Hevserokê KODAR’ê: Em di qonaxa şerê navbera dewletên herêmê de ne

Hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan got “Sîstem tenê bi têkoşîna gelên Rojhilata Navîn dikare bê jinavbirin.”

Hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan der barê guherîn û rewşa vê dawiyê ya Rojhilata Navîn de hevpeyvînek da ANF’yê û behsa asta niha ya têkoşîna gelên Îranê ya di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”yê de kir. Her wiha girîngiya siyaseta Kurd û hêza parastina rewa, girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vegot û got, piştgirî û beşdariya li kampanyaya “Azadî ji bo Ocalan û Çareseriya Siyasî ji bo Pirsgirêka Kurd” piştgirî ye li azadiya gelê Kurd û gelên Îranê.

Hevpeyvîn bi vî rengî ye:

Ji aliyê siyasî, civakî, leşkerî û îdeolojî ve Îran niha di qonaxeke çawa de ye?

Niha em di qonaxeke wisa de ne ku pêla serhildana tevgera şoreşger a jin, jiyan, azadiyê ji hêla ciwan, karker, malnişîn û girtiyên siyasî ve tê berdewamkirin. Dibe ku rejîm bikare serhildana kolanan ji bo demeke kurt bêdeng bike û tundûtîjiyê bi kar bîne. Lê belê aliyên wê yên sivîl tu carî nayên serkutkirin. Gel daket kolanan û li ser guherînên bingenîn li Îranê fikirî. Gel her dem di fikir û tevgerên xwe de li ser aliyên cuda yên tevgera jin, jiyan, azadiyê difikire. Xweşbextane ev tevger ji hêla civakî ve berdewam e. Girseyên cuda cuda yên gel rojane bi fikira jin, jiyan, azadiyê dijîn û şahidê guherîn û werçerxana fikirî û çandî ne li seranserê Îranê. Ev proseyeke şoreşgerane ye ku salek e di bin fikir û felsefeyan jin, jiyan, azadiyê de dest pê kiriye û venagere.

Dema ku proseyeke guherîna fikrî û çandî di civakekê de dest pê dike, desthilatdar dikarin wê proseyê di kolanan de serkut bikin yan jî fişara emnî û siyasî bi kar bînin. Çi dema ku ew prose guherî û bû tevger, êdî serkutkirina wê zehmet e. Dema ku aliyên wê tevgerê yên siyasî, civakî, çandî, aborî, îdeolojîk û sivîl hebin, eger temamê dezgehên rejîma Îranê bikevin nav liv û tevgerê, dîsan jî têkbirina wê tevgerê zehmet e. Ji bo nimûne, Tevgera Meşrûte ku bi xuyanî hate serkutkirin, lê belê îro ew tevger bi awayekî rojanetir û nûtir  berdewam dike. Nexwe serkutkirina mutleq a tevgereke siyasî û fikirî û pêşketî xewneke bê bingeh e.

Li Îranê desthilat û civak li hember hev sekinîne. Hemû amar nîşan didin ku rejîm di warê îdeolojîk, civakî, çandî û siyasî de rûxiyaye. Ji ber vê yekê jî rejîm pir bi tundî destên xwe bi sîstema mîlîtarîst û tundûtîj ve girtine da ku nerûxe. Şoreşa jin, jiyan, azadiyê nîşan da ku gel her dema ku bixwazin, dikarin rewabûna rejîmê rakin, hêza leşkerî jî tê de. Sîstema Îranê ya îro ji jor ber bi jêr di yek sala borî de saziyên xwe di ber çavan re derbas kirine û ji nû ve li gorî rejîmeke dîktator saz kirine. Civak divê hay ji vî aliyê metirsîdar ê rejîmê hebe. Opozîsyon divê pir bi kûrî hişyar be û aliyên demokratîk jî rojane bernameyên guncaw ji bo guherînên Îranê li dar bixin. Em wek KODAR'ê ji ber ku em sîstemeke civakê ne ji bo birêvebirineke demokratîk, em pir baldarî li ser vî aliyê disekinin.

