Hêzên rejîma Îranê du kolberên Kurd birîndar kirin

Hêzên rejîma Îranê li Ûrmiye û Banê gule li kolberan barand û di encamê de 2 kolber birîndar bûn.

Li gor Tora Mafên Mirovan a Kurdistan (KHRN), roja Pêncşemê (27’ê Kanûnê), hêzên rejîma Îranê êrîşî kolberên li ser sînorê Mirgewer a Ûrmiyê kirin û di encamê de kolberê bi navê Zûbeyr Rehîmî birîndar bû.

Li herêma ser sînor a Hengejal a Banê jî kolberê bi navê Hemîd di encama guleberana hêzên rejîma Îranê de birîndar bû.

Li gor daneyên saziya mafên mirovan ji 22’ê Kanûnê heta niha herî kêm 6 kolber ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi guleyan hatine birîndarkirin.