Hewramaneke biçûk li Hewramana mezin

Hunermend û peykersazekî ji herêma Hewramanê, ji bo zindîkirina şêwaza xaniyên Hewramanê, ji bo danasîna vê mîmariya bêhempa, dîrokî û dostê xwezayê, li bajarokê Dizliyê ya Hewramanê karekî hunerî çêkiriye û bûye cihê balkişandina geştyaran.”

Hewraman, herêma ku bi taybetiyên xwe yên bêhempa li Kurdistan û herêmê tê naskirin, berdewam bala geştyar û kesên ku serdana vê herêmê dikin, dikişîne.  Xelîl Rostemî ji bo ku Hewramanê, vê gencîneya ciwan a Kurdistan û herêmê baştir nîşan bide, bi derfetên kêm berhemeke bêhempa çêkiriye.
Xelîl Rostemî xelkê bajarokê Dizliya li Hewramana rojhilatê Kurdistanê ye, nozdeh sal in ku oste ye. Rostemî li ser hilbijartina vî cihê ku berhema xwe ya hunerî lê çêkiriye, got: “Ez ji bo vê yekê li gelek cihan geriyam û di dawiyê de min “Derben Dizlî” hilbijart. Ji ber ku gelek geştyar ji vê derê derbas dibin û diçin navçeyên Hewramanê. Kêfa xelkê ji karê min re tê û tên û li balê wêneyan digirin.”

Oste Xelîl Rostemî amaje bi wê yekê dike ku li gorî usûlên berê li ser çêkirina xaniyan dixebite, lê bi awayekî biçûk. Her wiha diyar kir ku ev berhema wî bala geştyaran dikişîne.

Rostemî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Derben Dizlî wek Deriyê Hewramanê tê naskirin. Ji ber ku rêya Merîwan-Paweyê li ser e, her tim qelebalix e. Her wiha xwedî siruşteke gelek qeşeng e jî.”

Xelîl Rostemî behsa karê xwe kir û diyar kir ku ev kar karê wî yê duyem e ku Li Derben Dizliyê çêdike. Li ser karê xwe yê yekem jî wiha got: “Karê min ê yekem di destpêka Derben Dizliyê de ye, li ser çiyayên bilind û asê min çêkiriye.”

Xelîl Rostem di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Min sûd ji şêwe û nexşên usûla berê ya Hewramanê wergirt. Li Hewramanê gelek osteyên avahiyan hebûn, niha jî hene û dîwarên xwe tenê bi keviran lê dikin. Min jî bi heman awayî xebatên xwe çêkirine. Ji ber ku avahîsaziya Hewramanê cuda ye, min xwest ku goşeyekê ji avahîsaziya Hewramanê nîşanî xelkê derve bidim.”