Em agahdar in ku rejîm her çend rastî gelek qeyranan hatiye û nikare pirsgirêkên gel çareser bike jî, lê belê li hêviyê ye ku em hemû her tim di bin desthilatdariya wê ya sitemkar de bimînin. Em dizanin ku ji hêla saziyên rejîmê ve çi plan hatine çêkirin da ku pêşiyê li qonaxa pratîkî (ango rêxistinkirina komên sivîl ên nerazî) ya tevgera şoreşgerane bigirin. Tirs û xofa desthilatdara xwe-ferzker ji wê yekê heye ku komên nerazî li hemû bajaran bigihîjin qonaxeke xwerêxistinkirineke sivîl a xurt. Şoreşa jin, jiyan, azadiyê ev qonaxa destpêkê ya nerazîbûnê ya belawela derbas kiriye û va ye derbasî qonaxa rêxistinbûna demokratîk dibe. Rejîm jî hemû saziyên xwe yên serkutker xistine nav liv û tevgerê ku bi şîdet rê li vê proseyê bigirin. Ji ber vê sedemê pêleke berbelav a destgîrkirinê li dijî wan komên jin, ciwan, rewşenbîr û çalakvanên şoreşger daye destpêkirin. Saziya xwe ya sîxuriyê ji hêla pere û xelatan ve bihêztir kiriye da ku li hemû parêzgehan kesên pêşeng destnîşan bikin û ji nav bibin. Bêguman nikare hemû koman ji nav bibe. Ji ber ku muamelekirina wan a sitemkarane wan koman ber bi rewşa xebatên veşartî yên jêrzemînî dibe da ku bikarin çalakiyên xwe bidomînin. Kontrolkirina civaka sivîl a nerazî bi temamî pêk nayê, ji van hemûyan girîngtir, guherîn bi ser fikrên takekesên civakê de hatiye.

'CIVAKÊN ÎRANÊ, BI TAYBETÎ KURDISTAN Û BELÛCISTANÊ BÛNE ŞOREŞGER'

Ji ber wê guherîna ku di fikir û hişmendiya beşeke civakê de çêbûye, rûniştvanên hemû bajarên Îranê, bi taybetî yên Kurdistan û Belûcistanê bûne şoreşger. Ev yek jî tiştekî hêvîbexş e. Ji ber ku ev civak bûne şoreşger, rejîm neçar maye ku bi berdewam qanûnên tund derxe û cî bi cî bike. Di vê çarçoveyê de dikare îşaret bi qanûna hîcaba parlementoya rejîmê yan jî planên nihênî yên “Beyta Rehberî” yên destgîrkirin, îşkencekirin, zîndanîkirinê bê kirin. Hikûmeta cîbicîkar a paralel ku ser bi “Beyta Rehberî” ya rejîmê ye, bi awayekî pratîkî û bê ku bi fermî bê ragihandin, bûye alternatîva rejîmê ya qanûnî û hertimî û li gorî wan ew mijûlî yekrengkirin û yekdestkirinê ne. Ew dikarin saziyên xwe yekreng bikin, lê belê qet nikarin civakê yekreng û yekdest bikin. Îran îro bi temamî bûye “leşkergeh”. Serkutkarî gihîştiye lûtkeya xwe. Ev yek tiştekî pir metirsîdar e û ne diyar e ku kengî û li ku û ji ber kîjan çirûskê nerazîbûnên civakê ber bi teqînê biçin.

Bi qasî ku rejîm li ser rewşa aborî û debara gel amarên derewîn belav dike, amarên îdamkirinê bi awayekî rast ranagihîne. Çiku armanca wan tirsandin û stûxwarkirin e. Di donzdehê meha borî de nêzîkî 659 kes hatine îdamkirin. Bi dehan hezar kes hatine destgîrkirin û hinek ji wan hatine zîndanîkirin. Ji aliyekî din ve debar gelek xerabtir bûye. Enflasyon, bêkarî, hejarî û birçîbûn di lûtkeyê de ye. Îro pirsgirêka birçîbûnê bûye diyardeyeke mezintir ji bêkarî û hejariyê. Bi rastî pêwîstiya vê rewşa tirsnak û karesatbar bi şoreşeke mezin heye da ku bikare bigihîje hawara hemû gelên Îranê .

