Hozat: PDK piştgiriyê dide plana dewleta Tirk a ji bo tasfiyeyê

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze PKK'ê tasfiye bike û PDK jî bûye hevparê vê planê. Hozat got, "Divê pêşmerge ne li cem leşkerên Tirk, lê li cem gerîla cih bigirin."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û nirxandinên girîng kir. Hevpeyvîna bi Besê Hozat re hate kirin, wiha ye:

Pêvajoyekek gelek girîng û krîtîk berdewam dike, lê destpêkê Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî di êrîşekî nemerdane de şehîd bû, hûn dixwazin ji bo wê çi bêjin?

Ez di kesayeta Leyal Agirî de giştî şehîdên şoreşê bibîr tînîn. heval Leyla di tekoşîna me de erkekî mezin girt. Rola xwe serketî pêk anî. Demeke dirêj di nava xebatên leşkerî de cih girt. Di Konseya YJA Star de kar kir, her wiha demek dirêj xebataên îdeolojîk meşand. Çend salên dawî di nava xebatên KJK’ê de di asta rêveberiya KJK’ê de xebatên siyasî civakî da kirin. Rêveberiya vê xebatê dikir. Hemû kar û xebatên xwe de jêhatî bû. Xwedî ket bû. Xwilqkar bû. Kîjan kar kir, bi rastî vî karî berhem da. Xwedî îdîa û moral bû. Di vî alî de em qet keda Heval Leyla ji bîr nakin. Hem ji bo tevgerê giştî û hem jî tevgera jin jî, di vî alî de mîrasekî hişt pir bi wate ye. Ji bo me jî, rêyeke ya ronahiyê ye. Ez bi minet bibîr tînim. Şehhîdbûna Heval Leyla êşkeke mezin di dilê me û nava gel de jî da çêkirin. Em vê êşê bikin hêz, hê zêdetir, em têkoşîn mezin û xurt bikin. Kar xebatên heval Leyla da meşandin em bi ser bixin. Em ê vê tekoşînê bi teqez bi ser bixin. Hemû xeyalên heval Leyla jî ev bû. Taybet ji emrê xwe zêde 27 sal di nava tevgerê de bû, di tevgera jin de kedekî pir mezin kir. Xwedî zanistekî pir kûr bû, lêgerînên wê pir kûr bû. Eşqa xwe ya azadî kûr bû. Ez bawerim di nava jiyanê de hê biçûk dayika wê wefat dike. Ev heskirina hesreta dayikê heval Leyla zivirandina tekoşîn û azadkirina jin. Di vî alî de têkiliya xwe ya li gel hevlên jin û tekoşîna jin re pir xurt bû. Di vî alî de pir jin perwerde kir. Di gelek perwerdeyan de cih girt û ders da. Gelek jin pêş xist, rêxistinên jinan xurt kir. Ji bo sistema KJK’ê bi sîstem bibe, jin bên rêxistinkirin, sîstema jinan ava bibe, kedekî pir mezin da. Em ê vê kedê bi teqez ser bixin.

Parêzer û keçeke Dersimê Ebrû Tîmtîkê li dijî bê edealetiya li hember wê û civakê kete rojiya mirinê û 238 rojna li ber xwe da piştre şehîd bû. Cudahiyek nedixwest ti tişteke zêde ji bo xwe nedixwestin, tenê edalet dixwest. Em dikarin bêjin faşîzma AKP-MHP’ê ew kuştin, her çendî li nexweşxaneyê canê xwe dabe lê girtî bû, hûn ji bo wê çi dibêjin?

Berxwedaniyeke pir mezin e, ev îrade û baweriyeke ji bo maf adil were darezandin tiştekî zêde jî nedixwest. Dixwaze adil were darezandin. Bê heqî hatiye kirin. Salan e ceza lê hatine birîn. Vê qebûl nakin, red dikin. Dixwazin adil bên dadgehkirin. vê dixwazin. Ji bo vê jî, çalakiyeke bi mehan e, bi mirinê encam bû. Rastî jî îradeyeke xurt heye. Baweriyeke xurt e. Em bi rêzdarî bibîr tînin. Îro hevalê wê jî Aytaç Unsal jî çalakiya rojiya mirinê didomînine. Ez bang dikim; divê hemû gel, xwedî li Unsal derkeve. Giştî civak xwedî li Ebrû Tîmtîk derketiba dibe ku Ebrû şehîd nebûba. Di vî alî de berxwedanî û helwestên civak kêm çêbû. Çêbû, lê kêm ma; lewaz bû. Eger bi girseyî helwestke heba, tevgereke ya rêxistinî pêş ketiba dibe ku encam wiha neba. Ji bo vê divê ji niha û şûnde wiha nebe. Ev girîng e. Elbet çanda berxwedaniyê wiha çêdibe, li hember zilm û faşîzmê. Tu li ber xwe nedî têkoşîn nekî canê xwe feda nekî, tu nikarî yek maf bigirî ev yek ne mimkûm. Faşîzim û zilm jî rengekî wisa ye, berxwedanî nebe, dikari hikmê xwe bidomîne. Ji bo vê jî, yek kes be, du kes, bi hezar be li kû zilim û faşîzm hebe divê li ber vê seknekî bi rûmet û keramet bê nîşandan. Sekna Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal jî seknekî wiha ye. Berxwedaniyeke bê hempa ye, bi nirx e, pîroz e. Divê ev yek bi rêxistinî, gel xwedî lê derkeve, ew veguhereke civakî û têkoşîneke civakî ya ku encam bê girtin. Wisa dewletekî faşîst e, sîstemekî dagirker û mêtinger e, dijminê gelan e, dijminê maf e; hiqûq û edalet tine û demokrasî li Tirkiyeyê tine, ev rastiyeke. Faşîzim heye. Cihê ku faşîzim heye tu dikarî behsa edaletê bikî? ne mimkûn e. Cihê ku faşîzim heye tu nikarî behsa hiqûq û demokrasiyê bikî? Ev ne mimkûn e. Ji xwe li ser kuştinê faşîzim bûye faşîzim. Ji bo vê li hemberî sîstema faşîzim rejîmeke faşîzim berxwedaniyeke girseyî ya civakî çênebe, encamgirtin zehmet dibe. Herî zêdetir tu dikarî çi bikî, canê xwe feda bikî. Ji bo canê xwe feda bikî encam bigirî çi pêwîst? Berxwedaniya civakî pêwîstî e. Têkoşîna civakî pêwîst e. Li hember faşîzmê tekoşîneke antîfaşîst pêwîst e. Tiştê kêm ev e.

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan di asta êşkenceya mutlaq de dewam e. Weke klasîkekî ya dewleta Tirk dema ku tengav bû got temam, heta Bahçelî daxuyanî da got ku divê malbat û parêzerêên xwe bibîne. Soz dan û pêk neanî. Ji meha Gulanê ve ti agahî ji Abdullah Ocalan û hevalên din tine. Hûn vê çawa dinirxînin û ji bo tecrîd bişkê divê çi bê kirin?

