Gerîla derbeke giran li leşkerên Tirk xist!

Hêzên gerîla derbeke giran li leşkerên Tirk xistin ên ji bo dagirkeriyê li ser giran bi cih bûn. Bi çekên giran û çalakiyên sabotajê li leşkerên li ser sê giran hate xistin. Tê gotin ku ji leşkerên Tirk ên dagirker gelek mirî û birîndar hene.

Liv û tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li derdora Bradost, Xakurkê û Lolanê didome. Bi vê armancê şeva 28'ê Gulanê Çiyayê Şekîf, derdora Çemê Lolanê û Girê Şehîd Dervîş bi saetan ji aliyê balafir û helîkopterên şer ve hatin bombekirin. Artêşa Tirk piştî bomberdûmanê leşkerên xwe danî ser Çiyayê Şekîf û Girê Şehîd Dervîş û xwest hewldana xwe ya dagirkeriyê berfireh bike.

Hêzên gerîla jî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk doh êvarê ketin nava liv û tevgerê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, hêzên gerîla li leşkerên Tirk ên li ser girên herêmê xistin. Doh êvarê saet 21:00 hêzên gerîla avêtin ser leşkerên li ser girên Lêlîkan, Şehîd Botan û Şehîd Şahan. Hêzên gerîla bi çekên giran û çalakiyên sabotajê li leşkerên li ser her sê giran xistin. Çavkaniyên herêmî dibêjin, di encama çalakiyên gerîla de gelek leşkerên Tirk mirine û birîndar bûne. Hate ragihandin, leşkerên mirî û birîndar bi helîkopteran ji herêmê rakirine.