Heyeta Bakurê Kurdistanê serdana gora  Newşîrwan Mistefa kir

Heyeta ku ji HDP, KCD  û KJA'yê pêk dihat,serdana gora Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa kir.

Heyeta ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) û Kongreya Jinên Azad (KJA) yê pêk tê hatin Silêmaniyê. Heyetê serdana gora Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa ku di 19'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû, kir. Heyeta ku ji Alîkarê Giştî yê Hevserokatiya HDP'ê û Parlamenterê Wanê Nadir Yildirim, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Îmam Taşçîer û Aktivîsta KJA yê Ayşe Gokkan pêk dihat, çûn Girdê Zergetê û qurnefîl danîn ser gora Newşîrwan Mistefa.

Piştî danîna deste gulê li ser gora Newşîrvan Mistefa, Alîkarê Giştî yê Hevserokatiya HDP'ê û Parlameterê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim axivî û got: “Wefata Kak Newşîrwan Mistefa ne tenê ji bo Tevgera Goran wendahiyek bû, ji bo Başûrê Kurdistanê, ji  bo çar parçeyên Kurdistanê û hemû Kurdên azadîxwaz û têkoşeran jî wendahiyek bû.”

Nadir Yildirim got: “Em li ser navê HDP û hemû Kurdên Bakurê Kurdistanê sersaxiyê ji malbata Newşîrvan û Tevgera Goran re dixwazin.”

Nadir Yildirim gotina xwe wiha dawî kir; “Tişta em ji Kak Newşîrvan Mistafa fêr bûne, pêwîste em hemû xewn û xeyalên şehîd û têkoşerên Kurdistanê pêk bînin.”

Heyet piştre serdana Tevgera Goran kir û sersaxî ji tevgerê re xwest.