Par bi pêşengtiya Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê ya mezin pêk ket. Piştre vegeriya çalakiya mirinê. Bi dehan hevalan dest bi çalakiya mirinê li hundirê zindanan de destpê kir. Civak dest bi berxwedanê kirin. Bi taybet dayikên Laçik spî. Berxwedaniyeke pir mezin bû. Dîsa berxwedaniya hevalên Zindanan mezin kirin. Li welat û derveyî welat berxwedaniyeke mezin pêş ket. Li Ewropa çalakiyên birçîbûnê destpê kir, li Rojava, Başûr û Mexmûr li Şengal li hemû cihan ev têkoşîn û berxwedan li hemberî tecrîdê û faşîzma li Îmralî li ser gelê Kurd berxwedaniyeke mezin hate kirin. Di encam de hevdîtin pêk hat. Piştî vê dewlet rayedarên dewletê taybet jî berpirsyarê edaletê daxuyanî da, gotin tecrîd rabûye. Îro û şûnde astengî wê çênebin. Bi Ocalan re dikarin hevdîtin werin çêkirin, hem malbat û hem jî parêzer jî dikarin hevdîtinê pêk bînin. Piştî hevdîtin çêbû, CPT’ê jî daxuyanî da piştî vê. Ji xwe 2019’an CPT çûbû Îmralî û girtigehên din jî lêkolîn kiribû. CPT jî daxuyanî da got tecîrd rabûye. Piştî demekê dîsa weke ku daxuyanî nehatî dayîn, weke ku rayedar û CPT ew gotin nekirîn. Dîsa tecrîd dewam dike. Demek dirêj ti agahî nehatine girtin. Niha li Îmralî bi rejîmeke êşkenceyê tê domandin. Li Îmralî qanûn û hiqûq tine. Li gorî qanûnên dewleta Tirk jî hiqûq nayê meşandin. Ev di aliyê navneteweyî de jî nayê kirin. Sîstema Îmralî sîstemekî navneteweyî ye. Serok bi komploya navneteweyî hate girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Li Îmralî sîstemekî navneteweyî danî, ji vê DYE, Konseya Ewropa û hemû hêzên di nava komployê de cih girtin ji vê yekê berpirs e. Ev sîstem daye destê dewleta Tirk. Rejîma AKP-MHP’ê li gorî dilê xwe deriyê Îmralî vedike û digire. Kengê berjewendiyên xwe ji dest dide deriyê Îmralî vedike malbat hevdîtinê dike, parêzer hevdîtinê dikin. Kengê jî ne li gorî berjnewendiyê wan be derî digire. Sîstema tecîrd û êşkenceyê berdewam dike. Niha zilma ku li Îmralî tê kirin, li hember gelê Kurd e. Di şexsê Rêber Apo de qirkirinê li ser gelê Kurd tê kirin. Di şexsê Rêber Apo de faşîzmekî li ser gelê Kurd û Tirk tên meşandin. Çi polîtîkayên li Îmralî tê kirin, eynî polîtîkî li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin. Polîtîkayayên ku li ser gelê Kurd tê meşandin, navenda wê Îmralî. Ji ber ku hiqûq, edalet tine. Her cûre faşîzim, hemû kiryarên dij mirovî, der exlaqî û derveyî nirxên mirovahî, her tiştên qirêj xirab li Îmralî didin kirin. Di vî alî de ev girîng e ku bi berxwedana par çawa hate kirin, deriyê Îmralî vekir. Lazime ne tenê ji bo rakirina tecrîdê dem hatiye ku Serok Apo azad bikin. Êdî rewabûna tecrîdê nemaye. CPT’ê jî daxuyanî da û piştrast kir ku ya rast li xwe mikûr hat ku li Îmralî tecrîd heye got; ‘Li Îmralî êşkence heye. Sîstema îmralî sîstemeke ya êşkenceyê ye.’ Ev tê wateya ku ev hêza ku vê sîstem çêkiriye li xwe mikûr tê ku ev diyar dike ku sîstema Îmralî sîstema tecrîd û êşkenceyê ye. Ev hêz bi xwe xwedî li sîstema li Îmralî heye li vê dernakeve. Dibêje; em nikarin êdî xwedî lê derkevin. Niha di vî alî de ev girîng e. Ev qonaxekî nû ye. Em dikarin vî alî li hemberî tecrîd were rakirin û Serok Apo azad bibe, li welat derveyî welat dostê me divê ji bo azadiya Serok Apo têkoşîn û berxwedaniyê bilind bikin. Dem hatiye ku em Serok Apo azad bikin. 22 sal e li Îmralî li sîstemek êşkenceyê tê meşandin, rewabûna wê nemaye. Kesê ku ev sîstem daniye êdî xwedî lê dernakevin. Masekyên wan ketiye. Heta niha çi kirin û çi lîstin kifş bûn. Têkoşîn û berxwedaniya Serok Apo û gelê me her tişt kirfş kir. Ji bo vê divê li hemû cihan têkoşînek pir xurt bê kirin. Mînaka vê li Londonê demeke dirêje, ev sendîkaya Îngilîz, sendîkaya hunermendan jî tevlî bûye, bi milyonan endamên vê sendîkayê hene, ji bo azadiya Serok Apo demeke dirêje çalakî dikin. Li ser rêveberiya Îngilîz hikûmeta Îngilzî dixwazin zextê bikin. Polîtîkaiya Îngilîz a li hemberî Tirkiyeyê dixin lêpirsînê. Ev tiştekî pir girîng e. Dîsa li Îtalyayê bi dehan şaredariyên Îtalyayê Serok Apo weke hemwelatiyê xwe yê rûmetê qebûl kirin. Ev girîng e. Pir nivîskar, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar yên li nava dewletê rêveberî kiriye, di roja îro de azadiya Serok Apo tîne ziman. Li ser vî esasî nêzîkatiyên xwe vekirî eşkere didin nîşandan. Ev tiştên pir girîng in. Li cîhanê êdî ev tecrîd nayê qebûl kirin. Ne tenê gelê Kurd her kesê li cîhanê xwedî wijan, exlaq heye, ew jî qebûl nake. Wijdanê mirovahiyê qebûl nake. Ji ber ku derveyî nirxên mirovahiyê ye. Ji bo wê jî dem hatiye em Serok Apo azad bikin, tecrîdê bi temamî rabikin. Serok Apo azad bibe, Rojhilatan Navîn û li Kurdistanê jî şer wê nemîne. Ji bo çi tecrîd li ser Serok Apo dadinin. Ji bo bi rehet bikarin şer bikin, ji van şer û krîzan berjewendiyên xwe pêk bînin. Ji bo vê tecrîd 22 sal e li Îmralî dewam dike. Serok Apo ji krîz û aloziyên li Rojhilata Navîn re çareserî ye. Nêrînên Serok Apo dermanê pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Îro pirsgirêkên li Tirkiyeyê hene, dermanên van pirsgirêkan hemûyê ye. Serok Apo azad bibe. Tirkiye demokratîk dibe, Serok Apo azad bibe Kurd a azad dibe, gelên Rojhilata Navîn azad dibe, demokratîk dibe. Ji bo Kurdistan azad nebe, Tirkiye demokratîk nebe, Rojhilata Navîn demokratîk nebe, tecrîdê pêk tînin. Ev sîstema polîtîkaya tecrîd ji bo vê pêş dixin. Ev polîtîka ji holê rabe, azadiya serok pêk bê; ev şerê Rojhilata Navîn û şerê li Kurdistanê sed sal in dewam dike, qirkirinên ku sed sal in li ser Kurdan tê kirin, wê dawî bibin. Azadiya gel jî wê pêşiya demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn jî, were vekirin.

