Hozat: Nokerî, xayintî û xiyanet bi kêrî kesî nayê

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, hevdîtinên navbear AKP û PDK'ê nirxand û got, "Di hevdîtina Enqereyê de plana tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd derket. Wê êrîşî qadên gerîla jî bikin."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di bernameya 'Ulkeden' ya televîzyona News Channelê de bersiv da pirsên rojnamevan Rojbîn Denîz ên li ser rojevê.

Hewldana dagirkirina Şengalê ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve, ku piştî hevdîtina Barzanî-Erdogan pêk hat, di rojevê de ye. Di vê demê de, ku axaftin li ser kongreya neteweyî tê kirin, êrîşa PDK'ê ya li Şengalê ji aliyê gelê Kurdistanê ve bi tundî hat şermezarkirin û ev yek weke xiyaneta li gelê Kurd hatiye kirin, hat nirxandin. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat girîngiya kongreya neteweyî ji bo Kurdan û nêzîkatiya PDK'ê ya li vê mijarê nirxand.

EGER NOKERÎ NEBÛYA, ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ JI ZÛDEYÎ AZAD BÛBÛ

Hozat da xuyakirin, ku hêzên mêtînger, bi taybetî dewleta netewe ya Tirk ji roja ava bûye û vir ve, hewl didin nehêlin Kurd bibin yek û got, "Tirsa herî mezin a dewleta Tirk pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan e. Ji bo pêşî li vê bigirin her tişt kirin û hê jî dikin. Ji ber ku, eger yekîtiya Kurdan pêk were wê mêtîngerî têk biçe, siyaseta înkar û tinekirinê wê ji holê rabe, Kurdistan wê azad bibe û mêtîngerî wê ji Kurdistanê bê avêtin.

Hozat diyar kir, mêtîngeriya Tirk ji bo pêşî li yekîtiya Kurdan bigire, herî zêde nokerên Kurd bi kar tîne û wiha dewam kir: "Xwe li wî rehê xiyanetê yê li nava Kurdan digire, vê dixe bin xizmeta xwe, tevlî planên xwe yên mêtîngerî û qirkirinê dike, xwe dispêre vê kevneşopiyê û bi vî rengî siyaseta xwe ya înkar û tinekirinê li dijî hemû Kurdan dimeşîne. Mînak; cerdevanî çawa derket holê? Beriya wê Alayên Hamîdiye hebûn. Cerdevanî jî dewama wê ye. Nokeriya li çar parçeyên Kurdistanê, dewama alayên Hamîdiye ye. Vê yekê herî zêde zerar da kê? Da gelê xwe. Li cem mêtînger, dagirker û hêzên hegemonîk cih girtin û gelê xwe qir kirin. Ev reh û kevneşopiya nokeriyê, niha bi mêtîngeran re tevdigere."

Hozat destnîşan kir, ku ne ji vê nokeriyê bûya, wê çar parçeyên Kurdistanê ji zûdeyî azad bûya û anîz iman, ya ku cesaet û hêzê dide mêtîngeriyê nokeriya li nava Kurdan e.

AMADEKARIYÊN JI BO DAGIRKIRINA ŞENGALÊ LI ZÛMARÊ HATIN KIRIN

Hozat da zanîn, ku li aliyekî kevneşopiya berxwedaneke bêhempa heye ku cîhan tev bûye heyranê wê, li aliyê din jî rehê xiyanet û nokeriyê heye, ku mirov jê şerm dikin û hêrs dibin.

Hozat pirsa "Eger ev nokerî nebûya, gelo dewleta Tirk wê karîbûya li Kurdistanê komkujî bikira? Karîbûya Cizîr, nisêbîn, Sûr, Şirnex, Gever bişewitanda?" kir û got, "Wê nekarîbûya. Gelo ev noker nebûya wê AKP û dewleta Tirk biwêriya êrîşî Cerablûs, Bab û Minbicê bike? Wê karîbûya planên tesfiyekirina Rojava bixistiya meriyetê? Na, nedikarî. Êrîşên li dijî Rojava, ji ber nokeriyê ye. Dagirkirina Cerablûsê jî ji ber heman sedemê ye. Dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî ji ber vê yekê ye. Nokeriyê dewleta Tirk anî Başîka, Bamerney, Kanîmasî. Niha li Başûrê Kurdistanê şeş, heft baregehên leşkerî yên mêtîngeriya Tirk hene. Dibêjin di hevdîtina Enqereyê de li hev kirine, wê sê çar baregehên din ên leşkerî ava bikin. PDK di vê mijarê de li hev kiriye. Dibêjin ji bilî Başîka li hev kirine ku li Tel Afer, Şengal û derdora Mûsilê jî baregeha leşkerî ava bikin. Wekî din, ji xwe li aliyê Zûmarê jî baregek ava kirin. Amadekariyên ji bo dagirkirina Şengalê, plansaziya pratîkî li wir kirin. Lewma nokeriyê deriyê Başûrê Kurdistanê bi temamî li mêtîngeriya Tirk vekir."

'DEWLETA TIRK BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR KIRIYE'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ragihand, dewleta Tirk a mêtînegr ji aliyê siyasî, aborî, leşkerî ve Başûrê Kurdistanê dagir kiriye got, "Siyaseta başûr, aboriya wê ji aliyê vê hêza mêtînger ve tê talankirin. Başûr di nava lepên birçîbûnê de ye, krîzeke giran a aboriyê heye, lê hemû pereyên Başûr diçin ji AKP'ê re. Ya ku nahêle AKP hilweşe, pereyên ji Başûr jê re diçin e. Eger desteka pere ya PDK'ê nebûya, Tirkiye ji mêj ve di krîza aboriyê de têk çûbû."

