HPG: 25 dagirker hatin cezakirin, 7 kon û çeperek hatin îmhakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 25 leşkerên dagirker hatin cezakirin, 7 kon û çeperek hatin îmhakirin, derb li 5 çeperan hat xistin. 2 gerîla jî şehîd bûn. HPG'ê diyar kir ku çalakî ji bo bîranîna fermandar Bêrîtan hatine lidarxistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, gerîlatiya modernîteya demokratîk bi ruhê fedaî yê Apoyî bi serketî dixin pratîkê û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di çalakiyên hêzên me de ku bi rêbaza şer a tîmên pispor pêk anîn, 25 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 7 kon û çeperek hatin îmhakirin û derb li 5 çeperan hate xistin. 2 hevrêyên me yên ku bi wêrekiyeke mezin li dijî dijmin şer kirin bi lehengî şehîd bûn.

Çalakî ji bo bîranîna fermandara me ya jin a pêşeng hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û silavkirina salvegera 30'emîn a YJA Starê hatin lidarxistin ku hêza xweparastinê û hêviya azadiyê ya jinan e.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Zapê;

16'ê Cotmehê saet di 10:30'î de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi taktîka gerîla ya koordîneyî çalakî hate lidarxistin. Baskê yekemîn ê çalakiyê bi çekên giran li konên dagirkeran xist û 2 kon hatin îmhakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist û konek îmha kir, derb li leperekê xist. Baskê sêyemîn ê çalakiyê ji cihekî nêz ve bi çekên ferdî li kon û çeperên dagirkeran xist. Li vê derê jî konek û çeperek hatin îmhakirin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 15 dagirker hatin cezakirin, 4 kon û çeperek hatin îmhakirin û derb li çeperekê hate xistin.

18'ê Cotmehê saet di 07:30'î de komek ji hevrêyên me dema ku li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi erka xwe radibûn, bi dagirkeran re şer kirin. Cihê ku hêzên me lê bû 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin. Piştre jî ji bejahî ve 2 rojan qad hate bombekirin. 19'ê Cotmehê di navbera dagirkeran û hêzên me de şer qewimî. Li vê derê 2 dagirkerên payebilind hatin cezakirin. 2 hevrêyên me yên ku bi wêrekî û biryardariyeke mezin li dijî dagirkeran şer kirin, heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

19'ê Cotmehê saet di 08:00 û 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

19'ê Cotmehê saet di 01:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

19'ê Cotmehê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên nîv otomatîk derb li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

20'ê Cotmehê saet di 06:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

19'ê Cotmehê saet di 10:00 û 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

Li herêma Metînayê;

19'ê Cotmehê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi taktîka gerîla ya koordîneyî çalakiyek li dijî dagirkeran hate kirin. Baskê yekemîn ê çalakiyê bi sûîqestê 2 dagirker ceza kir. Baskê duyemîn ê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist. Li vir 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Baskê sêyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk li kon û çeperên dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de bi giştî 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 3 kon hatin îmhakirin û derb li 3 çeperan hate xistin.

19'ê Cotmehê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

19'ê Cotmehê saet di 13:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran li dagirkera hate xistin.

Li herêma Xakurkê;

19'ê Cotmehê li Girê Şehîd Cûdî hêzên me dagirker xistin bin kontrolê. Saet di 15:20'î de bi çekên nîv otomatîk û taktîka sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

19'ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê carekê bi droneyên bombebarkirî û carekê bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

19'ê Cotmehê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Cûdî 7 caran bi droneyên bombebarkirî û carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Barzan bi topan hatin bombekirin."