Hêzên Îranê kolberekê Kurd kuşt

Hêzên dewleta Îranê, li Merîwanê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, kolberekê Kurd ê bavê sê zarokan kuşt.

Li gor nûçeya Kolbernewsê, hêzên dewleta Îranê li ser sînorê Derewan ê Merîwanê kolberek kuştiye.

Hat zanîn ku kolber Ferît Wetenî Resûl, ji gundê Nişkaş ê Merîwanê ye û bavê sê zarokan e.

1’ê Cotmehê jî li nêzê gundê Darkî yê li herêma Tete ya li Hewremanê, êrîş li komek kolberan hat kirin û kolberek hat kuştin.

Li gor bîlançoya ku Kolbernewsê 1’ê Nîsanê weşand, ji ber berdana guleyan a hêzên dewleta Îranê di nava deh salan de, li ser sînorê navbeyna Başûr û Rojhilatê Kurdistanê qet nebe 536 kolber hatine kuştin, 1249 kolber hatine birîndarkirin. Sala 2022’yan 43 kolber hatine kuştin, 215 kolber hatine birîndarkirin.