Hevşaredarên Nisêbînê sirgûn kirin

Hevşaredarên Şaredariya Nisêbînê Semîre Nêrgiz û Ferhat Kut sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Xarpêtê kirin.

Hevşaredarên Şaredariya Nisêbînê ku bi çarçoweya operarsyona qirkirina siyasî hatibûn girtin, ji Girtîgeha Tîpa E'yê ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T'yê ya Xarpêtê bûn.

Piştî ku hevşaredar hatibûn girtin 18'ê Cotmehê qeyûm anîbûn ser Şaredariya Nisêbînê.