Hêzên Îranê li Şino çar Kurd revandin

Hêzên dewleta Îranê li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê 4 Kurd revandin û birin cihekî nediyar.

Li gorî nûçeya Kolbnewsê, li parêzgeha Şino ya Rojhilatê Kurdistanê, 4 welatiyên Kurd yên bi navê Cibraîl Ehmed Pur, Mensur, Nîkzad, Idrîs Perwêzî û Aso Mehmudî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin û heya niha jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Heman çavkaniyê de tê gotin, hêzên Îranê li gundê Xanler ya nêzî Şino, bi ser mala Mensur Nîkzad û Idrîs Perwêzî de girtine û revandine. Herwiha li taxa Tacîn Abazd ya Şino jî, bi ser mala Aso Mehmudî de girtine û wî jî revandine.

Li gorî Kolbernewsê, hêzên rejîmê heman rojê Cibraîl Ehmed Pur jî binçavkirine û heya niha aqûbeta her 4 welatiyên Kurd nayê zanîn.