Heyeta HDP’ê bi Tevgera Goran re civiya

Heyeta HDP’ê ku li Başûrê Kurdistan bi partî û rêxistinên siyasî re hevdîtinan pêktîne, piştî civîna YNK’ê bi Tevgera Goran re civiya. Di daxuyaniyên hatin dayîn de bal hate kişandina ser pêkanîna kongreya netewî.

Li bajarê Silêmaniyê heyeta HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçiyer, Bedran Ozturk, Dîlek Ocalan û endama MYK’ê Dîlek Boga pêk tê serdana navenda giştî ya Tevgera Goran kir.

Heyeta HDP’ê ji aliyê Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Syîd Elî û endamên Civata Giştî ya Tevgera Goran ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtina herdu aliyan de li ser yekîtiya netewî gotûbêj hate kirin.

Piştî hevdîtinê Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî û Parlamenterê HDP'ê Bedran Ozturk daxuyaniyek da çapemeniyê.

ARMANC PÊKANÎNA KONGREYA NETEWÎ YE

Parlamenterê HDP'ê Bedran Ozturk axivî û got; “Armanca serdana me ya li gel aliyan pêkanîna kongreya neteweyî ye. Em dixwazin li ser asta berjewendiyên giştî yên Kurdistanê alî nêzî hev bibin."

KONGREYA NETEWÎ NEÇARIYEKE

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî jî diyar kir ku yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan gelek girîngiya xwe heye û got; "Divê dema ku li ser Kurdistanê metirsî û gef heyîn de, girîngiya yekîtiya neteweyî û kongreya neteweyî zêdetir bûye."