Di bernameya me ya borî de wek gotibû li Kurdistanê dewlet tecawizkar e, bûyerek li Êlihê qewimî leşkerekî dagirker destavête keçeke 18 salî, piştre jî Îpek Er dawî li jiyana xwe anî. Ew leşker jî, di çarçoveya polîtîkaya dewletê de xwedî lê derketin, nehate girtin û hate berdan, hûn vê çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk li Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê dide kirin. Vê polîtîkayê bi her cûreyê dide kirin. Bi taybet şerê taybet dide meşandin. Bi şerê taybet dixwaze gelê Kurd bê hêvî, bawerî û vîn bike. Ji bo vê jî pir di pir aliyên weke çand, ziman, aborî û aliyê nirxên mirovahiyê de êrîşên pir mezin dikin. Êrîşekî topyekûn e. Navenda vê êrîşê jî hedefa wê jin e, jina Kurd heye. Sedemê vê heye. Jinên Kurd, li Kurdistanê pêşengtiya berxwedanê dike. Pêşengtiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dike. Hêzekî herî azadîxwaz e. Hêzekî herî demokratîk e. Tekoşîna jina Kurd di civak Kurd de veguhertinek mezin çêkir. Şoreşeke zihnî û çandî çêkir. Ev bandora xwe li ser civaka Tirkiyeyê jî kir. Li ser jinên Tirkiyeyê jî kir. Tevgera jin a li Kurdistanê mezin bû, li Tirkiyeyê jî tevgerên jin bi hêz bûn. Cesaret girtin. Tevgerên jinên li Tirkiyeyê ji jinên Kurd cesare, îlham girt. Çiqasî li Kurdistanê têkoşîn mezin bû, civaka Tirkiyeyê yên demokratîk ew jî bi hêz bûn. Ji bo vê jî niha, vê baş dibîne. Ev axaftinên faşîst Sûleyman Soylû ne valan e. Ferman dide polîsan ku jinên Kurd hedef bikin. Hûn li kû bibînin êrîş bikin, tecawiz bikin. Dewleta Tirk a dagirker a mêtinger giştî jinên Kurd weke amûreke yê tecawizê dibînin. Kurdistan weke erdnîgariyeke dagirkirî dibîne. Jinên Kurd jî parçeya vê konseptê polîtîkaya dagirkeriyê dibîne. Ji bo vê jî vê weke polîtîkayekê dide meşandin. Di çavê wan de jinên Kurd hemû terorîst in. Jineke terorîst in, mafê tecawiz bikî, mafê bikujî jî, mafê her tiştî jî bike, wisa lê dinêre. Di çavê wan de giştî civaka Kurd terorîst e. Giştî Kurd terorîst in. Qir jî bikî, tu dikarî her tiştî li ser wan bikî. Çima? Ev ne mirov in. Ev gel ev ne mirovin. Ev di çavê wan de dijmin û terorîst e. Divê bê tine kirin. Jinên Kurd bi esasî, civakbûna Kurd li dorî jinan pêş dikeve. Berxwedana jina Kurd li dorî jina Kurd pêş dikeve. Têkoşîna azadiyê li ser tewerê jinan pêş dikeve. Guhertin û veguhertina civaka Kurd bi pêşengtiya jinan de pêş dikeve. Jin tu bê bandor û bê vîn bikî tu dikarî gelê Kurd jî teslîm bigirî. Ji bo vê sedemê ev êrîş şikandina vîna jina Kurd e. Bi hezaran jinên siyasetmedar ên Kurd niha girtî ne. Siyasetmedar niha di hundir de ne, her roj êşkence dikin, li derve êşkence dikin, digirin, dikujin, yek rengê vê jî ev şerê taybet e, tecawiz e. Tecawiz weke polîtîkayeke şerê taybet, parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê dewleta Tirk li Kurdistanê dide meşandin, ji bo hemû jinên Kurdan. Ji bo vê, li dijî vî zilamê alçax Mûsa Orhan milet nerazîbûna xwe nîşan da, ji bo ku tansîyonê kêm bikin, çend rojan girtin, piştre Suleyman Soylu kete navbeynê, got,' îşê xwe jê neyînin, ev zilamê min e, min jê re gotiye tiştên wiha bike'. Suleyman Soylu bixwe tecawizkar e, yekî jirêketî ye, ez pêşniyar dikim dîroka Suleyman Soylu were lêkolan wê derkeve holê ku zilamekî wisa ye, tecawizkar e. Rastiya dewleta Tirk di şexsê Suleyman Soylu, Erdogan, Bahçelî de, Perînçek de zindî dibe. Dewlet bixwe ev in. Heke kesek dixwaze dewleta Tirk nas bike, bêje, 'ev dewlet çiye, ez dixwazim vê dewletê nas bikim', binerin, dewleta Erdogan e, Bahçelî ye, dewleta Dogu Perînçek e, Suleyman Soylu ye. Zilamekî wiha alçax, tu çi hêvî dike ku wî bigire, tu bixwe talîmat didî û dibêjî biçe wisa bike. Mûsa Orhan talîmatên Suleyman Soylu bi cih tîne. Suleyman Soylu wisa dikare Mûsa Orhan bigire? Nikare. Talîmata ku dayî polîsan, leşkeran nikare pêk bîne. Ji ber ku talîmat daye hemûyan. Dibêje, 'ji we re maf e, erk e'', wek erkekî dinirxînin, 'erk e' dibêje, 'hûn tecawizî jinên Kurd bikin', hûn dikarin her miemeleyê bi jinên Kurd bikin, dibêje zarokên Kurd, jinên Kurd, ciwanên Kurd madeyên hişbir bi kar bînin, fihûş bi wan were kirin, tecawiz li wan were kirin, her çi tiştê qirêj çi heye, dibêje, meşrû ye, maf e, erk e, dikare li Kurdistanê, li ser civaka gelê Kurd pêk bîne. Ev planek e, konseptek e.

Di dezgeha çapemeniyê de digot netirsin ku hûn derkevin pêşberî dadgehekê, yan jî dozgerekî...

Erê, jixwe kes natirse. Polîs li Kurdistanê çi jî bikin qet tirs wan nîne. Leşker çi bikin qet tirsa wan nîne. Çima? Ji ber kudizane ku dewlet wan diparêze. Vê dizane; çikû tişta ku ew dike ji bo dewletê dike. Dewlet dixwaze ku wisa bike. Ew bixwe dewlet in, qanûn û hiqûqê dewletê li Kurdistanê bi cih tînin. Qanûn û hiqûqê dewletê qanûna dagirkerî û mêtingeriyê ye. Li Kurdistanê heke qanûnek hebe ev qanûna dagirkerî û mêtingeriyê ye. Di nav vê qanûna mêtingerî û mêtingerî de her tişt pêkan e, her tişt tê kirin.

Baş e, ev çi ji jinên Kurd yên ciwan re dibêje, temam, dewlet ev danî holê, peyama vê ji bo jinên ciwan çiye?

Belê, yanî tiştên ku em pê aciz dibin ev e. Ev ji çil salî zêdetir e ku li Kurdistanê têkoşîneke rêxistinî heye. Têkoşîneke azadiyê ya bêhempa heye û tesîra xwe li ser hemû cîhanê heye. Jinên giştî yên rojhilata navîn, civakên cîhanê, Rojhilata Navîn di bin bandora vê têkoşîna azadiyê de ye. Em vê jî dibînin, ev têkoşîn li Kurdistanê bi hezaran şoreş çêkirine. Şoreşa çandî, zêhnî û hwd. Guhartin û veguhertineke mezin li na gelê Kurd çêkir. Destkeftineke mezin bi xwe re anî. Lê hê jî civaka me di bin tesîra şerê taybet de, em dibînin ku, ne giştî civaka me, lê beşek ji civaka me di bin tesîra şerê taybet de dimîne. Ev êşê dide mirov. Beşek ji jinên Kurd, ciwan û zarokên Kurd di bin tesîra şerê taybet de dimînin. Ev êşê dide mirov. Mînak, ji meha çile heta niha Gulistan Doruk di rojevê de ye. Winda bûye. Winda nebûye, hatiye kuştin. Kê kuşt? Polîsan kuştin. Çima? Têkiliya xwe bi kurê polîs re heye. Têkiliya xwe çi bû? Dibêjin, têkiliyeke hezkirinê. Îpek Er hate kuştin, ne xwekuştin e, hatiye kuştin. Çima hatiye kuştin. Keçeke dî hebû dîsa. Ez bawer im li Muxla bû. Malbateke welatparêz bû. Ez ne şaş bim navê wê Zeynep bû. Bi boksorekî re têkiliya xwe hebû. Ev boksor bixwe kesekî 'ulkucî' ye, faşîst e. Çi têkiliya xwe hebû? Dibêjin têkiliyeke hezkirinê. Keçeke dîtir hebû, xelkê Sêrtê bû. Dîsa bi yekî faşîst re têkiliya xwe hebû.Bi rengekî hovane hate kuştin. Mînakên vê pir in, belkî hinek ji van aşkere nabin. Tu dibînî, jinên Kurd bi polîsan re têkiliya wan heye, bi leşkeran re têkiliya wan heye. Mirov bi dijmin re têkiliyeke wiha datîne? Tu çawa dikarî ji dijmin re bibêjî, ez ji te hez dikim? Ev çi hezkirin e? Ev ne hezkirin e. Ev ketin e. Ti têkiliya xwe bi hezkirinê nîne. Hezkirin wiha nabe, qanûnên hezkirinê hene. Pîvanên hezkirinê hene. Yanî nabe ku mirov ji dijiminê xwe hez bike. Di vê de pîvan nîne. Di vê de nirx nîne. Nirxê welatparêzî nîne, nirxê azadiyê, yê mirovahiyê tine. Bes tiştek heye; nêzîkatiya ajoyî. Eleqaya vî tiştî bi azadiyê re nîne. Azadî bixwe bûyina xwedî vînê ye. Azadî bixwe zanebûn e. Azadî welatparêzî ye. Em vê qebûl nakin, ev ne rast e. Ji ber vê, malbatê me, malbatên welatparêz ên Kurd zarokên xwe paş perwerde bikin. Dijmin baş bide fêhmkirin. Gerek zarokên Kurd, keçên Kurd, ciwanên Kurd dijmin zanibin, nas bikin, dewleta dagirker, mêtinger nas bikin, zanibin, di hişê wan de rûne. Bibe xwedî hişmendî, çandeke wiha, bi meyzandineke wiha bin. Heke ez dijminê xwe baş nas bikim, baş fêhm bikim, ev dijmin , ev sed sal in li ser min çi zilm kiriye, qirkirineke çawa kiriye, dagirkeriyeke çawa kiriye, heke ez van aliyan baş fêhm bikim. Tu nirx didî dijmin. Divê tu ji dijmin nefret bikî. Ti nikarî lê binerî jî. Dev ji biqere ku pê re biaxivî. Di vî alî de zanebûn pir girîng. Naxwe lewaziyek heye ku şerê taybet jî encam digire. Keçên Kurd didin erdê, zarokên Kurd didin erdê, tu dibînî ku zaroyekî biçûk e, madeyê hişbirê bi kar tîne. Ciwanên Kurdan tu dibînî ku bûne sîxûr. Ji bo xwe bi kar tîne. Di nav gel de dibe çeka dijî gel. Dibe dijmin, di hundir de dijmin çêdike. Hundirê gel de kurman çêdike. Ev ê çawa pêşîya vê were girtin? Bi zanebûnê. Lazim e zane bibe, çanda welatparêziyê were xurtkirin. Xwedî li zarokên xwe derkevin, xwedî li gêncên xwe derkevin, ev girîng e. Yek jî têkoşîn. Dijmin çima bi taybet li ser gêncan, li ser jinên ciwan, kurên gênc dide meşandin? Dixwaze ji têkoşîna azadiyê dûr bixe. Esasî ev e. Li hemberî vê divê gêncên me bersiveke xurt bidin. Tola Îpek Er, Gulîstan Doku, Zeynep, tola vê keçika Sêrtî hilîne. Li hemberî şerê taybet divê têkoşîneke mezin bide, rêxistiniya xwe bike, tevlî tevgera azadiyê bibe. Cihê wan çiya ne, cihê hemû ciwanan çiya ne. Heke ciwan tevlî nav têkoşîna azadiyê nebin dawiya wan wê weke Îpek Er bibe. Ji ber ku dijmin kiriye hedefa wan, dixwaze hemûyan wiha bixe. Ji bo vê jî em bang dikin hemû gênc tevlî hereketa azadiyê bibin, berê xwe bide çiyan, tevlî nav berxwedanê, têkoşînê azadiyê bibe, cihê xwe di nav de bigire. Tola herî mezin, xurt jixwe wisa tê hilanîn.