Her wiha şopandina siyaseta serkutker li nav xwe û lihevkirina li gel hêzên mezin ên cîhanê her tim berdewam dibe da ku desthilatê ji rûxînê rizgar bike. Çûyîna rejîmê ya nav cemserbendiyên herêmî û navneteweyî ji bo bazirganiyê û pêkanîna cemsera Rojhilata Navîn demdirêj nabe. Hetta lihevkirina li gel Amerîka û Ewrûpayê jî nayê hawara rejîmê. Dest ji civakê berdan û ragihandina hemû pêkhate û gelên Îranê wek “dijminên navxweyî” û bazdana ber bi hin hêzên mezin ên wekî Rûsya û Çînê û lihevkirina neçarî, tenê ji bo demekê temenê rejîmê dirêj dike. Dibe ku komên opozîsyonê yên Îranê lawaz bin, lê belê çalakvanên şoreşger, rewşenbîr û sendîka çalakiyan li dijî rejîmê çêdikin û ew ê qet ranewestin.

Hûn siyasetên Îranê yên di qada herêmî û cihanî de li gorî siyaseta wê ya navxweyî ya serkutker çawa dinirxînin?

Ji bilî wê mijara ku min îşaret pê kir, destwerdana Îranê li kar û barên welatên cîran û herêmê û pêkanîna komên wekîl ên çekdar ji Filistînê heta Yemen, Sûriye û Îraqê, gefeke demdirêj e li dijî Îranê bi xwe û dawiya dawî ev kart li dijî wê vedigere. Şerê cîhanê yê sêyem li Rojhilata Navîn bi bikaranîna komên wekîl ên çekdar gihîştiye qonaxa şerê navbera dewletan. Piştî qonaxa şerê dewletan ê li hember komên wek El-Qaîde û DAIŞÊ, ew qonax bi têkşikandina DAIŞ’ê li Reqeyê bi dawî hat û qonaxa şerê dewletan a li hember hev dest pê kir. Şer li Yemen, Sûriye, Kurdistan û Ûkraynayê niha di navbera dewletan de ye û şerê Îsraîl û Filîstinê jî lê zêde bûye û gihîştiye qonaxeke metirsîdartir. Şerê Xezayê careke din qada şer ji Qefqaz û Ûkraynayê vegerande Rojhilata Navîn. Em di qonaxa şerê navbera dewletan de ne. Vê care şer gelek cudatir û metirsîdartir e. Ji sala 1990’î ve Amerîka li gel hevpeymana xwe Ewrûpayê mijûlî bicihkirina sîstema cîhanî ya nû ye. Lê belê gelek caran ji Efxanistanê bigire heta Îraq û Sûriyeyê têk şikest. Lê belê îro şerê Xeza û Ûkraynayê ew proseya guherînê bileztir kiriye, dibe ku guherîn çêbe; lê belê diyar nîn e li gorî berjewendiyê kîjan aliyî dibe.

'ŞOREŞA KURDAN JÎ BI RÊYA DIRÛŞMA JIN, JIYAN, AZADÎ BÛ HERÊMÎ'

Pirsgirêka Kurd her çar welatên Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriye xistine nav şer. Pêşketina teknolojiyê, guherîna çawaniya destwerdana hegemonyaya cîhanê û pevketina siyaseta cemserên cîhanî ji hêla aborî, siyasî, leşkerî ve awayê şer trajîktir û metirsîdartir kiriye. Ji vê yekê jî girîngtir şerên qut qut ên li Xeza, Kurdistan û Ûkraynayê bi awayekî nerasterast û di hin rewşan de bi awayekî rasterast pratîk û siyaseta hêzên mezin bi hev ve girê dane. Ev mijar gelek girîng e û çênabe bê paşguhkirin.

Bi qasî ku şerê li dijî parçeyên Kurdistanê bûye herêmî û gelek cemser û hevpeyman di vî şerî de rola wan heye, bi heman awayî jî şoreşa Kurdan bi dirûşma jin, jiyan, azadiyê bûye herêmî. Bertekên gelê Kurd ên li dijî dagîrkerî û şer û qirkirinê, bi vê dirûşm û felsefeyê pêş dikevin û Îran jî li xwe girtiye. Dibe ku îro dirûşm û felsefeya azadîxwaz a gelê Kurd were nav Îranê, lê belê Tehran divê bizane ku tiştê ku hêzên mezin û dewletên rikaber tînin welatê wan, şer û qeyran e. Hetta rikaberiya leşkerî ya cemserên cîhanî jî aliyekî leşkerî yê metirsîdar li xwe girtiye.

