Hevserokê PADÊ Hecî: Em nûnertiya tevahiya Şengalê dikin

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî destnîşan kir ku beşdariya partiyên siyasî li tifaqa Şengalê dewam dike û got: "Me bernameya tifaqê ji bo hemû Şengaliyan danî. Lewma vê tifaqê bawerî da civakê."

Li Şengalê yekîtî û tifaqa hêz û aliyên siyasî roj bi roj geştir û berfirehtir dibe. Bi taybet bi pêvajoya hilbijartinên parêzgehan re liv û tevgera siyasî û civakî xurtir bûye. Wekî tê zanîn di 25’ê Hezîrana 2023’an de, Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê bi beşdariya partiyên siyasî yên mîna PADÊ, YNK û Teqedûm, her wiha bi beşdariya nûnerên çand û baweriyên Şengalê hatibû ragihandin. Ev tifaq bi bernameya xwe ya siyasî û civakî bi taybet li dijî Peymana 9’ê Cotmehê bû bersiveke xurt û rê li ber gelek planên li ser Şengalê jî girt. Herî dawî di 22’ê Mijdarê de Partiya Tevgerê jî beşdarî vê tifaqê bû.

Hevserokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzdiyan (PADÊ) Hisên Hecî derbarê kar û xebatên tifaqa Şengalê, bandora tifaqê ya li ser gelê Şengalê, dewleta Iraqê û her wiha armancên wan ên demên pêş ji ajansa me re axivî.

‘EM DIXWAZIN HEMÛ HÊZÊN ÊZIDÎ TEVLÎ TIFAQÊ BIBIN’

Hisên Hecî bi bîr xist ku tifaqa hêz û aliyên siyasî yên Şengalê ev nêzî salekê ye kar û xebatan dimeşîne û wiha got: “Bernameya tifaqê li ser berjewendiyên xelkê Şengalê ye. Aliyên siyasî, gelê me bi giştî di nav vê dema borî de bi çavê xwe dîtin ku ev tifaqa gelê Şengalê gihîştiye kîjan astê. Bi rastî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ku partiyek din a siyasî ya Êzidiyan, Partiya Tevgerê jî tevlî tifaqa gelê Şengalê bû. Ev partî jî li ber xwe dide, çend caran beşdarî hilbijartinên Iraqê bûye.“

Hisên Hecî destnîşan kir ku ew dixwazin vê tifaqê berfirehtir bikin û wiha pê de çû: “Îro jî sibe jî deriyê vê tifaqê ji hemû aliyan re vekiriye, bi taybet ji aliyên Êzidî re. Em dixwazin hemû hêzên Êzidî tevlî vê tifaqê bibin ku em karibin bi hev re ji bo Şengalê bixebitin.“

‘TIFAQ DI ASTA EWROPA Û IRAQÊ DE HEVDÎTINÊN GIRÎNG KIRIN’

Hisên Hecî derbarê kar û xebatên tifaqê yên di dema borî û encamên van xebatan de ev nirxandin kir: ‘’Ev tifaq serdana dewletên Ewropayê jî kir. Bi parlementerên Ewropî re hevdîtin kirin. Li Iraqê jî di asta serokwezîr û serokê parlamentoyê de hevdîtin hatin kirin. Me mijarên girêdayî Şengalê hem bi devkî hem jî bi raporan pêşkeşî van aliyan kir. Şandeya Eşayîrî, meclîsa dîplomasiya Rêveberiya Xweser jî cihê xwe di van hevdîtinan de girtin.“

DOZA ŞENGALÊ

Hisên Hecî da zanîn ku kar û xebatên tifaqê bandor li ser siyaseta hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê jî kiriye û wiha domand: “Hikumeta Iraqê êdî neçar e bikeve ferqa vê tifaqê, hesabê daxwazên vê tifaqê bike. Em îro nûnertiya hemû Şengalê dikin ne tenê nûnerên aliyekî ne. Beriya niha di hevdîtinan de ji me re digotin, ‘Gelê Şengalê ne yek in, bê tifaq in.’ Me rê li ber vê planê jî girt. Îro her nûnerek civaka Êzidî di vê tifaqê de cihê xwe digire. Em dixwazin vê tifaqê berfirehtir jî bikin. Deriyê me ji hemû gelê me re vekiriye ku li ser bingehê Êzdiyatiyê em destê xwe bidin hev û li pey doza Şengalê bin.“

‘GELÊ ME XIZMET Û BERXWEDANA JI BO ŞENGALÊ JI XWE RE DIKE ESAS'’

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî derbarê pêvajoya hilbijartina encûmena parêzgeha Nînowayê û nêrînen gel jî wiha got: “Gel berê xwe dide wê rastiyê ku ka ew partî çi xizmetê jê re kiriye, daxwazên wê çiqasî gihandiye dewletê. Gel berê xwe dide wê rastiyê ku ka berpirsên wê partiyê heta çi astê xizmet kirine, berxwedanî kirine û daxwaza mafên Êzidiyan kirine. Gelê me bi vî fikrî nêzî hilbijartinan dibe.“

‘TIFAQÊ BAWERÎ DA GEL’

Hecî, bal kişand bi ser dengvedana vê tifaqê û wiha bi dawî kir: ‘’Herkesê dît ku daxwazên vê tifaqê çi ne. Dema me bernameya vê danî me ne tenê li gorî partiyeke siyasî, li gorî  qewmekî, li gorî herêmekî danî. Bêyî ferq û cudahî me ji bo Şengalê giştî, bernameya xwe danî. Me daxwaza mafê her kesên li ser axa Şengalê kiriye. Ji ber vê rastiyê, ev tifaq bandor li ser civakê kir û bawerî da civakê. Civakê dît ku ev tifaq ne ji bo partî yan jî aliyeke siyasî ji bo herkesî kar dike.“