Hevserokê DBP’ê Baynidir: Qetlîamên nîjadperst hêza xwe ji desthilat digre

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarê qetlîamên nîjadperst ên li hemberî Kurdan axivî û got: “Ev êrîş û qetlîam hêza xwe bi temamî ji ziman û polîtîkayên nijadperest û cihêkar ên desthilata AKP-MHP’ê ya li hemberî Kurdan digre.”

Êrîş û qetlîamên nijadperest ên li hemberî Kurdan didomin. Tevî ku êşa Denîz Poyraz ya meha bihorî li Avahiya HDP’ê ya bajarê Îzmîrê hatibû qetilkirin nû ye, di nava hefteya dawî de li Afyon, Konya, Marmarîs û Enqerê li hemberî Kurdan hewldanên qetlîamê yên nijadperest çêbûn.

Duh di saetên şevê de malbata Dedeogullari ku di 22’ê Gulanê rastî êrîşên faşîstên AKP-MHP’ê hatibûn, careke din ji aliyê heman komê faşîst ve hatin qetilkirin. Di qetlîamê de 3 jê jin bi giştî 7 kesan jiyana xwe ji dest da. Destpêkê bi çek li wan dixin û qetil dikin û piştre cenazeyê malbata hatî qetilkirin ji aliyê koma faşîst we hat şewitandin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarê hewldanên qetlîamê yên faşîst ên di dema dawî de li hemberî Kurdan pêk tên axivî.

Bayindir diyar kir ku rehenda rengdana kirdeyî ya gotinên nijadperest û faşîzan ji bêçaretiya wan a li hemberî pirsgirêka Kurd çavkaniya xwe digre.  Bayindir her wiha anî ziman ku tevî AKP’ê di wan salên dawî de nijadperestiyek sorkirî heye û ragihand ku zemînê vê yekê ji gotinên şer ên desthilat yên li hemberî gelê Kurd çavkaniya xwe digre.

‘ÊRÎŞ GIRÊDAYÎ POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ NE’

Bayindir bal kişand ser zimanê desthlatê yê civak li beramberî hev rakirinê û got: “Desthilat bi vê dixwaze rêveberiyê bidomîne. Di encama vê de qetlîam, zext û şidet tê kirin. Ev rast e rast girêdana xwe bi polîtîkayên desthilatê ya AKP-MHP’ê ve girêdayî ye. Desthilateke welê ye ku siyaseta xwe li ser cihaêkariya civakê û vî zimanî ava kiriye. Polîtîkaya deshilatê  rê li ber hewldanên qetlîamê yên li Îzmîr, Afyon, Konya, Enqere û Marmarîsê vekir.

‘DARAZ PARÇEYEK YÊ QETLÎAMÊ YE’

Bayindir diyar kir ku divê daraz ji bo pêşiya van êrîşan bigire bikeve nava tevgerê û wiha pêde çû: “Desthilata AKP-MHP’ê saziyên deweletê û daraz aniye asteke welê ku li ber polîtîkayên nîjatperest û hewldanên din çavê xwe lê bigire, sazî aniye asteke welê ku ji bo xwe bikar bîne.Ji bo wê daraz jî bûye parçeyek ji van qetlîaman. Ji bo ji vê çareserkirina vê û pêşîgirtina êrîşan ne tenê Kurd, divê hêzên demokrasî û muxalefetê bikevin nava hewldanan. Eger ku li ber qetlîama li Îzmîrê bi qasî pêwîst helwest û nerazîbûnên saziyên din ên derveyî siyaseta Kurd heba, dibe ku qetlîama li Konyayê pêk nehata.”