Heyeta HDP'ê bi CPT re hevdîtin kir

Ji bo heyetek bi lezgînî biçe Îmraliyê, HDP'ê bi rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hevdîtinek kir.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca û Nûnerê HDP'ê yê Konseya Ewropayê Fayîk Yagizay, li Strasbourgê bi rayedarên CPT re rûniştin. Fayîk Yagizay piştî hevdîtinê agahî da û diyar kir, wan rexneyên gelê Kurd ên li CPT tên kirin, her wiha banga gelê Kurd ji rayedarên CPT re ragihandine.

'CPT JÎ JI MIRINA MIROVAN BERPIRSYAR E'

Fayîk Yagizay bi bîr xist, şiyara bingehîn a berxwedana grevên birçîbûnê ya bi hezaran çalakgerî, 'bidawîbûna tecrîdê' ye û anî ziman ku wan ev daxwaz ji rayedarên CPT re ragihandine.

Li gorî agahiyên ji aliyê Yagizay ve hatin dayin, ji rayedarên CPT re di hevdîtinê de hatiye gotin ku ji ber CPT wezîfeya xwe nake ew jî berpirsyarê şehadetên li girtîgehan e.

Fayîk Yagizay diyar kir, gelê Kurd bi rojan e li ber Konseya Ewropa û CPT'ê hewl dide dengê xwe bide bihîstin û got, "Daxwaza însanî ya gelê Kurd di çarçoveya wezîfe û erka CPT de ye. Ji ber vê yekê me careke din bang li rayedarên CPT kirin ku çareseriyê ji pirsgirêkê re bibînin."

CPT: EM HEWL DIDIN LI DIJÎ TECRÎDÊ ÇARESERIYEKE MAYINDE BIAFIRÎNIN

Nûnerê HDP'ê yê Konseya Ewropayê Yagizay diyar kir, rayedarên CPT'ê îdîa kirine ku rexneyên gelê Kurd 'neheq' e û got, "Rayedarên CPT jî ji me re gotin, 'Rexney agelê Kurd neheq e. Ji ber ku me gelek caran bi rayedarên dewleta Tirk re hevdîtin kir. Ev hevdîtin bi rayedarên payebilind ên dewletê re hatin kirin'."

Rayedarên CPT di hevdîtinê de îdîa kirin ku li dijî binpêkirina mafên mirovan û azadiyan a li Tirkiyeyê ew hewl didin çareseriyeke mayinde biafirînin. Rayedarên CPT diyar kirin, ew timî bi rayedarên dewleta Tirk re di nava têkiliyê de ne.

REXNEYÊN LI CPT TÊN KIRIN, ÇIMA NE NEHEQ IN?

Rayedarên CPT di hevdîtinên beriya niha de bersiv dabûn gelê Kurd û gotibûn, 'Gelê Kurd rola vê saziyê zêde mezin dike'. Halbûkî daxwaza Kurdan a ji bo pêşîgirtina li kiryarên nebaş ên li girtîgehan û astengkirina êşkenceyê li girtîgehan, pênaseyeke vekirî ya wezîfeya CPT ye. Sala 2007'an dema ku eşkere bû jehr dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger pêk hatibûn û wê demê rayedarên CPT ketibûn dewrê, hîn di roja 20'an a greva birçîbûnê de soz dabûn ku wê biçin Îmraliyê. Greva birçîbûnê ya wê demê li ser vê soza CPT di roja 39'an de bi dawî bûbû.