'SIYASETA KURD Û HÊZA PARASTINA REWA YA GELÊ KURD LI ROJHILATA NAVÎN GIHÎŞTIYE QONAXEKE ÇARENÛSSAZ'

Di deh salên borî de her kesî bi çavên xwe dît ku hêviya ji hêzên wek Tirkiye û Îranê ku bi rêya teknolojîya pêşketî ya leşkerî dikarin dawî bi tevgera azadîxwaz a gelê Kurd bînin, pûç derket. Hêzên gerîla bi îradeyeke israrker ew hêviya sexte ji nav bir.  Dawiya israra wan her çar welatên ku li Kurdistanê serdestiyê dikin ji bo jinavbirina gelê Kurd, bêencambûn e. Hem siyaseta Kurd hem jî hêza parastina rewa ya gelê Kurd li Rojhilata Navîn gihîştiye qonaxeke çarenûssaz. Ji ber wê çarenûssazî û bihêzbûnê, dijmin pişta xwe bi rêyên ablûqe, şer û guherîna demografyayê li hin herêmên Kurdistanê girê dide. Tirkiye bi awayekî metirsîdar bi êgir dilîze û Îran jî bi geşbînî li serkutkirina navxweyî û tundtirkirina mîlîtarîznê dinêre. Her çend gelê Kurd ji hêla dewlet û hêzan ve rû bi rûyî metirsiyeke bêhempa bûye jî, lê belê şansa wê yekê heye ku bi yekîtî û yekrêzî û têkoşînê sûdê ji rewşa niha ya Rojhilata Navîn wergire.

Di 10’ê Cotmehê de bi navê “Azadî ji bo Ocalan û Çareseriya Siyasî ji bo Pirsgirêka Kurd” kampanyayekê dest pê kiriye. Hûn vê kampanyayê çawa dinirxînin û divê çi bê kirin?

Ev kampanyaya ku li ser asta cîhanê bi daxwaza azadî ji bo Rêber Apo û çareserî ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya siyaset û demokrasiyê dest pê kiriye û ji gelek gelan azadîxwaz, alîgirên demokrasiyê û  jîngehparêz, sazî, sendîka û rewşenbîr beşdarî wê dibin, gelek bi nirx e. Bêguman li Îran û rojhilatê Kurdistanê jî gelek akademîsyen, rewşenbîr, jin û çalakvan hene ku azadîxwaz in û û giraniya xwe di rêya aştî û azadiyê de bi kar tînin. Em di wê baweriyê de ne ku ew jî dikarin bi awayekî berbelav tev li azadîxwazên cîhanê bibin ji bo vê kampanyayê. Rêber Apo afirînerê dirûşm û felsefeya jin, jiyan, azadiyê ye ku îro hemû Îran li xwe girtiye. Nexwe eger rêzgirtin li azadî û jiyanê hebe, divê mirov beşdarî vê kampanyayê bibe. Civakên rojhilatê Kurdistanê û Îranê civakên rewşenbîr û pêşeng in li rojhilata Navîn. Pêwîst e ji vê kampanyayê nemînin. Piştgirî û parastina li Rêber Apo piştgirî ye li gelê Kurd û piştgiriya li gelê Kurd jî piştgirî ye li proseya azadiya gelên Îranê. Ev kampanya heta ku azadiya Rêber Apo ya cesteyî pêk tê, divê berdewam bike. 25 sal e tecrîdeke tund û dirindane li ser Rêber Apo heye û sîstema navneteweyî jî çavdêriya wê dike. Ev sîstem tenê bi têkoşîna gelên Rojhilata Navîn û bi piştgiriya li gelê Kurd dikare bê şikandin. Lewma divê jin, ciwan, rewşenbîr, karker, karmend, çalakvanên jîngehê, akademîsyen, çepgir û hêzên demokratîk ên Îranê piştgiriya vê kampanyayê bikin. Baweriya me bi vê piştgirî û çalakiyê heye.