Hilweşandin û berxwedana li Sûrê, rûyê AKP’ê teşhîr kir!

Li hemberî rûxandina li taxa Alîpaşa ya Sûrê berxwedan didome. Xatûn Tulay a ku qebûl nake ku ji mala xwe derkeve dibêje “Ligel ku min dengê xwe dabû AKP’ê jî, piştî rûxandina li Sûrê min rûyê AKP’ê yê rastîn nas kir.”

Li Taxa Alîpaşayê ya Sûrê hilweşandin û berxwedan didome. Bi talîmata wezaretê ji bo hilweşandinê her rê tê ceribandin û av û elektrîka şêniyan jî hatiye birrîn. Piştî ku gel bariyerên polîsan hilweşandibûn, tax dîsa bi bariyeran hate girtin û tax bûye girtîgeheke servekirî.

‘EZ XWE NAXIM GIRTÎGEHA JI BETONAN’

Şêniya taxê Xatûn Tulay a ku nerazîbûnê nîşanî hilweşandinê dide got, “Ji min dixwazin ku ez xaniyê xwe beramberî 3 daîreyan bidim wan. Mala min, warê min e. Ji xaniyên ku ew ê bidin, xweştir e. Heke ew dibêjin ku qey ez ê dev ji xaniyê xwe bedrim û herim xaniyên wan, ew xelet in. Ji dêvila ku ez di nav girtîgeha wan de bimînim, ez ê li gund di nav bax û bostanê xwe bimînim.”

Xatûn Tulay diyar kir ku polîs û zabiteyan gelek caran jê re gotine “Divê tu derkevî yan na em ê bi darê zorê te derxînin”  û got, “Ji dêvila ku ez ê ji xaniyê xwe derkevim û li yên wan bimînim, ez bimirim ji min re çêtir e. Ez ê tu carî ji mala xwe dernekevim, min mirin daniye pêş çavên xwe, heke ji wan tê, bila werin min derxînin.”

‘DIVÊ KURD VÊ LÎSTIKÊ PÛÇ BIKIN’

Xatûn Tulay diyar kir ku wê 2 serdeman dengê xwe daye AKP’ê û got “Berê min bawerî bi AKP’ê dianî û min dengê xwe dida wan. Di dema berxwedana Sûrê de dema ku gotin ciwanan camî şewitandine min ji AKP’ê bawer kir lê dema ku min dît ava camiyê ji aliyê dewletê hate qutkirin êdî min rastî dît. Vê hikumetê ava camiyan birrî. Divê Kurd li hemberî van lîstikên AKP’ê bibin yek û vê lîstika wan pûç bikin.”

BILA DÛRÎ ME BIN

Jina bi navê Hasîne ya ku 45 sal e li Sûrê dijî jî got, “Berê av û elektrîka me birrîn, niha jî êrîşî mala me ya şînê kirin. Çend qurişên ku ew ê bidin jî, em naxwazin. Bila dûrî taxa me bin. Li hemberî van êrîşan em bang li gelê Amedê dikin ku werin Sûrê.”