Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate binçavkirin
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, piştî pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li gundê Amarayê, dema ji gund derdiket hate binçavkirin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, piştî pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li gundê Amarayê, dema ji gund derdiket hate binçavkirin.
Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven piştî pîrozbahiyên sala 68'an a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li gundê Amarayê, dema ji gund derdiket hate binçavkirin. Hat ragihandin, Guven birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Li gorî agahiyan, dayika midûrê karên nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş ê ji aliyê dewletê ve li Cizîrê hat kuştin Melîha Aktaş û hevserê Dayika Aştiyê Hadlê Ogûr Cebraîl Ogûr, dema ji Amarayê dihatin Xelfetiyê hatin binçavkirin û birin midûriyeta emniyeta navçeyê.