Hevşaredarên HDP’ê li gelek bajaran mazbatayên xwe stendin
Hevşaredarên HDP’ê li Qers, Mêrdîn, Êlih û Cizîrê mazbatayên xwe stendin.
Hevşaredarên HDP’ê li Qers, Mêrdîn, Êlih û Cizîrê mazbatayên xwe stendin.
Hevşaredarên Qersê yên HDP’ê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen piştî teqezbûna encamên hilbijartinê ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr mazbatayên xwe stendin. Hevşaredaran piştî standina mazbatayan li pêşiya şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê.
Şevîn Alaca got ku “Em ê tevî gelê xwe şaredariyê bi rê ve bibin û em ê ji bo hemû pirsgirêkên xwe li çareseriyan bigerin.”
Bîlgen jî got ku “Em ê ji bo berjewendiya bajêr tevbigerin.”
ŞEMREX
Li Şemrexa Mêrdînê jî Hevşaredarên HDP’ê Nalan Ozaydin û Îbrahîm Çoko mazbatayên xwe stendin. Hevşaredaran tevî bi sedan kesan li Edliyeya Şemrexê mazbataya xwe stendin û diyar kirin ku ew ê şaredariyê tevî gel bi rê ve bibin.
ÊLIH
Hevşaredarên HDP'ê yên Êlihê, di hilbijartina 31'ê Adarê de ji 181 hezar û 767 dengan 119 hezar û 840 deng stendin û bi rêjeya 66 ji sedê dengan Şaredariya Êlihê qezenc kirin. Hevşaredarên Êlihê yên nû Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, ji bo mazbataya xwe bigirin çûn Edliyeya Êlihê. Hevşaredar piştî çûn Saziya Hilbijartina Navçeya Navendî mazbata xwe girtin. Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Necdet Îpekyuz, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî jî ligel Hevşaredar Korkmaz û Demîr hatin edliyê. Hevşaredar Korkmaz û Demîr, piştî mazbata girtin, girsê li Lijneya Hilbijartinê li çepikan dan û ji wir derbasî avahiya HDP'ê ya Êlihê bûn.
CIZÎR
Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kûtlû 77 ji sedê dengan bi ser ketibûn û bûbûn hevşaredarên Cizîrê. Zirig û Kûtlû ji bo mazbataya xwe werbigirin li gel Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê û rêveberiya HDP’ê ya Navçeyê çûn Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê.
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Hevşaredarê berê yê Cizîrê Kadîr Konûr li ser navê Hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret mazbata dan hevşaredar Zirig û Kûtlû û serkeftin ji wan re xwestin.