Heyeta Meclîsa Xweser a Şengalê bi eşîra Şemir re rûnişt

Meclîsa Xweser a Şengalê û serokeşîrên Êzidiyan têkildarî kuştina 2 ciwanên Ereb û lîstikên li ser Şengalê tên lîstin bi serokeşîrên Şemirê re rûniştina biratiyê pêk anîn.

Meclîsa Xweser a Şengalê û serokeşîrên Êzidiyan têkildarî kuştina 2 ciwanên Ereb û lîstikên li ser Şengalê tên lîstin bi serokeşîrên Şemirê re rûniştina biratiyê pêk anîn.

Li ser navê reîs eşîrên Êzidiyan Şêx Şemo û Xidir Hecî Mîrza Qeyranî daxuyanî dan.

Xidir Hecî Mîrza Qeyranî got, "Me hevdîtîn bi daxwaz û xwesteka serokeşîrên Şemir pêk anîn. Me bi germahiya biratiya navbera gelê Êzidî û gelê Ereb de hevdîtîn kir. Em û eşîra Şemir yek in û piştgiriya hev dikin."

Xidir Hecî Mîrza Qeyranî bal kişand ser kuştina 2 ciwanên Ereb ên Şengalê û diyar kir ku bi rêya vê provokasyonê hewl dane ku biratiya navbera wan xera bikin û got, "Em lîstok û fitneyên wisa qebûl nakim. Em ê li hemberê van lîstikan bi birayên xwe yên Şemir re yek bin, bi hev re rûnin û li dijî van lîstikan derkevin. Kesên ku dixwazin di nava her du civakan de qirêjiyê û şaşîtiyê biafirînin, wê neyên qebûlkirin û werin lêpirsîn."

Hecî Mîrza Qeyranî piştre jî ev peyam da: "Em wekî her du pêkhate gihîştin tifaqekê. Dijminê me pir in û dixwazin me bi birayên me yên Şemir re ji hev qut bikin. Em nayên lîstikên bi vî rengî, ji ber ku em edî gelekî xwedî ziman û perwerdekirine."

'YÊN DI NAVA YBŞ Û YJŞ'Ê DE NE HÊZ Û BAWERIYA VÊ CIVAKÊ NE'

Li ser navê reîs eşîra Şêxa Şêx Şemo encama hevdîtîna di navbera reîseşîrên gelê Ereb û Êzidiyan bi vî rengî nirxand û kesayeta Qasim Şaşo a li hemberê gelê Êzidî şîrove kir. "Qasim Şaşo li ser torên civakî dûrbûyîna xwe li hemberê gelê Êzidî şênber dike û dibêje 'YBŞ ne Êzidî ye'. Cîhan giştî dizane ku YBŞ kî ye û çawa ava bûye. Her kes dizane tu kî yî û qiymeta te çiqase. Planên ku xwastin li ser xaka Şingalê pêk bînîn pêk nehat û biratiya me ya ku di navbera eşîra Şemir re xorttir bû û li ser eynî sînorê bi biratî dijîn. Îro ev hêza leşkerî ya ku Şengalê diparêze YBŞ û YJŞ ji zarokên Êzidî û Ereban ve pêk tê. Yên di nava YBŞ û YJŞ'ê de cih digirin hêz û baweriya vê civakê ne. Em û eşîra Şemir bi hev re pêngavê biavejin, destê biratiyê bigirin, saziyên xwe ava bikin û bi hev re Şengalê biparêzin. Em wek gelê Êzidî, Şîa, Sûnnî û Ereb hev digirin û haya me ji polîtîka û siyaseta li hemberî me têne kirin heye."

'GELÊ ME ZANE KU KÎ ŞENGALÊ DIPARÊZE, KÎ DIFIROŞE'

Şêx Şemo axaftinên xwe wisa berdewam kir, "Em wek civak û eşîrên Şengalê destek û rêxistinek in, em hatin rêxistinkirin. Kes nikare elimandinên xwe yê qirej û siyaseta xwe ser serê me bidin meşandin. Dema PDK li vir bû gelek kes hatin revandin û dihatin kuştin, ev jî destê hinekê din dihate kirin. Qasim Şeşo jî yekî ku Şengal firotiye. Gelê me jî edî dizane kî Şingalê diparêze kî jî difiroşe.

Herî dawî jî rêîs eşîrên Êzidiyan sersaxî ji malbatên her du ciwanên ku hatine kuştin xwest.