HPG: 11 leşker hatin kuştin, derb li 3 helîkopteran hatin xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla de li herêmên Başûrê Kurdistanê, Bedlîs, Şirnex û Dersîmê herî kêm 11 leşkerên Tirk hatine kuştin û derb li 3 helîkopteran hatine xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser encamên çalakiyên gerîla yên rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me roja 2'ê Gulanê saet 10:40'î li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker a li ser girê Bayrakê yê herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê bûn, çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

2'ê Gulanê saet 10:30'î, hêzên me li dijî qereqola Hewrizê ya li herêma Şehîd Mizgîn a li Bedlîsê çalakiyek kirin. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, roja 29'ê Nîsanê saet 13:00 hêzên me li artêşa TC a dagirker a li ser girê Dogan ê li herêm Sêgirkê ya Şirnexê xistin. Di vê çalakiyê de avahiya li qereqolê bi temamî şewitî û îmha bû. Gelek leşkerên dijmin di vê çalakiyê de hatin kuştin, lê hejmara zelal a leşkerên mirî û birîndar nehat tespîtkirin.

DERB LI SÊ HELÎKOPTERAN HATE XISTIN

Artêşa TC a dagirker ku derbeke giran xwar, piştî çalakiyê bi desteka gelek helîkopterên êrîşê yên bi tîpa kobra û atak li qada Bênavyanê dest bi operasyoneke berfireh kir. Heman rojê saet 14:00 helîkopterên bi tîpa skorsky jî hewl dan leşkeran li Deriyê Guharê deyne. Hêzên me li helîkopteran reşandin û derb li 3 helîkopteran xistin. Artêşa TC a dagirker ku derb xwar, bêyî ku leşkerên xwe deyne herêmê neçar ma vekişe.

30'ê Nîsanê saet 17:00 hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê yên li mintiqeya Şikêrê Kera çalakiyek kirin. Derbên xurt li yekîneyên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Operasyon 2'ê Gulanê bi rengekî bê encam mayî qediya.

Wekî din, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 1'ê Gulanê saet 18:00, hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Nivro yê qereqola Bêspin a navçeya Silopiya ya Şirnexê xistin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

LI DERSÎMÊ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN

30'ê Nîsanê, hêzên me li nêzî gundê Kalîkundir ê navenda Dersimê yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker şopandin. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, êvara heman rojê saet 19'an li yekîneya veşartî xistin. ji 4 aliyan ve derbên xurt lê hatin xistin û 8 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakirin. Sibeha 1'ê Gulanê li derdora gundên Kalîkundir, Paxali û Ûzûntarlayê dest bi operasyonê kir. Operasyon hê dewam dike."