Heyeta HDP'ê: DEDAŞ dijminatiyê li Kurdan dike

Heyeta HDP'ê li Rihayê bi kedkarên çandiniyê re civiya û diyar kir ku DEDAŞ dijminatiyê li Kurdan dike.

Di çarçoveya Bernameya Têkoşîna Demokrasiyê ya HDP'ê, Kombûnên Demokrasiyê didomin. Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, nûnerên partiyên pêkhateyên HDP'ê û parlamenterên wê bi du heyetan li Rihayê bi kedkarên çandiniyê re civiyan. Heyeta HDP'ê li pêşiya DEDAŞ'ê daxuyaniyek da ku DEDAŞ rojên dawî bi qutkirina elektrîkê li ser bajarên Kurdan di rojevê de ye.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî bi bîr xist ku AKP a 18 sal in li ser desthilatdariyê ye, aştiya civakî, aştiya aborî têk dibe û got, "Vê yekê jî bi rêya hin saziyan dike. Desthilatdariya AKP'ê ku civakê terorîze dike, li bajarên Kurdan bi destê DEDAŞ'ê terora enerjiyê dike. Ji bo vê yekê şermezar bikin û hişyariyê bidin desthilatdariyê û DEDAŞ'ê me li vir kom bûne. Eger aştî bê vî welatî wê bi piştevaniya gelan û têkoşîna gelan pêk were. Li ku derê bêedaletî hebe em ê li ber wê rabin.

DEDAŞ wêneyê zîhniyeta talankirina ked û xwezayê ye.

Kiryarên DEDAŞ'ê dijminatiya li Kurdan e.

Maliyetên şîrketên alîgirê desthilatdariyê li fatûreyên elektrîkê tên bicihkirin.

Yekane rêya pêşîgirtina li vê yekê ew e ku li dijî vê zîhniyetê, li dijî zîhniyeta AKP'ê û sîstema mêtingeriyê ya kapîtalîst têkoşîn bê meşandin."