Hevserokê Tevgera Azadî: Em navenda xwe teslîm nakin!

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Evdile, ku saziya wan hatiye dorpêçkirin got, ''Heke hewl bidin ku bi zorê me derxînin em ê çalakiyan bikin û helwesta xwe ya demokratîk nîşan bidin''

Hêzên asayişê yên Silêmanî Sêşemê sibehê bi hinceta ku ''li herêmê fermiyeta we tine'' navenda Tevgera Azadî dorpêç kir. Piştî ablûkaya ku nêzî 3 saetan dom kir, li ser bertekên endamên Tevgera Azadî û gel hêzên asayişê vekişiyan.

Dema ku vekişiyan jî dem dana Tevgera Azadiyê ku li Wezareta Karê Navxwe heta 28'ê Mijdarê kar û barên xwe yên fermî biqedînin an jî wê navendê bigirin.

'DESTHILATA BAŞÛR DIXWAZE RADESTÎ DAGIRKERAN BIBE'

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Miheme Evdile li ser mijarê ji Rojnews'ê re axivî û got; "Hêzên Asayîşê 24 saet dem da ye me, ji bo ku navendê bigirin. Me ji hêzên asayîşê re gotiye, em ê li navenda xwe bimînin. Bila ew bên derî li ser me bigirin û ew navend ji bo me bibe zîndan. Em navenda xwe radestî wan nakîn. Eger bi zorê ev yek kirin jî, emê serî li xwepêşandan û nerazîbûnên demokratîk bidin."

'ZEXTÊN SIYASÎ LI SER ME HENE'

Evdile eşkere kir ku zextên siyasî li wer wan hene û wiha domand; "Dixwazin van zextan bi qanûnî bikin. Lê, ew hewldan û biryarane ne qanûnîne siyasî ne. Ev zextane jî ji bo ku têkoşîna me teng bikine. Em xwedî helwestekî siyasî, şoreşgerî û ehlaqî ne. Timî têkoşîna me di çarçoveya hewldanên neteweyî û demokratîk de ne. Desthilata Başûrê Kurdistanê xwe radestî dagirkeran dikin. Bêguman divê li dijî xebat û têkoşîna Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bin."

Herwiha li Herêma Kurdistanê rê nehatibû dayîn Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê beşdarî hilbiartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bibe, li ser vê astengiyê Evdile wiha got; "Bi riyarekî siyasî nehiştin beşdarî hilbijartinê bibîn. Ew partiyên ku Başûrê Kurdistanê rêve dibin, di bin bandoriya welatên dagirker de, nehiştin Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê beşdarî hilbijartin bibe. Ji ber ku parlamento cihekî şerê qanûna demokratîk û nedemokratîk e. Cihê şerê hebûna jin û siyasetê ye. Qanûnên derbarê Başûrê Kurdistanê, rewşa niha  afirand.Dibe ku ji ber vê yekê rê nedabin hêzekî weke me beşdarî hilbijartinê bibe. "

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Evdile têkildarî hewldanên ji bo girtina Navenda Tevgera Azadî de jî wiha destnîşan kir; "Di warê hiqûqî de rêyên heyî em ê bi kar bînin. Herwiha ji bo rawestîna vê bêhiqûqiyê, hewldanên me yên dîplomatîk ên bi berpirsên vê herêmê re jî berdewam in."

Di 25'ê Mijdarê de hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew partî û rêxistinên siyasî yên ku destûr ji Wezareta Hundirîn a Herêma Kurdistanê negirtîne wê ofîsên wan werin girtin.