Hevserokê HDP’ê û hevşaredar çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û hevşaredarên nû, li avahiya HDP'a Amedê çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Parlementerê HDP'ê Tayîp Temel bal kişand ser encamên hilbijartina 31'ê Adarê û got: "Hêza vî gelî dikare hemû tarîtiyan biçirîne."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, tevî hevşaredarên nû hatin hilbijartin çû avahiya HDP'a Amedê û serdana parlementerên HDP'î Tayîp Temel, Dersim Dag û Mûrat Sarisaç ku li avahiya partiyê ji 3'yê Adarê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne.

Di serdanê de Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku hilbijartina herêmî ji bo demokrasî û aştiya civakî ya Tirkiyeyê girîng e û çalakiyên greva birçîbûnê jî ji bo demokrasiya Tirkiyeyê ye. Bîlgen, diyar kir ku eger hevşaredarên nû ji bo aştiya civakî xizmetê bikin, wê ev yek tesîrê li rakirina tecrîdê jî bike.

Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayyîp Temel jî bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 151 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: "Em vê serdanê wekî ku serdana hevala Leyla hatibe kirin qebûl dikin." Her wiha Temel bal kişand ser encamên hilbijartina 31'ê Adarê jî û got: "Hêza vî gelî dikare hemû tarîtiyan biçirîne. Em pir bawer dikin ku teqez em ê bi ser bikevin."