Hêzên Berevaniya Ezmanî li Çelê û Heftanînê çalakî kirin

HPG'ê ragihand Hêzên Berevaniya Ezmanî ya Şehîd Delal 11'ê Kanûnê li Çelê û Heftanînê li dijî dagirkeran çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand Hêzên Berevaniya Ezmanî ya Şehîd Delal 11'ê Kanûnê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin.

HPG'ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan: ''Hêzên Berevaniya Ezmanî ya Şehîd Delal 11'ê Kanûnê saet 11.00'an li Colemerg, navçeya Çelê li dijî baregeheke qereqola Girê û eynî rojê saet 13.45'an li Heftanînê li qada Bektora ya li dijî dagirkerên li Girê Koordîne bi amûrên hewayî yên bêmirov çalakî kirine. Di du çalakiyan de jî hedefên ku bi amûrên hewayî hatine diyarkirin derb xwarine û çalakî bi rengekî serkeftî bi encam bûne.''

ÊRÎŞA LI SER QADÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Artêşa TC'ê ya dagirker li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîş pêk anîne. Agahiyên berfireh ên derheqê êrîşan wiha ne:

10'ê Kanûnê saet 11.30'î qada Çemço ya bi ser herêma Zapê de bi balafirên şer hatiye bomekirin.

10'ê Kanûnê saet di navbeyna 10:50 Û 11.30'an de li herêma Metîna qada Girê Hekarî, Şehîdan, erdên gundê Golka û derdora gundê Şelazê bi balafirên şer hatine bombekirin.''