Hevserokê Bajêr ê DBP'ê: Em bikin ku tovê yekîtiyê zîl bide

Hevserokê Bajêr ê Amedê yê DBP'ê Mehmet Bakir got dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Başûr dixwaze derbê li yekîtiya netewî bide û bang li PDK'ê kir, ''Werin em bi hev re bikin ku tovê yekîtiyê zîl bide.''

Bakir got hêzên navnetewî û hevkarên wan ên xwecih ji Peymana Qesr-î Şîrîn û vir be ji bo ku ev ge neyê cem hev hewl didin û got, ''Kurd ev 30-40 salên dawî ne ronkahiyekê dijîn. Kurd ji nû ve dîsa digihijin  nirxê xwe. Ev jî bêhna hinan teng dike. Ji ber ku ev planÊn hegemonîk ên hinan xira dike. Ji bo ku têkoşîna Kurdên li Rojhilata Navîn û cografyayên din ên cîhanê dijîn ji bo ku bibin xwedî statûyekê  asteng bikin kêfareteke mezin dikin. Ji ber ku statûya Kurdan wê bibe dawiya hegemonyaya wan.''

SÎNERJIYA YEKÎTIYÊ BANDORÊ LI HEMÛ KURDAN DIKE

Bakir got , Kurd ji bo ku yekîtiya netewî pêk bînin pir hewl dane, gelek caran civîn, konferans û kongre kirie, di encama vê de gelek serkeftin bi dest ve anîne lê, ''dawiyê hêzên hegemon ku çavê wan li vê bar nebûye yekîtiya wan tev dane û li pêşiya hemû hewldanan bûne asteng. Ev armancên bi mebesta berjwendiyê mixabin ku hinekî encam dane. Ji ber ku li Bakur Kurdistanê van demên dawî ne bi asta ku tê xwestin jî be tifaqeke netewî hebe. Ev jî sînerjiyekê bi Kurdan re çêdike. Ev sînerjî parçeyê li Kurdên parçeyên din jî dike.''

DIXWAZIN DERBÊ LI YEKÎTIYA NETEWÎ BIDIN

Bakir ku divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi partiya desthilat a Tirkiyê re tevnegere û got,''Dema ku mirov dêhnê xwe dide êrîşên dawî, hedef ne tenê hêzên leşkerî ne, zirarê didin sivîlan jî. Jîgehên sivîlan têne bombekirin û mirov dimirin. Her wiha gundên li wir têne valakirin û tê xwestin ku gundiyan bikin cerdevan. Bi vê dixwaze derbê li yekîtiya netewî bixe. Em bang li PDK'ê jî dikn, ji bo yekîtiya netewî tovek hatiye avêtin, werin em bi hev re ji bo ku ev tov zîl bide, hewl bidin.''