Wekî Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê we di 23'yê Tebaxê de daxuyaniyeke gelekî girîng da. Nizanim ev li derve çi qasî baş hate fêhmkirin an nehat fêhmkirin. Lê ew daxuyanî pir krîtîk bû, we got, PDK bûye parçeyeke ji siyaseta tasfiyekirina PKK'ê û qirkirina gelê Kurd, di destê dewleta Tirk de bûye amûrek. We bang kir ku xwe ji vê rewşê derxîne, yekîtiya netewî pêş bikeve. Li ser vê daxuyaniyê hinek aliyan bangl i PDK'ê jî kirine, daxuyanike wiha di asta jêr de, ji aliyê PDK'ê ve jî hate dayin. Niha rewş çiye, hûn çawa dinirxînin?

Em di pêvajoyeke wiha dîrokî de ne ku qedera gelê Kurd diyar dike. Niha gelê Kurd destkeftiyên xwe neparêze, nikare pêşeroja xwe bi dest bixe, hemû destkefiyên xwe winda bike, sedsalan wisa dîsa kole bimîne. Ji vî alî ve pêvajo pir girîng e. Erka hemû partiyên siyasî yên Kurdan pir girîng e. Ji bo vê jî me ew daxuyanî da. Pir taloke hebûn, talokeyên mezin. Dewleta Tirk dixwaze li hemû Kurdistanê, destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake. Li bakur jî, rojava jî û li başûr jî, her wiha dixwaze ku Kurdan li dijî hev bi kar bîne, Kurdan bi hev bide şerkirin, şerê navxwe yê Kurdan derxîne, Kurdan ji hev parçe bike, wan li hev bikin dijmin. Ev sedsala berê çawa qir kir, çawa dagirkerî û mêtingeriya xwe domand, di sedsala 21, 22, 23'yan de jî dixwaze vê polîtîkaya qirkirin û dagirkeriyê, mêtingeriyê bidomîne, gelê Kurd jî vê polîtîkaya qirkirinê bibe encamê. Ji bo vê jî, vê rastiyê em pir dinirxînin, vê talokeyê jî em dibînin. Di vî alî de tirsên me jî hene. Talokeyên mezin hene. Em dibînin ku ev taloke wiha çêdibin, hinek partiyên Kurd vê talokeyê fêhm nakin, naxwazin fêhm bikin. Bi dijmin re, bi dewleta Tirk a dagirker û mêtinger re hevkariyê dikin, dibine amûra plana qirkirinê. Ji bo pêşeroja gelê Kurd ev talokeyeke mezin e. Ji bo vê jî me daxuyaniyeke pir girîng da lê mixabin me bersiv negirt. PDK bersiva me nedaya. Me di daxuyaniyê de got, PDK di nav planên qirkirinê de cih girtiye. Plana ku dewleta Tirk a ji bo tasviyekirina PKK'ê, di şexsê PKK'ê de jî ji bo qirkirina gelê Kurd danî holê, PDK dibe hevkarê vê. Me ev got. Lê PDK heta niha bersiva me nedaye. Ji me re negotiye, na ew ne hevkarê vê planê ne. Yan jî negotiye ku ew hevkarê vê planê ne. Tiştekî wisa negotiye. Wê rojê gotine saziyekê daxuyanî daye, girêdanên PDK'ê saziyeke dirêj daye, lê di vê daxuyaniyê de dibêjin tiştek tine ye, muxatabê me ne ev sazî ye, me ev daxuyanî ne ji bo vê saziyê daye. Me ev daxuyanî ji bo PDK'ê da. PDK lazim e ku bersivê bide. Heke PDK bersivê nede wê çaxê PDK daxuyaniya me qebûl dike. Dibêje, KCK rast dibêje, ez di nav planên dewleta Tirk de cih digirim, ez ji bo tasfiyekirina PKK'ê bi rolekê radibim, rola min jî, li gel dewleta Tirk tasfiyekirina PKK'ê ye, ez vê erkê pêk tînim. PDK bersivê nede maneya wê ev e, vê qebûl dike. Duh an pêr bû, heval Cemal jî daxuyaniyek da, di bernameyekê de nirxandinek kiribû. Gotibû em li hêviya bersivê ne. Rast e, em li benda bersivê ne. PDK bersiv nedaye. Heke wiha berdewam bike, bersivê nede tê maneya ku PDK aşkere dibêje, erê, ez li gel dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina PKK'ê em bi hev re şer dikin. Di serî de jî min got, sekna PDK'ê hevkariya dewleta Tirk e. Planek danîne bi dewleta Tirk e, dixwazin di vê demê de, di vê konjonkturê de PKK'ê tasfiye bikin, ji holê rakin, li ber qirkirinê PKK asteng e, dixwazin vê astengê ji holê rakin, qira gelê Kurd bikin, hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin, gelê Kurd vê sedsala pêşiya me jî bêmaf bihêlin. Divê ne tenê bêmaf be, divê qirkirina fizîkî jî were kirin. Li Rojava, li Efrînê me ev dît. Serêkaniyê, Girê Spî li ber çavan e, başûr li ber çavan e. Li başûr 500 gund vala bûne. Li bakur siyaseta qirkirinê ev dehan salan de didomîne. Niha hinek rayedarên PDK'ê dibêjin, bila PKK çek berde biçe li Tirkiyê siyasetê bike. Bêwijdan, bi wan re piçekî wijdan hebe, piçekî exlaq hebe, piçekî nirxê welatparêzî hebe, rewşa bakur li ber çavan e. Li bakur siyaseteke qirkirinê, ya siyasî, ya aborî, ê çandî, ê ziman, leşkerî çawa dewleta Tirk dide meşandin li ber çavan e. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd li zindananê ne. Welatparêzên Kurd li zindanê ne. Çalakvanên Kurd di zindanê de ne. Rewşeke qirkirinê ku Kurd nikarin hilmê bistînin. Konjonktureke wisa, planeke ev qas dijwar, qirkirinê li ser Kurdan, Tirkiye li bakur dimeşîne, bêwijdan, bêexlaq, tu çawa dibêjî biçe bakur siyasetê bike. Li Tirkiyê zemîna siyasetê heye? Erê, zemîna siyasetê hebe, dewleta Tirk dev ji siyaseta qirkirinê berde, ji bo siyaseta azad bike, rêxistiniya xwe bike, bi azadî bikeve hilbijartinê, şaredariyên xwe bi azadî rê ve bibe, îradeya xwe rê ve bibe, zimanê xwe yê perwerde qedexe nebe, karibe bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne, Kurdî bixwîne, Kurdî fêr bibe, mafê xwe yên çandî bistîne, mafên xwe yên siyasî hebe, erê ma karê çekan çiye? Em ne aşiqê çekan in. Em ne aşiqî şerê çekdarî ne. PKK çima çek girtiye? Çimkî polîtîkaya qirkirinê heye, li ser Kurdan komkujî heye. Ji bo vê PKK çek girtiye. Komkujî nebe, Kurd bi awayekî azad siyasetê bike, Kurd bi zimanê xwe karibe bixwîne, binivîse, çanda xwe bi azad bijî wê demê pêdivî bi çekê namîne. Ji bo vê jî exlaq pêwist e, wijdan pêwist e. Dibêjin Kurdîtî, Kurdîtiya wan maske ye. Bi zimanê dijmin diaxivin. Ev rayedarê PDK’ê daxuyaniyan dide, ferqa wan û zimanê Erdogan çi ye, ferqa wan û zimanê Bahçelî çi ye, ferqa wan û zimanê Soylû çi ye? Çi ferqa zimanê Nêçîrvan Barzanî û Erdogan heye? Erdogan jî dibêje ez diçim Serêkanî, Girê Spî, Efrînê bi dest dixim, çima li vir Kurdên azad hene, divê Kurdên azad bimirin. Dibêje ji Kurdên azad re jiyan tune. Dibêje ji Kurdên xwedî îrade re jiyan tune, Kurdên kole pêwist e. Heman tiştî Nêçîrvan jî dibêje, Mesrûr jî dibêje. Dibêjin mafê Tirkiyeyê heye ku Efrînê dagir bike, dikare Girê Spî û Rojava dagir bike, ji ber ku li vê derê Kurdên azad hene, divê Kurdên azad nejîn, Kurdên kole hebe. Kurdên kole hebin da ku xizmeta Tirkiyeyê bikin, Kurdên kole hebe da ku xizmeta Barzanî bike. Barzanî jî Erdogan jî heman tiştî dibêjin, dibejin Kurdên kole ji min re jî hewce ne, ji Barzanî re jî hewce ye. Li gorî wan divê Kurdên kole xizmeta malbata Barzanî û dîktatoriya Erdogan û Bahçelî bike. Çi ferq heye? Qet tune. Hemû dagirkeriya dewleta Tirk meşrû dikin. Dibêjin em polîtîkaya dewleta Tirk rast dibînin. Dinya nizane mesele çi ye, dibêje ew Kurd e tiştekî wisa dibêje, nexwe wisa ye, em dengê xwe dernexin. Bi vî awayî jî dewleta Tirk bi hêsanî polîtîkaya qirkirinê didomîne.

