Hovîtiyeke din a dewleta Tirk: Bîrdariya Roboskî parçe kir

Bîrdariya ku beriya 4 salan ji bo bîranîna mirovên di komkujiya Roboskî de hatin kuştin li Amedê hat çêkirin, ji aliyê polîsên Tirk ve hat rakirin. Polîsan mermerê ku navê 34 sivîlên hatin kuştin lê nivîsandî bûn, parçe kirin.

Bîrdariya Roboskî, ku ji bo bîranîna 34 kesên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatin kuştin li Parka Roboskî ya semta Dîclekentê ya navçeya Peyas a Amedê hatibû danîn, hat rakirin. Ev bîrdarî ji aliyê  peykersaz Sûat Yakût ve hatibû çêkirin. Li ser vê bîrdariyê maketa 8 fuzeyan, jineke ku destê xwe ber bi hewa ve kiriye û dilorîne û navê 34 kesên hatibûn kuştin, hebû.

Polîsên ku serê sibehê hatin parkê, bîrdarî bi makîneyên kar ve parçe kirin. Polîsên Tirk maketa fuzeyan û peykerê dayikê ji cih rakirin û mermerên ku navên 34 sivîlan hebû jî parçe kirin. Makîneyên kar ên ku anîn parkê jî zirar dan dar û kulîlkên li hundirê parkê bi vî rengî ketin hundir. 

Têkîldarî mijarê em li rayedarên Şaredariya Peyasê geriyan, ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, lê rayedaran gotin agahiya wan ji bûyerê nîne.

Piştî ku qeyûm tayînê şaredariyên DBP'î hatibûn kirin berê jî li avahiyên şaredariyan tabelayên pirzimanî hatibûn rakirin, ala Tirkan hatibû daliqandin. Dîsa li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî peykerên şêran jî duh hatibûn rakirin. 

Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ya ku roja borî hatibû weşandin ve Komeleya Roboskî hatibû girtin.