb li wesayitê hate xistin û di encamê de 3 îstîxbaratvan hatin kuştin, yek jî birîndar bû."