Wê çaxê wekî tirseke wisa we got derdikeve. Mesele mirov li dîroka PDK’ê binihêre, demekê xwe da pişt dewleta Iraqê li YNK’ê da, xwe da pişt dewleta Tirk li PKK’ê xist, xwest xwe wisa bike hêz û mezin bike. Lê dîsa jî gelê Kurd ev birakujî ye. Mirov dikare bibêje ku a niha heman siyaset tê meşandin?

Ev ne birakujî ye. Rewşa holê eleqeya xwe bi birakujiyê tune. Birakujî çi ye, du bira hene, dijmin dixwaze di navbera van birayan de dijminatiyê çêbike, wan bi hev bide şerkirin, çêdike jî, wê demê mirov dikare bibêje ev şerekî birakujî ye. Wekî mînak şerê PDK û YNK’ê şerekî birakujiyê bû, rastî jî hevdu kuştin. Ji PDK’ê jî ji YNK’ê jî gelek kes hatin kuştin. Vê rewşa PDK û PKK’ê mirov nikare wisa nav lê bike. PDK li kêleka dewleta Tirk cih girtiye. Dewleta Tirk dixwaze PKK’ê tasfiye bike. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike. Niha hêzeke ku ligel dewleta Tirk a dagirker cih girtiye, ma tu dikarî ji vê hêzê re bibêjî bira? Ev hêz dibe bira? Hêzek rahêle çekê biçe ba artêşa Tirk şer bike, dixwaze te îmha bike, tu dikarî ji vê hêzê re bibêjî bira? Ma tu dikarî ji leşkerên Tirk re bibêjî bira? Ev nabe. Dewleta Tirk dixwaze di navbera pêşmerge û gerîlayan de şer çêbike. Sibe dusib pêşmerge li hemberî gerîla şer kir, li kêleka leşkeran. Ev şer nabe şerê birakujî. Ev dibe şerê PKK’ê yê li dijî dijmin. Ji ber ku ev hêz li kêleka dijmin cih girtiye. Refê xwe diyar kiriye. Heke ji xwe re dibêje ez Kurd im, li dijî qirkirin û îmhakirina hêzeke Kurd, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk divê ligel PKK’ê cih bigire. Divê pêşmerge ne li kêleka dewleta Tirk, li kêleka gerîla cih bigire. Me çend cara bang kir, ez niha jî bang dikim. Xetereyeke wisa heye, dewleta Tirk dixwaze pêşmerge bigire aliyê xwe. Jixwe di warê îstîxbarat, siyasî û lojîstîk de PDK’ê gelek alîkarî da dewleta Tirk. Dewleta Tirk a niha jî dixwaze eşkere pêşmergeyan jî bigire ba xwe û PKK’ê tasfiye bike. Dewleta Tirk bi vî tiştî re wê hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike, tevlî nav axa Tirkiyeyê bikin. Em dîsa bang dikin. Em bang li PDK’ê dikin têkiliya xwe ya qirêj a bi dewleta Tirk a dagirker, qirker, mêtinger bi dawî bike. Heke wê têkiliyeke te pêk were, divê ji bo berjewendiyên gelê Kurd be. Em nabêjin bila têkiliya PDK’ê bi dewleta Tirk re tunebe. Divê hebe, lê divê li ser esasê berjewendiyên gelê Kurd be, ne li ser esaê dijminatiya gelê Kurd. Divê PDK ji dewleta Tirk re bibêje divê tu pirsgirêkên gelê Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike, li Bakurê Kurdistanê divê tu mafê gelê Kurd bide, li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê nede meşandin, perwerdehiya bi zimanê Kurd û çanda Kurdî qedexe neke, evqas girtî hene, van zindanan vala bike, tecrîda giran a li ser Îmraliyê biqedîne. Heta niha we qet bihîstiye ku rêveberekî PDK’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê tiştek gotiye, ji bo azadiya Serok tiştek gotiye? Me qet nebihîstiye, tiştek negotiye. Evqas qirkirinên siyasî hebe, hevşaredar hatin girtin, hevserok û siyasetmedarên berê û yên niha yên HDP’ê hatin girtin, hema rojekê be jî qet PDK’ê daxuyaniyek daye û dewleta Tirk rexne kiriye? Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê rexne kiriye. Rexneyek jî kirine? Rexneyek jî nekirine. Berevajî wê pêk hatiye. Piştgirî dane, meşrû kirine. Em dîsa jî dibêjin, hê wext derbas nebûye. Divê PDK ji vê şaşitiya xwe vegere. Şaşitiyeke mezin e, sûcekî dîrokî ye. Tişta ku PDK dike sûcekî neteweyî ye. Sibê dusib wê dîrok vî tiştî darizîne. Dibe ku navê vî tiştî bike îxanet jî. Ji vî sûcî re mehkûmiyet hewce dike. Heke PDK naxwaze di dîroka Kurdistanê de bi navê îxanetkar mehkûm bibe, divê dev ji vî sûcî berde, efûya xwe ji gelê Kurd û PKK’ê bixwaze. Divê ji vê şaşitiyê vegere û were ser xeta welatparêzî û neteweyî. Divê ji bo berjewendiyên Kurdan siyasetê pêş bixe. Em bang dikin, dev ji vê siyasetê berde. Ev siyaset li ser pêşeroja Kurdan gefeke mezin e. Li ser destkeftiyên Kurdan tehdîd dike. Bila pêşmerge û gerîla li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi hev re şer bikin, em ê gelekî kêfxweş bibin. Xwezî pêşmerge tevî çek û cebilxaneya xwe bibêje, em ê tevî gerîlayan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer bikin. Gerîla û pêşmerge artêşeke hevbeş çêbikin. Artêşeke hevbeş a Kurdistanê. Artêşeke neteweyî. Çanda berxwedanê ya pêşmergeyan heye, pêşmerge pîroz in. Ji bo azadî û mafê gelê Kurd gelek berdêl dane. Bi hezaran şehîd dane. Gelê me yê Başûr em dizanin çanda wan a welatparêziyê heye, ev çand gelekî kûr e. Welatparêzî li Başûr zindî ye. Li hemberî faşîzm û dîktatoriyê, li hemberî komkujiya Seddam, Enfal hatiye serê wan. Qirkirina Helepçe çêbûye. Êşa gelê me yê Bakur, Rojava ji dil hîs dikin. Wexta Efrîn û Girê Spî hate dagirkirin, gelê me yê Başûr hemû daketin qadan. Ez bang li gelê me yê Başûr dikim, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û polîtîkaya PDK’ê divê rabin ser pêyan. Divê nekevin nav dek û dolabên dewleta Tirk û vê polîtîkaya qirêj. Divê gelê me bi ruhê Şêladizê û Kanîmasî berxwedaniyeke gelekî xurt derxe holê.

