Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin taloqkirin

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja ku berê hatiye diyarkirin de nayên kirin.

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 25ê Sibata 2024’an de nayên kirin.

Berdevkê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan Îmad Cemîl diyar kir ku ji ber biryara Dadgeha Federalî ya taloqkirina kursiyên pêkhateyan, komîsyon nikare hilbijartinên parlamentoyê pêk bîne. Cemîl anî ziman ku ji ber ku Dadgeha Federal rûniştina kursiyên kotayan taloqî 21'ê Çileyê kir, komîsyon nikare amadekariyên hilbijartinê bike.

Berdevkê Komîsyonê Cemîl da zanîn ku bi awayekî fermî Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye agahdarkirin û ji bo diyarkirina dîrokeke din a hilbijartinên Parlamentoyê, daxwaza lihevkirinê hatiye kirin.