Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir -NÛ BÛ

Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku di girtîgehê de ye, ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kir. Guven nehat berdan.

Parlementera Colemêrgê ya HDP'ê û Hevseroka Giştî ya KCD'ê ya Leyla Guven bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştina çaremîn a doza xwe ya li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9'emîn bû. Guven ji ber ku anîna dadgehê ya bi kelepçe qebûl nekir, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû. 

Guven ragihand ku, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

‘LI HEMBERÎ OCALAN SÛCÊ MIROVAYETIYÊ TÊ KIRIN’

Leyla Guven derbarê biryara xwe got ku, “Ji ber paradîgmaya Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ku divê jin di siyasetê de cih bigire, ez bi awayekî çalak tevlî siyasetê bûm. Ez parçeyekî vî gelî me û ji ber vî tiştî vê çalakiyê didim destpêkirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Êdî ez ê tu parêznameyan pêşkêşî dadgehê nekim. Saziyên darizandinê heta ku biryarên xwe yên derveyî hiqûqê bi dawî bikin û tecrîd were rakirin ez ê çalakiya xwe bidomînim. Hewce bike, ez ê çalakiya xwe bikim rojiya mirinê."

Daxwaza serbestberdanê ya parêzerên Leyla Guven hate redkirin û rûniştin taloqî 26’ê Kanûnê hate kirin.
Leyla Guven ji ber nerazîbûna dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê û ji ber xebatên KCD’ê ji 31’ê Çileyê ve di girtîgehê de dîl e.