Hozat da xuyakirin, ku ev pereyên Başûr diçin ji komkujî, çek û leşkerên dewleta Tirk re û got, "Mûçeyên hemû leşkerê li Kurdistanê şer dikin hatin zêdekirin. Hemû hêzên taybet in; bi dehan leşker dimirin, nakin nûçe jî. Ji ber ku hemû leşkerên bi pere ne, leşkerên bi peyman in. Vî pereyî ji ku digirin? Pereyê ku li Kurdistanê pê siyaseta qirkirinê tê meşandin, ji Başûrê Kurdistanê digirin. Wekî din Başûrê Kurdistanê bi rastî jî hatiye dagirkirin. Bi vê dagirkeriya dewleta Tirk re tu li Başûrê Kurdistanê nikare qala dewletê, sîstemê û serxwebûnê bike."

Besê Hozat ragihand, gelê Başûr vê yekê dibîne û got, "Gelê Başûr gelekî zane û polîtîk e. Tevahiya gelê Kurdistanê bi vî rengî ye. Gel vê dibîne. Yanî bi xiyanetê kes nikare xwe bigihîne deverekê."

'DI HEVDÎTINAN DE PLANA TASFYEKIRINA TEVGERA AZADIYÊ YA KURD DERKET'

Hozat bibîr xist, ku piştî hevdîtina Barzanî ya li Enqereyê, PDK a li bakurê Kurdistanê PAK û rêxistinên nêzî PDK'ê der barê referandûmê de helwesta xwe yekser guherandin û got, "Dan xuyakirin ku ew ê boykot bikin. Boykot çi ye? Boykot erê ye, erê jî destekkirin e. Bi destekkirina AKP'ê re nêzîkatiya xwe ya li kongreya neteweyî nîşan da. Piştre êrîş li Şengalê hat kirin, êrîş li Minbicê hat kirin. Ev hemû di heman demê de hatin kirin. Êrîşa li Şengalê û ya li Minbicê di heman demê de hat kirin. Heman piştî hevdîtinên li Enqereyê hatin kirin. Ev êrîşê wê hê belav bibin. Di mijara Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî li hev kirine, wê êrîşî van herêman jî bikin. Nêzîkatiya PDK'ê ya li kongreya neteweyî ev encam derxist holê. Ji xwe gotin; 'em tevlî kongreya neteweyî nabin, bi erênî nabînin, lê em dikarin nîqaş bikin'. Eger bê bîra we, belavokek me hebû ku me ji raya giştî re eşkere kir. Me ew yek weke nameyekê ji hemû rêxistinan re şand. Me şand ji PDK'ê re jî. PDK'ê ev bersiv da me; 'me xistine rojeva xwe, em ê nîqaş bikin. Di nava hefteyek du hefteyan de em ê nêrînên xwe ji we re ragihînin'. hefteyek du hefte derbas bûn, bersiv nehat. Hevalan careke din têkilî bi wan re danîn, ji wan re gotin, 'we gotin em ê bersivê bidin. Ev dem demên girîng e, derengmayîn nabe. Em li hev bicivin, civînê lidar bixin, kongreyê pêk bînin'. Gotin 'bisekinin, em ê bersivê bidin'. Her tim mijûl kirin. Me piştre dît ku Mesûd Barzanî li Munchenê bi Bînalî Yildirim re rûnişt û biryara hevdîtina Enqereyê da. Nîqaşa destpêkê li wir kirin, piştre yekser derbasî Enqereyê bû. Di vê hevdîtinê de jî me dît ku plana tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd derketiye. Plana dagirkirina Şengalê, êrîşa li Minbicê derketiye. Eger PDK dibêje; ev tiştên hûn dibêjin ne rast e, wê demê bila vê îspat bike.

'TIŞTEKÎ JI ŞERÊ BIRAKUJIYÊ NEBAŞTIR NÎNE'

Îspatkirina vê jî, bi pêkanîna kongreya neteweyî dibe. Bila were em kongreya neteweyî pêk bînin, yekîtiya neteweyî bafirînin. Eger îdîa dikin ku ew di nava vê plana qirêj a dewleta Tirk de nîne, wê demê bila were em hevdîtinê bikin."

Hozat da xuyakirin, ku ew amade ye hema sibe jî kongreya neteweyî pêk bîne û got, "Bila werin em bang li rêxistinan bikin û kongreya neteweyî bicivînin. Em li Hewlêrê bicivînin. Em amade ne. Lê rewş ne bi vî rengî ye. Xwezî niyeta wan, nezîkatiya wan bi vî rengî bûya. Ji şerê navbera Kurdan bêhtir tiştekî nebaş nîne. Ya ku bi Kurdan da windakirin şerê navbera Kurdan, xiyanet û nokerî ye. Weke tevgerê, me di destpêka têkoşîna xwe de gule berdan nokeriyê. Ji ber ku herî zêde vê yekê zerar daye Kurdan. Ya ku hebûna mêtîngeriyê diparêze jî ev e. Lewma nokerî, xayintî bi kêrî kesî nayê. Ev zerarê dide Kurdan. Eger PDK di vê helwesta xwe de israr bike, wê xwe bi xwe biqedîne. Êdî rewşek mîna berê dernakeve holê. Rewşa Kurdan guheriye. Zanebûneke xurt heye." 

Hozat destnîşan kir, ku Kurd wê êdî xwe li nokeriyê ranegire û bang li PDK'ê kir ku dest ji vê helwesta xwe ya nexêr berde.