Hevserokên HDP'ê yên Wanê li dijî tecrîdê bang kirin

Hevserokê HDP'ê yên Wanê Handan Karakoyûn û Fîkret Dogan bal kişandin ser rewşa girtiyan ên ji bo bidawîkirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û banga berpirsyariyê kirin.

Hevserokên HDP'ê yên Wanê Handan Karakoyûn û Fîkret Dogan komploya 15'ê Sibatê û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ji ANF'ê re nirxandin û diar kirin ku daxwazên girtiyên siyasî li gorî destûra bingehîn e û di vê bên qebûlkirin.

Dogan anî ziman ku yekane derfeta di destê girtiyên siyasî de maye ku ji bo mafên xwe yên demokratîk bi kar bîne grevên birçîbûnê ye û got, "Di vê mijarê de em ji grevên birçîbûnê xerîb nîne. Di sala 2019'an de bi pêşengiya Leyla Guven greva birçîbûnê 200 rojî dewam kir. Ji ber xemsariya dewletê 10 girtiyên siyasî dawî li jiyana xwe anîn.

Ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên mirovan û tecrîdê, dema dawî greva birçîbûnê dest pê kir. Her çend bi pênc rojan carekê bi dorvegerî jî be, metirsî heye ku ev yek veguhere rojiya mirinê ya bêdem. Daxwaza me hemûyan ew e ku tiştek bi kesî neyê û veneguhere rojiya mirinê. Daxwazên tên kirin li dijî destûra bingehîn nîne. Daxwaz bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan, bêhiqûqî û tecrîd e. Pêwendiya xwe bi mafên mirovan re heye."

TECRÎD NE TENÊ LI ÎMRALIYÊ YE

Dogan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê li Îmraliyê bi sînor nemaye, tecrîd li ser tevahiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e û got, "Bidawîkirina vê tecrîdê ji bo welatê m, ji bo gelên Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Girtiyên siyasî jî ji bo demokratîkbûna civakê, ji bo bidawîkirina şer û nekuştina mirovan di greva birçîbûnê de ne. Ev yek mafekî mafdar e. Bi bicihanîna vî mafî re divê pêşî li kuştina mirovan bê girtin. Em jî bi navê partiyê vê mijarê ji nêz ve dişopînin." Dogan bang li civakê kir ku piştgirî ji vê berxwedanê re bê dayin.

KOMPLO BI ÊRIŞÊN NÛ DEWAM DIKE

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn jî anî ziman ku êrişên li ser destketiyên Kurdan dewama komployê ne û got, "Gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn vê rewşê dibînin, lewma li her cihî li dijî komployê li ber xwe didin û têkoşîna demokrasiyê dimeşînin."

Karakoyûn bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan û got, "Greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî polîtîkaya tecrîdê ya girankirî dest pê kiriye. Aştî, azadî û demokrasiya li welatê me tenê bi bidawîkirina tecrîdê pêkane. Lewma divê rayedar bersivê bidin vê berxwedana mafdar a li girtîgehan û daxwazên wan qebûl bike."

Handan Karakoyûn destnîşan kir ku divê bala gel jî li ser mijarê be û bang li hikumetê jî kir ku di vê mijarê de gavê biavêje.