Êrîşa çeteyên PDK'ê ya li ser Şengalê li Başûrê Kurdistanê tê protesto kirin û çalakiyên şermezarkirinê didomin.
Li Herêma Kurdistanê bertekên gelê yên li dijî êrîşa çeteyên PDK'ê yên li ser Şengalê zêde dibin. Di vê çarçoveyê de li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê di pêşengtiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê de êrîş hatin şermezar kirin. Piştî çalakiyê hêzên PDK'ê êrîş birîn li ser kesên li cihê çalakiyê mayîn û di encamê de Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Omer Hacî Hisên birîndar bû.
Li çalakiyê de Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Omer Hacî Hisên axivî û wiha got; "Ev şerê li Şengalê demeke dirêje amadekarî ji bo hatine kirin. Bi hevkariya Erdogan hate kirin. Weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ev van êrîşan şermezar dikin û em weke şerê dijî Kurdan û Rojava dibînin."
Hisên di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Ev êrîşane xizmeta doza gelê Kurd nake. Tenê pîlaneke ji bo şikandina vîna gelê Kurd e. Ev şerê li dijî vîna azad a gelê Kurd e."
Di çalakiyê de Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso jî axivî û wiha got: "Şerê li Şengalê, pîlanekî li dijî vîna gelê Kurd e. Di navbera Şengal û Rojava de cudahî nîne. Her çar parçeyên Kurdistanê xwedî yek vînê ye. Dewletên dagirker dixwazin vînaa gelê Kurd li kûderê be ji holê rabikin."
Hiso wiha pê de çû: "Dema ku DAIŞ'ê Şengal û Kobanê dagirkir gelê Kurd weke erkekî exlaqî û netewî bi hev re li dijî DAIŞ'ê rawestiyan. Çareserkirina pirsgirêkan di yekîtiya netewî de ye. Nebûna yekîtiya netewî wisa kiriye ku metirsiya şerê navxweyî hebe."
Di çalakiyê de nûnerên Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê axivîn û helwestên xwe yên li dijî şerê Şengalê anîn ziman û daxwaz kirin ku pirsgirêk bi rêya gotûbêjian were çareser kirin.
Piştî ku çalakî bi dawî bû, hêzên PDK'ê êrîşî çalakgerên li cihê çalakiyê mayîn kirin. Di encama êrîşên hêzên PDK'ê de Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yê herêma Kerkûkê Omer Hacî Hisên birîndar bû.