Heyeta HDP’ê li Silêmaniyê bi YNK’ê re civiya

Hevdîtinên heyeta HDP’ê li Başûrê Kurdistanê didomin. Heyeta HDP’ê îro li bajarê Silêmaniyê bi polîtburoya YNK’ê re civiya.

Li bajarê Silêmanî îro saet 10:00’an heyeta HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Berdan Ozturk, Dîlek Ocalan û endama Lijneya Rêveber a Navendî  Dîlek Boga pêk tê, bi polîtburoya YNK’ê re civiya.

Heyeta HDP’ê ji aliyê endamên polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, Sedî Ehmed Pîre, Hakim Qadir û endamên reveberiya YNK’ê Ciwan Îhsan, Bilêse Cebar Ferman û Arêz Ebdullah ve hate pêşwazîkirin.

Piştî civinê endamê polîtburoya YNK’ê Bextiyar û Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Mele Bextiyar axivî û got; “Li gel heyeta HDP’ê me li ser mijara yekîtiya netewî, danûstandina navbera aliyan, rewşa siyasî ya Kurdistan û herêmê guftûgo kir. Her wiha me qala rola Kurdan di nava siyaseta dewletên mezin û dewletên herêmê kir.”

Bextiyar her wiha got; “Em li gel wê ne ku pirsgirêkên Tirkiyê bi guftûgoyê bên çareserkirin. Lê ger wiha nebe, em mê pişta xwişk û birayên xwe bernedin.”

‘TIFAQA NETEWEYÎ Û KONGREYA NETEWEYÎ HATE NÎQAŞKIRIN’

Piştre jî Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan axivî, got; “Me li gel YNK’ê li ser giringiya helwesta aliyên Kurdistanê, tifaqa navxweyî û giringiya kongreya neteweyî nîqaş kir. Bi dagirkirina Kerkûkê re dilê me birîndar bûye. Weke çawan bi êrîşkirina ser Efrînê re dilê me birîndar bû. Ev bûyer hemû jî diyar dikin ku ka çiqas kongreya neteweyî û tifaqa navxweyî girîng e.”

Bûldan got; “Em ê li ser xebatên xwe yên ji bo tifaqa nava Kurdan û tifaqa nava aliyan berdewam bikin. Gelê Kurd ti demê li hemberî dagirkeran serî netewandiye û bê navber xebitiye. Em ê jî li ser vê dewam bikin.”

Heyeta HDP’ê piştî serdana Polîtburoya YNK’ê çû serdana Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl. Kosret Resûl li mala xwe ya li bajarê Silêmanî pêşwaziya heyeta HDP’ê kir.