Hilbijartina Hevşaredariya Wargeha Mexmûr bi dawî bû

Hilbijartina hevşaredar û endamên meclîsa Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) a her du salan carekê pêk tê ku îro saetên sibê destpê kir, saet 19:00’an bi dawî bû.

Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku her du salan ji bo hevşaredarî û meclîsa şaredariyê diçe hilbijartinê. Îro welatî ji bo hevşaredar û encamên meclîsa şaredariyê hilbijêrin saet 08:00’an çûn ser sindoqan.

Hilbijartin li 5 semtên wargehê li malên gel di saetên sibê de destpê kir, saet 19:00’an ê şevê bi dawî bû.

Piştî hilbijartin bi dawî bû sindoqên dengdanê ji bo hilbijartinê birin naveda hilbijartinê. Li bendê ye ku heta direngî şev encamên ji sindoqan derketî bi raya giştî re bê parvekirin.

Ji bo hevşaredaran 2 û ji bo meclîsa şaredariyê jî 7 kes tên hilbijartin.