Hiqûqnas Xalid Omer: Berxwedana gel komploya li dijî Rêbertî pûç kir

Hiqûqnas Xalid Omer diyar kir ku armanca bingehîn a girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ferzkirina tecrîdê şikandina îradeya gel e û wiha got, “Gel bi îradeya xwe komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan vala derxist.”

Çalakvanê mafên mirovan û hiqûqnas Xalid Omer derbarê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nêrînên xwe bi ANF’ê re parve kir. Hiqûqnas Xalid Omer diyar kir ku berxwedana gel komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêbertî pûç kir û bal kişand ser pejirandina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

‘GEL BERXWEDANA XWE JI RÊBER OCALAN GIRTIYE’

Hiqûqnas Xalid wiha got: “Tevî şert û mercên giran ên ku Rêber Ocalan di zindana Îmraliyê de tê re derbas dibe, heta roja me ya îro li ber xwe dide. Bi vê yekê re gelê me berxwedana xwe ji Rêber Ocalan girtiye û ew li gel soza xwe ne ku heta armancên xwe pêk bînin, wê li qadan bin.”

Xalid Omer bi bîr xist ku dewleta Tirk a ku tecrîdeke giran li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne û wiha domand: “Dewleta Tirk û yên serdest dîtin ku sûdê ji vê komplo nagirin, lewma derbasî qonaxeke nû ya komployê bûn ku tecrîdeke girankirî li ser Rêber Ocalan ferz kirin û cezayên dîsîplînê lê birîn. Hewl didin îrade, têkoşîn û berxwedana gelê Kurd bişkînin. Berovajî vê gel xwedî li Rêber Ocalan derketin.” 

‘RÊBER OCALAN BÛYE RÊBEREKÎ NETEWEYÎ’

Xalid anî ziman ku tu bingeheke hiqûqî ya vê tecrîd û komployê tuneye û wiha pêde çû: “Di qanûnên Tirk û navneteweyî de mafê her girtiyî heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Her wiha divê komîteyên tenduristiyê dem bi dem rewşa tenduristiyê ya Rêbertî binirxînin, lê heta niha der barê rewşa Rêbertî de agahî bi dest neketiye. Li gel ku Komîteya Ewropayê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir jî li ser rewşa Rêber Ocalan tu rapor nedan û parve nekir. Divê her komîte xebatên xwe bi awayekî qanûnî û bêalî bimeşînin. Lê vê peywira xwe bi cih naynin. Divê were zanîn ku Rêber Ocalan bûye rêberekî navneteweyî. Îro em dibînin ku ramana Rêbertî li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye û bi milyonan mirov xwedî li ramanên Rêber Ocalan derdikevin."

‘TIŞTA KU DIKEVE SER MILÊN ME EM DIKIN’

Di dawiya axaftina xwe de Xalid ev tişt anî ziman: “Berpirsiyariya hemû parêzvanên mafên mirovan ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têbikoşin. Em jî weke parêzerên Sûriyeyê ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan her tiştê ku dikeve ser milê me, em dikin. Her wiha em bi kordîneya Buroya Mafên Mirovan a El-Qernê ya ku Rêber Abdullah Ocalan diparêze re çalakiyên xwe didomînin."