Hêzên Xweparastinê yên Başûr: Em dixwazin gelê xwe biparêzin

Hêzên Xweparastinê yên Başûrê Kurdistanê: Bi navê komek ji ciwanên ji Behdînan û Bradostê ji bo li dijî êrîşên dijî herêma xwe bisekinin û dagirkeriyê têk bibin me xwe bi rêxistin kir. Em dixwazin gel û destketiyên xwe biparêzin.

Hêzên Xweparastinê yên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li çiyayên Başûrê Kurdistanê hatibû ragihandin. Di nava gelek partî, rêxistin û saziyên çapemeniyê de yên li Başûr nîqaş der barê hêzên xweparastinê hate kirin.

Ji ber vê yekê jî Hêzên Xweparastinê yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nû weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, " Bi navê komek ji ciwanên ji Behdînan û Bradostê ji bo li dijî êrîşên dijî herêma xwe bisekinin û dagirkeriyê têk bibin me xwe bi rêxistin kir. Armanca me parastina gel û destketiyên xwe ye."

'BI ME RE TEVBIGERIN'

Daxuyanî wiha ye:

"Em, ciwanên ji herêma Bradostê bang li eşîr, rewşenbîr, nivîskarên li herêma Bradostê û her kesî dikin ku li dijî dagirkeriyê bi me re li ber xwe bidin. Em ji wan dixwazin ku li gorî hêza xwe destekê bidin me. Bi taybetî ji eşîrên ku bi salan e li qada Bradostê ne û timî xiyanet li wan hatine kirin vê yekê hêvî dikin. Li dijî dagirkerî û êrîşan Gelê Biradost baş dizane, herêma Bradost li dijî dagirkeriyê qet serî ne tewandiye.

Ji bo parastina gelê Biradost û Behdînan di çarçoveya parastina rewa de me xwe birêxistin kir, ji bo em gelê xwe ji êrîşên dagirkeriyê biparêzin.

'YÊN HEVKARIYÊ DIKIN Û ÎSTÎXBARATÊ DIDIN DI HEDEFA ME DE NE'

Li herêmên Behdînan û Bradostê hin hêz û hin kesên li nava hin eşîran mixabin li dijî Kurdan bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dikin. Agahiyên îstîxbaratê didin dewleta Tirk. Bi her rengî li dijî gelê me hevkarî bi dijmin re kirine.

Em baş zanin ku ev kes kî ne û dixwazin çi bikin. Eger dest ji dijminatiya ku li eşîran û gelê dikin bernedin û tevlî têkoşîna gelê me ya li dijî dagirkeriyê nebin wê bibin hedefa me.

'EM LI DIJÎ TI HÊZA KURD AVA NEBÛNE'

Li nava hin partî, rêxistin û saziyên wan ên çapemeniyê der barê dagirkeriyê de nîqaşên gelekî çewt û neyînî tên kirin. Her partî û rêxistin avabûna me li gorî xwe dinirxînin. Nirxandinên piraniya wan jî dûrî ji rastiyê ne. Armanca me ne ew e ku li Başûrê Kurdistanê rê li ber pirsgirêka asayîş û ewlekariyê vekin. Avabûna me li dijî ti hêza Kurd nîne. Ya ku em dixwazin bikin berevajî vê ye. Em dixwazin her kes zanibin ku ji bilî parastina xaka xwe ji dagirkeriyê, ji bo astengkirina pirsgirêkên ewlekariyê li Başûrê Kurdistanê ti armanca me nîne. Em ê bi can, xwîn û berxwedana xwe xaka xwe ji dagirkeran biparêzin.

'DIVÊ PÊŞMERGE BI ME RE LI BER XWE BIDIN'

Em bang li pêşmergeyan dikin ku bav, bira û kekê me ne û zêdeyî çil sal in ji bo Kurdistanê têdikoşin, ku bi me re li ber xwe bidin. Bila ti partî, rêxistin û hêz li gorî îdeolojî, bername û plansaziyên xwe me nenirxînin. Em di heman mesafeyê de nêzî hêzan hemûyan dibin. Em ne nêzî ti ji wan e, ne jî dûrî ti ji wan e. Em zarokên gel in. Em dixwazin xaka xwe li dijî dagirkeriyê bi can û xwîna xwe biparezin.

Em ê bi îradeya xwe, bi berxwedana xwe û bi desteka gelê xwe têbikoşin û dagirkeran ji ser xaka xwe derxînin."