Serokwezîrê Iraqê Kazimî û Wezîrê Karê Derve yê Iraqê ew jî yekî PDK’yî ye çûn Emerîkayê gelek hevdîtin kirin. Dibêjin yek ji mijara hevdîtina wan jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Hûn armanca wan hevdîtinan çawa şîrove dikin?

Hevdîtinên li Washîngtonê wê sibê dusibe zêdetir eşkere bibe, li ser çi nîqaş kirin, encam çi ye. A niha hin nîşanên wê hene. Mustafa Kazimî û Fûat Huseyîn jî li Washîngtonê hinek daxuyanî dan. Tişta ku tê diyarkirin, Emerîka dixwaze Iraq jî parçeyekî vê konseptê be. Diyar e ku Emerîka piştgiriyê dide plana dewleta Tirk a li ser PKK’ê. Ev plan li derveyî Emerîka çênabe. Berê jî rayedarekî Emerîkayê daxuyanî dabû, gotibû Iraq, Tirkiye û PDK dixwazin bi hev re PKK’ê tasfiye bikin. Niha Emerîka dixwaze Iraqê jî tevlî vê planê bike. Bi îxtîmaleke mezin bi Kazimî re ev tişt nîqaş kiriye. Fûad Huseyîn bi xwe got, me bi berfirehî li ser PKK û sînor nîqaş kiriye. Emerîka dixwaze PKK’ê qels bike. Dixwazin kesên li ser paradîgmaya Rêber Apo têkoşiyane û destkeftî ava kirine, têxin bin xizmeta xwe. Polîtîkaya Emerîka wisa ye, bi Ocalan re na, bi PKK’ê re na, lê destkeftiyên bi têkoşîna PKK’ê derketine holê, ev jî li ser berjewendiya me, ji wan re erê. Emerîka dixwaze PKK’ê tasfiye bike û Iraqê jî tevlî nav wê planê bike. Em vê planê qebûl nakin. Divê Emerîka nebe hevkarê kesên Kurdan qir dikin.Emerîka bi pozîsyonên wisa dibe hevkarê dewleta Tirk a ku Kurdan qir dike. Em vî tiştî rexne dikin. Ev ne ji bo berjewendiya Emerîkayê ye jî. Emerîka dema ji qirkirina Kurdan re dibêje erê, çi berjewendiya wê heye. Bila tu kes dûrûtiyên wisa nekin. Dibêjin têkiliyên me bi Rojava re heye, bi Kurdên nizanim li ku derê re têkiliyên me hene, em ne li dijî Kurdan in. Ev jî maske ye û kamûflaj e. Aliyekî li Rojava, bi PYD, MSD û QSD’ê re têkiliyan ava dike,xwe wekî nêzî Kurdan didin nîşandan lê ji aliyê din ve jî dixwazin PKK’ê tasfiye bikin. Ev durûtî ye. Ev tê wateya veşartina rastiya xwe. PDK jî heman tiştî dike. Ji aliyekî ve têkiliyê bi Rojava re datîne, ji aliyê din ve jî hevkariya dewleta Tirk dike û dixwaze PKK’ê tasfiye bike, dixwazin gelê Kurd jî bixapîne. Ev hemû xapandin e. Divê ev dûrûtî baş were fêmkirin. Trûmp jî Jeffret ew pêşengtiyê dikin,wan jî daxuyanî dan. Divê Emerîka ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan rolekê bilîze, ne ku hevkariya dewleta Tirk bike. Banga me ji bo Emerîka ev e. Têkiliya Emerîka ya bi Tirkiyeyê re têkiliyeke stratejîk e. Tirkiye mutefîkê Emerîka ye, Tirkiye endamê NATO’yê. Alîkariya Emerîka nebe ne mumkun bû Tirkiye Îdlîb dagir kiribûya, Cerablûs dagir kiribûya, Efrîn û Girê Spî dagir kiribûya. Bi alîkariya Emerîka re ev dagirkerî çêbû. Li Efrîn û Girê Spî rola Rûsyayê jî hebû, lê rolê esasî yê Emerîkayê bû. Bandora Emerîkayê li ser Tirkiyeyê gelek heye. Emerîka dikare vê bandora xwe bi rengekî erênî li ser Tirkiyeyê bi kar bîne. Ji bo ku Tirkiye polîtîkaya qirkirina Kurdan berde, pirsgirêkên gelê Kurd bi rengekî muzakere û demokratîk çareser bike, Emerîka dikare rolê bilîze. Bi Serok Apo re hevdîtin çêbibe. Kurd zêde mafan naxwaze, Kurd dixwazin xwe bi rê ve bibin. Kurd naxwaze Tirkiyeyê parçe bike. Kurd dewletê naxwaze, Kurd dixwaze mafên xwe yên siyasî, çandî hebe. Di sedsala niha de ev mafekî pir xwezayî ye. Li hemû dewletên Ewropayê ev maf heye. Di hevpeymanên navneteweyî de ev maf hatiye dayin. Jê re dibêjin, mafê civatan, mafê gelan, mafê kolektîf. Ev di hevpeymanên navneteweyî de jî heye. Dewleta Tirkiyeyê jî îmze avêtiye binê vê hevpeymanê. Kurd vê dixwazin. Ji bo bang kirin; ji bo Ewropa jî ji Emerîka jî neyên rol nelîzin, xeteriyê nelîzin. Piştgiriyê nedin polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk, nebin hevparê vê polîtîkayê. Yanî ji bo pirsgirêka Kurd divê bi rastî jî erênî rolê bilîze. Ji bo Iraqê jî. Heta niha pozîsyona Iraqê pir pir ne xetere bû. Emerîka dixwaze Iraqê jî tevlî hev bike, lewma diyare ku heta astekê Iraq jî tevlî kirine. Dixwazin hîn bêhtir tevlî bikin. Ev ne li berjewendiyên Iraqê ye. Qirkirina Kurdan gelo li çi berjewendiyên Iraqê ye? Di tasfiyekirina PKK'ê de, di qirkirina Kurdan de çi berjewendiya Iraqê heye? Di qirkirina Şengalê de çi berjewendiya Iraqê heye? Dewleta Tirk dixwaze cografya Osmanî hemûyan dagir bike. Welatên Ereban jî dagir bike, li ser Ereban jî dagirkeriyê çêbike. Lîbya li ber çavan e. Idlib li ber çavan e. Sûriye, polîtîkaya Sûriyeyê li ber çavan e. Ne wisa ye? Heman tiştî dixwaze li Iraqê jî bike. Her roj radibe, radizê dibêje Kerkûk, Mûsil, Telafer. Heman tiştî li Sûriye, Lîbya, Yemenê dike. Di tevlîheviya nava Misrê de rola Tirkan hebû. Di mezinkirina DAÎŞ'ê de rola Tirkan hebû. Tirkan DAÎŞ ewqasî mezin kirin. Bi hevkariya Tirkan mezin bû. Niha artêşeke çeteyan çêkiriye, li şûna DAÎŞ'ê artêşeke çeteyan çêkiriye. Lewma di vê mijarê de lazim e Iraq rasyonel tevbigere, nekeve kemîna Emerîka, dewleta Tirk. Dostaniya xwe ya bi Kurdan re xera neke. Heta niha dostaniyeke xwe hebû bi Kurdan re, tevlî vê planê nebû. Niha dixwazin vê jî tevlî bikin. Divê xeteriya dewleta Tirk bibîne, hem li ser Kurdan polîtîkaya qirkirinê dide meşandin, hem li ser Rojhilata Navîn, li ser welatên Ereb. Em bang li gelê Ereb dikin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk em bi hev re têbikoşin. Ciwanên Ereb, jinên Ereb, gelê Ereb li gel Kurdan cih bigirin, li Başûr jî, li Iraqê jî li Sûriyeyê jî li hemberî dagirkeriya Tirk em bi hev re bêhtir têbikoşin.

