HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li qada Ermûşê ya Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê kirin. Hate ragihandin ku di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin. Li Metînayê jî sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê ev daxuyanî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

16'ê Mijdarê li qada Ermûşê ya Xakurkê hêzên me demekê dagirker şopandin û piştre bi rêbaza sabotajê lê dan. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê li qadên Şehîd Bêrîtan, Şehîd Ehmed û Girê Qehreman dest bi operasyoneke berfireh kir. Artêşa Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li herêmê dike. Di navbera artêşa dagirker û hêzên me de şer dewam dike. Agahiyên berfireh dema ku bi dest ketin wê bi raya giştî re bêne parvekirin.

21'ê Mijdarê saet di 15:00 de li herêma Metînayê li qada Koordîneyê, sîstemeke kamera ya mobesse ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate bicihkirin ji aliyê hêzên me ve hate tespîtkirin û îmhakirin.

20'ê Mijdarê saet di 18:15'an, gundê Gûzê yê Garê û 22'ê Mijdarê jî danê nîvro derdora gundê Kanî Sarkê bi balafirên şer hate bombekirin.

22'ê Mijdarê saet di navbera 22:00-23:30'î de li qada Mervanosê ya Avaşînê helîkopter geriyan.

22 û 23'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker bi qereqolên li ser sînor obus avêt qadên Çemço û Rênçbiraxa yên li herêma Zapê."