Heyeta ji Ewropayê: Divê tecrîd were rakirin

Leyla Guven ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan 67 roj in di greva birçîbûnê de ye. Parlementerên ji Ewropayê xwestin biçin serdana Guven û banga ‘Divê tecrîd were rakirin’ kirin.

Ji bo piştgiriya parlementera HDP’ê Leyla Guven, parlementerên Parlementoya Ewropayê jî tê de heyetek hate Amedê û banga bidawîkirina tecrîdê kirin.

Ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku ketiye greva birçîbûnê, parlementera Seîn Feîn û parlementera Partiya Karkeran a Îngîltereyê Martîna Anderson û Jûlîa Ward, parêzera Îtalyan Sîmonetta Rosella Benadetta, parêzvana mafê mirovan a Îrlandayê Wendy Lyon û hiqûqnasa mafê mirovan a Îngîltereyê Margaret Owen jî di nav de, li Baroya Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Parlementera Parlementoya Ewropayê Martîne Anderson got ku, “Leyla Guven 55 salî ye û 67 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ev çalakî hatiye asteke krîtîk. Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi vê çalakiyê kiriye. Tê zanîn ku ji sala 2011’an û vir ve Ocalan nikare bi parêzerên xwe re bicive. Em li vê derê tevî heyeta xwe bang li Tirkiyeyê dikin ku divê tecrîd were rakirin û li girtîgehan êşkence were bidawîkirin.”

Parlementera Parlementoya Ewropayê Jûlîa Ward jî diyar kir ku ev cara sêyemîn e ku ew tê Tirkiyeyê û wê dîtiye ku li Tirkiyeyê mafên mirovan xerabtir bûye. Ward got ku, “Li Tirkiyeyê li ser hemû kesan zext heye. Em îro bi Dayîkên Aştiyê re civiyan û me êşa wan di dilê xwe de hîs kir. Dayîk hê jî li gorên zarokên xwe digerin. Me xwest em Leyla Guven bibînin lê destûr nehate dayîn, bi ser de polîsan dora me girtin. Tiştên ku li vê derê me dît, em ê li Ewropayê li her derê bibêjin. Ew nikarin me bêdeng bikin.”

OWEN: BI ROJEKE BI TAV RE HAVÎN NAYÊ WELAT

Hiqûqnasa mafê mirovan a Îngîltereyê Margaret Owen jî diyar kir ku bi rojeke bi tav re havîn nayê welat û got ku “Bi salan e ku, ji bo çavdêriya pîrozbahî û rûniştinan ez têm Tirkiyeyê. Lê tu carî ez evqasî ne bi fikar bûm. Ji ber ku Leyla Guven û 256 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ye. A niha Tirkiye di tariyê de ye. Ji bo sekinandina vê tariyê, çi ji destê me were, em ê bikin.”