Hêzên rejîma Îranê li Serdeştê şivanek birîndar kirin

Hêzên rejîma Îranê li Serdeştê gule li welatiyekî Serdeştê yê şivan barand. Di êrişê de şivan birîndar bû.

Hate ragihandinm ku roja Pêncşemiya bihorî li nêzî gundê Doletû yê girêdayî Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê, dema şivanekî pezê xwe diçêrand, hêzên rejîma Îranê gule li şivanê bi navê Azad reşandiye.

Di encama gulebaranê de şivan bi giranî ji ranê xwe ve birîndar bû. Şêniyên gund ji bo destwerdanê çûn qada bûyerê û ji bo dermankirinê şivan rakirin nexweşxaneyê.

Di heman rojê de li nêzî gundê Zelê yê girêdayî Serdeştê dîsa welatiyekî bi navê Zaniyar ku ji gundê Spîdar e pê li mayînekê kiribû û di encama teqîna wê de welatî birîndar bûbû. Welatiyê birîndar rakiribûn nexweşxaneya Ûrmiyeyê.