Li Şengalê niha li ser civaka me ya Êzidî her roj êriş hene. Gefên dagirkerî, qirkeriyê her tim li ser wan hene. Niha tê gotin, ku dixwazin li Şengalê jî bi rengekî cehştiyê biafirînin, di bin navê pêşmergeyan an jî cerdevantiyê de. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Niha ji aliyê Emerîkayê ve daxuyaniyek hatiye dayin, dibêje; Iraq, dewleta Tirk, PDK divê çareseriya sivîl li Şengalê pêk bînin. Tirkiye jî tevlî tiştekî wiha dike. Çima? Bi rastî jî çima? Çi karê Tirkiyeyê li Şengalê heye? Çima Emerîka dixwaze Tirkiyeyê bîne Şengalê? Çima? Tirkiyeyê li Şengalê çi kiriye, mafê Tirkiyeyê li ser Şengalê çi ye, ku Emerîka tiştên wisa dibêje. Tişta ku Tirkiyeyê li Şengalê kiriye diyar e. Di sala 2014'an de bi alîkariya dewleta Tirk DAÎŞ'ê komkujî li Şengalê kir. DAÎŞ'ê bi alîkariya dewleta Tirk êriş kir. Piştî ku DAÎŞ hate xilaskirin ji sala 2015'an heta roja me ya îro jî dewleta Tirk êrişî Şengalê dike. Komkujiya ku DAÎŞ'ê nekarî bi ser bixîne, niha dewleta Tirk dixwaze pêk bîne, bi encam bike. Polîtîkaya dewleta Tirk li ser gelê me yê Êzidî, li ser Şengalê polîtîkaya qirkirinê ye. Ji bilî qirkirinê dewleta Tirk li Şengalê çi kiriye ku jê re dibêje biçe Şengal. Wê demê Emerîka dixwaze dewleta Tirk biçe Şengalê, vê polîtîkaya komkujiyê pratîze bike? Bi her awayî, bi her cûreyî. Gelo vê dixwaze?

Divê civaka Êzidî çi bike?

Ji roja ku ew daxuyanî hate dayin û pê ve diviyabû civaka Êzidî bi temamî rabûya ser piyan. Civaka Êzidî jî gelê Kurd jî. Civaka Êzidî koka gelê Kurd e. Çanda herî kevnar, herî qedîm a gelê Kurd e. Tevahiya gelê Kurd, li welat li derveyî welat diviyabû li dijî daxuyaniyek wisa bi milyonan rabûna ser piyan. Ev nayê qebûlkirin. Mafê kesî li ser Şengalê tune ye. Ne PDK, ne Iraq, ne Tirkiye, ne Emerîka ji bo civaka Êzidî, ji bo Şengalê heta niha tiştekî baş, tiştekî biçûk nekiriye. Dewleta Tirk jî qirkirin kiriye. PDK'ê jî Şengal ji DAÎŞ'ê re hişt, hêza xwe kişand. Di nava qirkirinê de hişt. Bi hezaran, bi deh hezaran gelê me yê Şengal di nava komkujiyê de man. 5 hezar jinên Kurd ketin destê DAÎŞ'ê, dest avêtin wan, hatin firotin. Hîn jî aqûbeta bi hezaran jinên Kurd nediyar e, ne diyar e ku li ku derê ne. Winda ne, di nava sîstema destavêtinê de ne. Berpirsyarê vê PDK ye. PDK roleke wisa lîst li Şengalê. PDK divê lêborînê ji gelê Şengalê bixwaze. Divê ji gelê Kurd lêborînê bixwaze. Bi rastî jî meşrûiyeta PDK'ê li Şengalê tune ye. Tenê hêzeke meşrû heye, ew jî hêza Şengalê bi xwe ye, YBŞ ye, rêveberiya xweser a Şengalê ye. Li derveyî wan hêzan hêzeke meşrû li Şengalê tune ye.

PDK'ê jî gotiye YBŞ ne qanûnî ye. Daxuyaniyeke wisa da.

Hêzeke rûmeta gelê Şengalê, hebûn û azadiya gelê Şengalê parastiye, çawa ne qanûnî ye? Hêza herî qanûnî, hêza herî meşrû ev in. Kesê ne qanûnî PDK bi xwe ye. PDK gelê Şengalê di nava qirkirina DAÎŞ'ê û dewleta Tirk de hişt. Niha jî her roj daxuyaniyê dide, ji dewleta Tirk re dibêje êrişî Şengalê bike. Her ku PDK daxuyaniyê dide dewleta Tirk êrişî Şengalê dike. Wê rojê dîsa Nêçirvan Barzanî çi got? Gotiye, li Şengalê hêzên ne qanûnî heye. Piştî vê dewleta Tirk dîsa bombardûman li Şengalê kir. PDK ji dewleta Tirk re dibêje, tu dikare bombardûmanê li Şengalê bike. Bi dewleta Tirk re bi heman zimanî diaxive, bi heman pratîkî tevdigere. Heman tiştî pêk tîne. Niha hêza herî meşrû, herî mafdar YBŞ bi xwe ye, zarokên gelê Şengalê bi xwe ye, rêveberiya Şengalê bi xwe ye. Iraq jî lazim e vê hêzê nas bike. Dinya lazim e vê hêzê nas bike. Mafê gelê Êzidî yê Şengalê nas bike. Şengal di heman demê de wijdanê mirovahiyê ye. Ji bo tevahiya mirovahiyê nirx e. Çandeke herî kevn e ya mirovatiyê ye. Baweriyeke herî kevn a mirovahiyê ye. Kêm jî maye. 74 ferman xwariye, hemû dîroka xwe bi komkujiyê derbas kiriye, komeke kêm maye. Her kes berpirsyar e ku vê biparêze, vê çand û baweriyê biparêze. Ji bo parastinê çi pêwîst e? Ji bo parastinê naskirin û îrade pêwîst e, xwerêvebirin pêwîst e. Lazim e rêveberiya Şengalê jî rêveberiya hêza parastinê jî werin naskirin. Neteweyên Yekbûyî jî vê nas bike, Ewropa jî nas bike, Emerîka jî nas bike, Iraq jî nas bike, PDK jî nas bike. Li nava dewleta Iraqê di nava Federasyona Başûrê Kurdistanê de dikare herêmeke xweser be. Zerara xwe ne ji PDK'ê re heye, ne ji Başûrê Kurdistanê re heye ne jî ji Iraqê re heye. Berevajî, ev yek Iraqê jî bi hêz dike, xurt dike, Başûrê Kurdistanê jî xurt dike, bi hêz dike, demokratîk dike.

Têkoşîn û berxwedana gerîla jî dewam dike, ji Serhedê heta Şêladizê çalakiyên girîng li dijî dagirkeriyê tên lidarxistin. Hûn rewşa şer a niha çawa dinirxînin?

Zêdeyî 2 meh in berxwedaneke pir mezin li Heftanînê heye. Vê berxwedanê pêşî li xeteriyeke mezin jî girt. Plan ew bû ku di demeke kurt de Behdînan, Metîna, Zap, Avaşîn dagir bikin, li vê derê bi cih bibin. Bi bicihbûna li van herêman re plana wê dikir ku hûn bêhtir derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê bibe. Ji aliyê deştê ve jî dixwest dagirkeriyê bike. Planeke wisa çêkirin. Lê belê berxwedaneke pir bêhempa li Heftanînê pêk hat û ev plan pûç kir. Dewleta Tirk niha li Heftanînê asê bûye û her roj derbê dixwe. Li ku derê şer diqewime bi dehan leşkerên Tirk ên dagirker tên kuştin, tên cezakirin. Di vî alî de bêguman berxwedan mezin e, şehadet jî mezin e. Em hemû şehîdên Heftanînê careke din bi rêz û bi minet bi bîr tînin. Dema ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî tevlî vê berxwedana gerîla bibe wê dawî li dagirkeriyê bê anîn. Ew planê sed salî ya bi komkujiyê li ser Kurdan tê meşandin wê pûç bibe.

Li Cenevreyê di der barê Sûriyeyê de civîn pêk tê. Ev hevdîtinên ku çend sal in pêk tên, dîsa bêyî Kurdan dewam dikin. Hûn rewşa van hevdîtinan çawa şîrove dikin?

Hevdîtinên Cenevre, Astana bûn tiyatro. Dem bi dem li hev kom dibin, qaşo li ser çareseriya li Sûriyeyê nîqaşan dikin. Ti wateya van hevdîtinan ji bo çareseriya li Sûriyeyê tune ye. Ev hemû lîstik in. Ji xwe re wextê qezenç dike. Şerekî didin meşandin, li herêmê dixwazin Sûriyeyê dîzayn bikin, Rojhilata Navîn dîzayn bikin, ji bo wan hêzan wext pêwîst e, ji bo gel û civakê biaxivînin tiyatroyeke Cenevre, Astanayê çêdikin. Tiyatro ye yanî. Di wan hevdîtinan de çareserî pêk nayê. Ji xwe hêzên ku di nava vê tiyatroyê de cih digirin -ji xwe hemû jî şanoger in- meşrûiyeta wan jî tune ye. Niha çete birine her derê, ev çete li Sûriyeyê, li Bakurê Sûriyeyê ji Idlibê heta Serêkaniyê her roj komkujiyan dikin, destavêtinê, talanê dikin, qirkirinê dikin. Ev çete li hev kom kirine, birine Cenevreyê û bi wan çeteyan re ji bo Sûriyeyê çareseriyê pêk tînin. Bala xwe bidinê. Bi wan çeteyan re çareseriyeke çawa dikare pêk were? Yanî tu bi DAÎŞ'ê re, bi El Nûsra re çi çareseriyê pêk tîne? Niha ev hêzên di Cenevreyê de cih digirin DAÎŞ in, El Nûsra ne, bermahiyên wan e. Ew kom kirine, bi rêxistin kirine, cilên sivîl li xwe kirine, gravat xistine stuyê xwe, tam tiyatro ye. Yanî sînema çêkirine, rola her kesî diyar e. Kom bûne bi çeteyan re çareseriya Sûriyeyê çêdikin! Ti meşrûiyeta wê nîne. Ez rêveberiya Rojava jî rexne dikim. Rojava jî vê Cenevreyê, vê tiyatroyê pir cidî digire.

