Heyeta ku dixwest biçe Xerabê Bava careke din hat astengkirin

Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê ev hefteyeke êrîş û dorpêçkirin didome. Heyeta HDP û DBP'ê ya ku dixwest biçe gund cara 2’emîn ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Serokwekîla Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek û Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî di nav de heyeta ku dixwest biçe gundê Xerabê Bava yê ku ev hefteyeke dibin êrîş û dorpêça leşkeran deye û ji bo agahî ji gund bigrin çi li wir diqewime bizanin li gund cara 2’emîn ji aliyê leşkeran ve ketina gund hat astengkirin. Heyetê daxuyaniyek da.

EM JI JIYANA WELATIYAN BI FIKARIN

Serokwekîla Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek bal kişand ser bi hezaran welatiyên gund ku li benda alîkariyane û wiha got; "Em nizanîn li gund çi diqewime. Destûr nayê dayîn ku em bikevin gund. Hevdîtinên ku me li vir kirîn dibêjin operasyon berdewame û ketina gund de destûr nadin. Di vî gundî de ku 9 roj in dorpêçkiriye, welatiyên gund serlêdana partiya me kirine."

Şîmşek diyarkir ku mûxatabê astengkirinê me ne dîtiye û wiha got; "Hevdîtinên bi walî û Wezîrê Karê Hundir re bê bersiv mane. Di vê mijarê de ji bo ketina gund çi pêwîste be wê partiya me bike û serlêdanan bike. Em ji jiyana welatiyên li gund bi fikar in."

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora jî diyar kir ku ji bo ketina gund pêwîste destûra walî û Wezîrtiyê hebe, bê destûra wan ketina gund destûr nayê dayîn.