Hevserokê navçeya DBP'ê ya Silopiyayê hate girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevserokê DBP'ê yê navçeya Silopiyayê Mahmût Yildiz hate girtin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevserokê DBP'ê yê navçeya Silopiyayê Mahmût Yildiz hate girtin.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mahmût Yildiz, îro ji aliyê dadgehê ve hate girtin.
Yildiz ê ku duh di serdegirtina malê de hate binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê û şûn de sewqî edliyeyê hate kirin.
Yildiz ê ku sewqî Dadgeha Cezayê Slûh hate kirin, bi îdîaya "Endamê rêxistinê" hate girtin û şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.