Dixwaze tê de cih bigire.

Yanî her dema devê rêveberiya Rojava vedibe, dibêje Cenevre, Cenevre, Cenevre. Li Cenevreyê çi heye? Li Cenevreyê li derveyî xapandinê, li derveyî rewakirina çeteyan tiştek tune ye. Bi vî rengî dixwazin çeteyan jî rewa bikin. Yanî niha rêveberiya Rojava, Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biçe Cenevreyê, wê bi van çeteyan re çi nîqaş bike? Çete her roj li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî tecawizê, talanê, dagirkeriyê dikin, demografiyê diguherînin, qirkirinê dikin. Çete ne, DAÎŞ in, El Nûsra ne. Tu çima dibe amûra wan? Ez vekirî bêjim; ev ne rast e. Yanî zêde zêde mezin dikin. Astana jî wisa ye. Hemû lîstik in; li aliyekî wê Amerîka heye li aliyê din jî Rûs. Wisa dixwazin çeteyan meşrû bikin. Di nava vê kaosê de şer jî dewam dike, li ser vî esasî dixwazin li gorî berjewendiyên xwe Sûriyeyê, herêmê dîzayn bikin. Ji bo vê jî wext pêwîst e. Ew wisa jî dixapîne. Li şûna vê yekê, divê rêveberiya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sîstema xwe xurt bike, hêzên xwe yên parastinê xurt bike, mezin bike, şerê şoreşgerî yê gel kûr bide meşandin, cihên ku hatine dagirkirin rizgar bikin. Li her cihî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, li dijî çeteyên dewleta Tirk li ber xwe bide, têkoşînê mezin bikin. Ji bo şerê mezin jî lazim e xwe amade bikin. Dewleta Tirk wisa nasekine. Dewleta Tirk dixwaze tevahiya Rojava, tevahiya destketiyên Rojava ji holê rabike. Ew ê sibe bixwaze êrişî Kobanê jî bike, êrişî Eyn Îsa jî bike, bixwaze êrişî Dêrikê jî bike, êrişî Rimêlanê jî bike. Divê ev yek bê zanîn. Divê tevahiya gelê me mîna QSD'ê be. Nebêje, bila QSD şer bike em jî alîkariyê bidin. Wisa nabe. Şerê şoreşgerî yê gel ne wisa ye. Hêzekê şer bike, tuyê jî alîkariyê bide. Ne wisa ye. Êdî dema meşan derbas bû. Meşên girseyî li kolanan, li derve ne pêwîste. Li Rojava tiştekî wiha nepêwîst e. Li Rojava çi pêwîst e? Divê jinên Kurd, zilamên Kurd, extiyar jî, ciwan jî hemû, pêwîst be zarok jî, ji heft salî heta heftê salî li dijî vî şerê dagirkeriyê divê têbikoşin. Di dîroka cîhanê de mînakên wisa pir in. Lazim e tu li hemberî dagirkeriyê, li dijî qirkirinê rahêje çekê, li gel hêzên xwe yên çekdarî cih bigire. Tuyê ne welatê, bajar, gundê xwe biterikîne û ne jî wisa li cihê xwe bisekine. Na ne wisa ye. Ji bo wê Şerê Şoreşgerî yê Gel ev e. Şerê Şoreşgerî yê Gel tê wê wateyê ku ji heft salî heta heftê salî gel li nava hêzên xwe yên leşkerî cih bigire, bi xwe jî di nava hêzên leşkerî de cih bigire.

Sowyetan bi vî rengî faşîzma Hîtler sekinand.

Li Vîetnamê jî wisa bû. Divê gelê me li dîroka Vîetnamê binere. Vîetnam jî wisa ye. Ev şoreşa ku li Efrîkayê çêbû di sedsala 20'an de hemû wisa ne. Yê Sowyet wisa ye. Hemû wisa ne. Di hemû şoreşan de bi milyonan mirov şehîd ketine. Wisa berdêl hatiye dayin û şoreş pêk hatiye. Ev kar bêberdêl nabe. Bi hezaran berdêlan ev kar naqede. Dema pêwîst be tu bi milyonan şehîd dide û tu dîrokekê qezenç dike, paşerojê qezenç dike. Bes e, her sedsal komkujî tên kirin, koletî tê ferzkirin. Bes e yanî. Lewma divê gelê me xwe bi vî rengî amade bike. Çavên xwe li Cenevre be, çavên xwe li Astana be, çavên xwe li hevdîtinên Emerîkayê be, Jeffrey çi got, Trûmp çi got, Pûtîn çi got, nizanim kî çi got. Na tu çi dike? Ew çi dibêjin, ew li gorî berjewendiyên xwe dibêjin. Ji xwe dibêje û dike. Tu çi dikî? Li ser te plana qirkirinê heye. Dewleta Tirk dixwaze bi alîkariya dewletên derve Kurdan bi giştî ji holê rake. Tu çi dikî? Ev girîng e. Lazim e miletê me tiştekî bi xwe bike. Divê motîvasyon û bala xwe li ser vê yekê be. Ev girîng e. Hemû rojeva Ronahî TV bûye rojeva Cenevreyê. Şaş e. Demeke dirêj e li Hesekê av qut bûye. Dewleta Tirk dagir kiriye, dest daniye ser avê. Bi polîtîkaya qirkirinê bêav dihêle, dixwaze mirovên li wir koçber bike, Hesekê vala bike. Dest daniye ser ceyranê, elektrîk qut kiriye. Dixwaze milet aciz bibe, cihê xwe, warê xwe biterikîne. Dixwaze Rojava bê Kurd bibe. Ev jî polîtîkaya qirkirinê ye, bi şêwazeke wiha dide meşandin. Miletê me jî, em car carna li Ronahî TV jî temaşe dikin, miletê me jî rêveberiya xweser rexne dike. Dibêje 'Rêveberiya Xweser avê çênake, ceyranê çênake'. Tu di nava şer de ye. Li dijî te şer heye, dagirkerî heye, şerê komkujî û qirkirinê heye, dewleta Tirk ketiye warê te, talanê dike. Tişta tu bike, lazim e tu rêveberiya xweser bi vî rengî rexne bike. Tu bêje; were min bi rêxistin bike, were min xurt bike, werin em bi xurtî têbikoşin li ber xwe bidin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk, çeteyên dewleta Tirk bînin. Ji bo vê em çi bikin, were min amade bike. Em avê ji destê dewleta Tirk a dagirker derxînin. Em ceyranê ji destê dewleta Tirk derxînin. Em baxçe, warê xwe ji destê dagirkeriya dewleta Tirk derxînin. Em çi bikin? Tu li ser vê bifikire. Tu rêveberiyê bikişîne nava motîvasyona wisa, tu rêveberiyê bikişîne fikrekî wisa. Gelê me jî rojeveke şaş çêdike. Ez gel jî rexne dikim, rêveberiyê jî rexne dikim. Rojeva Rojava ne li gorî nêrîneke rast e. Yanî şaşitiyek heye. Rojeva gel rojeveke şaş e. Dagirkerî heye, dewleta Tirk hatiye ber pozê wan, her roj ÎHA, SÎHA sûîqestan dike. Herî dawî li Qamişloyê sûîqestek çêkir. Her roj sûîqestan çêdike, komkujiyan çêdike. Divê rojeva Rojava rojeva Şerê Şoreşgerî ya Gel be. Li dijî dagirkeriyê divê em çi bikin, lazim e rojev ev be. Ez vê girîng dibînim.

Êriş ser çavikên Mûnzûrê hene. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bêjin?

Ev êriş parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê ya dewletê ye ku li Dersimê dimeşîne. Dixwaze nirx, bawerî, çand, civaka Dersimê ji holê rake. Ya ku tê kirin dewama Terteleya Dersimê ye. Ji ber vê yekê divê gelê me bi têkoşîneke xurt bersivê bide van êrişan