Hevşaredarên Geverê hatin girtin

Hevşaredarên Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar hatin girtin.

Li Colemêrgê û Geverê di 15’ê Cotmehê de Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, hevşaredarên Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sari di serdegirtina malan de hatibûn destgîrkirin.

Piştî lêpirsîna li dozgeriyê Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman hate girtin. Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ji ber îfadeyên ‘şahidên veşartî’ û ‘parvekirinên li ser medyaya civakî’ hate girtin.

Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar jî hate girtin û ew şandin Girtîgeha Colemêrgê.