Heyva Sor a Kurdistanê bang kir: Em bi hawara mexdûrên şewatê ve biçin

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên şewata li Şemrex û Çinarê banga alîkariyê kir û got: “Banga me ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan heye ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê bidin malbatên mexdûr.”

HEYVA SOR A KURDISTANÊ

Heyva Sor a Kurdistanê têkildarî şewata li navçeya Şemrex û Çinarê daxuyaniyeke nivîskî da û banga alîkariyê kir.

Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê bi vî rengî ye:

“Em bi hawara mexdûrên şewatê ve biçin!

Welatiyên hêja,

Şeva 21’ê Hezîranê ji ber belavbûna çirûskên elektrîkê li gundên navçeya Amedê Çinarê û yên navçeya Mêrdînê Agir bi zeviyên welatiyan ket. Şewatê ji gundê Tobiniyê yê Çinarê destpê kir û li gundên Têznê, Hatdirînê, Reşan, Dêrê, Kelekê, Herberê û Bexcayê yên bi ser Şemrexê ve belav bû û heta ber bi Bendava Goksuyê berdewam kir.

Ji bilî ziyana maddî, mixabin ji ber şewatê herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û bêhtirî 40 jî birindar bûn. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane ciwan in. Li gorî eşkere bûye, rewşa gelek birîndaran giran e û li nexweşxaneyên Amed, Mêrdîn û Rihayê tên dermankirin.  

Li herêma şewatê gelek sewalên gundiyan û sewalên kovî telef bûn.

Heta kêliya dawî jî gundiyên derdorê bi derfetên xwe yên kêm hewl dan şewatê vemirînin û ji ber xemsariya saziyên dewleta Tirkiyê gelek zor û zehmetî peyda bûn.

Wek saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê, em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran jî daxwaza şîfaya lezgîn dikin.

Wek hemû bûyerên felaketê yên beriya niha, Heyva Sor a Kurdistanê yekser ket nava hewldanên pêçandina birîna welatiyan. Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên şewatê alîkariya madî berhev dike û wê di zûtirîn dem de pêdiviyên kesên mexdûr bicih bîne.

Dubare Heyva Sor a Kurdistanê ji bo kes û karên qurbaniyan sersaxiyê dixwaze û hêvî dike ku felaketên wiha êdî ti carî bi serê gel neyên.

Bi vê bîr û baweriyê banga me ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan heye ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî malbatên mexdûr bikin.

Heyva Sor a Kurdistanê e. V.

Armanc: Alîkarî ji bo mexdûrên şewatê

---------------------------

Heyva Sor a Kurdistanê e. V.

Kreissparkasse Köln

IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81

BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

www.paypal.me/heyvasorakurdistane