Hîba Ziyadîn: Herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de xeternak in

Lêkolînera HRW’ê Hîba Ziyadîn diyar kir ku wan bûyerên di navbera salên 2018 û 2023’yan de pêk hatine wan bi belge kirine û got: “Herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de herî xeternak in, em balê dikşînin li ser van kirinan.”

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) di rapora xwe de dibêje, "Her binpêkirin, kuştin, revandin û destdirêjiyan ku li Sûriyeyê ji aliyê komên çekdar û DAÎŞ’iyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê ve tên kirin, dewleta Tirk divê berpirsiyar bê dîtin. Berpirsên Tirkiyeyê li van kiryaran dinêrin û wekî serkêşê hemû binpêkirinan tên naskirin.”

Lêkolînera beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ya RWH’ê Hîba Ziyadîn der barê rapora weşandine û kiryarên çeteyên dewleta Tirk ji ANF’ê axivî. Hîba Ziyadîn diyar kir ku wan bûyerên di navbera salên 2018 û 2023’yan de pêk hatine wan bi belge kirine û wiha got: “Herêmên di bin konrola Tirkiyeyê de herî xeternak in, em balê dikşînin li ser van kirinan. Hemû binpêkirin li cihên ku Tirkiye dagirkirine pêk tên û bê ceza mane. Li gorî belgeyên me û komîteya lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye li herêmên Sûriyeyê yên ku dagirkiriye rêz nîşanî hiqûqa navneteweyî nade û weke dewleteke dagirker erkên xwe yên navneteweyî jî bi cih nayîne. Heger Tirkiye van belgeyan qebûl nake wê demê divê rê bide çavdêrên serbixwe yên mafên mirovan ku bê astengî derbasî deverên ku wê dagir kiriye lêkolînê bikin. Di nav van deveran de jî girtîgeh û navendên binçavkirinê yên ku ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ve têne birêvebirin hene.”

Lêkolînera HRW’ê Hîba Ziyadîn anî ziman ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê koalîsyoneke bêserûber e û wiha domand: “Gelek komên çekdar ên cihêreng û wekhev di nava xwe de dihewîne. Komên çekdar bi awayekî bêserûber erdên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, kontrol dike. Her wiha gund, bajarok û heta taxên takekesî di nav xwe de parve dikin. Jiyan li wê derê pir lihevketî ye. Gelek hewldanên lihevanîn û guftugoyan di salên borî de hatin kirin, lê di temisîna van binpêkirinan de li bin ket.”

Hîba Ziyadîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê civaka navneteweyî zextê li Tirkiyê bike da ku dev ji kiryarên xwe berde. Dikarin ji ber van kiryaran wan ceza bikin. Beriya niha der barê Tirkiyeyê de lêpirsîn hatibû vekirin. Ev ne cara yekem e.”